Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêjîmên zordar dirizînin û dikûjin

22/02/2023
in ROJEV
A A
Rêjîmên zordar dirizînin û dikûjin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Divê êdî bejin `ji faşizm û pergala qayyumen re bese`. Ji ber ku ev pergal hem dirizîne, hem jî dikûje. Em ji bîr nekin tenê napelçiqîne û xizan nake!

 Li ser erdheja mezin ya 6 ê Sibat`ê, çend hefte derbas bûn. Tê texmînkirin ku bi 100 hezaran kes jiyana xwe ji dest dan e. Rêveberiya Tirkiyê ya Erdogan`ê faşist, heta ji dest tê windayiya kêm didin nişandan. Li gor nûçeyên, saziyên ragihandinê koçberên Sûrî na hesibînin. Her wiha yên nasnameyên wan ne diyarin jî nayên hesibandin. Lê beriya ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi dawî bibin Erdogan da xwuyakirin, ku ewê dest bi avakirina binayên nû bikin. Ragihandinin di bin emrê wî dene jî, dengê gel û rewşa gel teyîsandin zêdetir, bi kiryarên hûkûmetê hewl didin operasyonên lêhayî (algi) bikin.

Ger li rewşa heyî binêrin dewlet pir rast kar dike! Yê dewletê îdare dikin çi kêmasî û berpirsiyariyên wan nînin. Lê ji 100 hezar zêdetir avahiyên hilweşiyayî li holê ne. Çend bajar û dorhêla wan bûne weke xerabeyan. Yên bi saxî xelas bûne jî, ewê çawa jîyan bikin? Malên wan ji bo mayînê ne bi ewlene.

Bêhna pere girtiye, edî kî dikare wî bide sekinandin!

 Xebatên lêgerînê û xelaskirinê dereng destpê kir û yên ku dikaribûn xelas bikin jî, ji bo mirinê hatin terikandin. Rûxmî ewqas mirin û hilweşandinan, yek rayedarê hûkûmet û dewletê nefikirî ku dev ji kar berde. Ev yek nîşan dide ku rizandina di dewletê de, vîjdan û rêveberî jî çiqas rizandi ye.

Heman rewş ji bo rêveberiyê Sûriyê jî derbasdar e. Hember van bobelatan ti kes berpirsiyarî ranake. Kêmasiyan, ya bi xwedê û qederê, yan jî bi kêmasiyên gel dixwazin pênase bikin. Rûxmê ku mirovên pispor dizanîn ku ev herêm li ser xeta erdhejê ye û li ser vê yekê, rapor jî nîvîsandibûn. Pêwîst dikir ku rêveberî li gor vê, tedbîr bigirta û pîvanên avakirina bînayan li gor vê diyar bikira û bişopanda. Lê kesê ku xwe berpirsyar bibine û li ser xwe bigre, li holê nîne. Ev yek jî li Rojhilata Navîn bûye tiştekî di rêzê de.

Erdogan dibêje salek din bidin min. Li pey vê jî pîlanê paşxistina hilbijartinan dike. Erdogan weke gûrê ku devê wî gîhîştîye xwînê, mirinê nafikire. Li pêşiya wî bi 100 hezaran term hene, di vê rewşê de jî heya mirinê xwe bi desthilat û dizî ve girêdaye. Bêhna pere girtiye, edî kî dikare wî bide sekinandin!

Di dema seroktiya xwe ya şaredariya Îstanbolê de dizî kirin û li gor xwe li hev anînê, pir baş fêr bûye. AKP jî bi pereyên heram ava kiriye. Saziyên ragihandinê bi pereyê diziyê, kirî. Piştre dema dewlet bi dest xist, dewlemendên xwe ava kir. Qasî ku gel xizan bû, ew jî dewlemend bûn. Ji bo tawanên xwe veşêrin û desthilatê xwe bidomînin, nava dewletê vala kirin. Ango hemû saziyên dewletê bidest xistin û çavkaniyên aborî talan kirin. Welat bi çar gavî ber bi faşîzmê birin. Ne edalet hêştin ne jî demokrasi.

Pîvanê `li hûndir şer, li derve şer`

Mîna Hîtler, Erdogan jî ku bi ehleq, nirxên mirovî û huquqê re mijul nabe; bi awayekî xwazayî xwe bi krîz û kaosê ava dike û bi wan re xebitandina saziyan weke şêwazê rêveberiyê hilbijartiye. Tirs û zordari kir çavkaniya xwe. Ji bo vê yeke bi Baxçeli û ergenekon; bi mafya û hemû hêzên tarî re li hev kir. Pîvanê `li hûndir şer, li derve şer` ji xwe re esas girt. Li şûna ku mixalifan, weke hêzeke reqabetê bibîne, weke hêzeke divê were pelçiqandin dît û dewlet, îstîxbarat, dadgehan û ragihandin hemû şand li ser wan.

Me got Erdogan bêhna pere girtiye. Li gor wî derfetê dizîyên nû ava dibe. Ger gel rê bide ku ew li ser desthilat bimîne, Welat ewê vegere qada înşaatê. Hemû derfet ewê ji TOKİ û pênc çeteyên Erdogan re bimîne. Qada ku herî baş nas dikin û herî zêde rêxistinkirîne, serdema dizî û nelirêtîyên îhaleyan destpê bike. Ji derve di bin navê alîkariyên erdhejê de, milyaran dolar wê biherikin. Alîkariyên hûndir jî hene, dewlet jî çavkaniyê xwe veqetîne. Bi propagandayên, bajaran carek din radikin ser piyan, birînan dipêçin, ewê careke din milyaran bidizin. Tene ji bo pere were, çawa xwe kirin xûlamê Rûs`an û Îmarat`ê, me temaşe kir. Niha tenê di bin kontrolê wan de bi milyaran dolar ewê hebe, edî kî dikare wan bigre?

Êdî bejin `ji faşizm û pergala qayyumen re bese`

Erdogan çima bibe demokrat, ji bo çi demokrasiyê çalak bike? Di pîvanên Ewropa yê ku Erdogan bi kîn û dijminahî lê dinêre, yekî wiha dikare bibe reîsê komara welatekê din? Li wir xemsariyek hebe, talanek û diziyek wiha hebe, rojek tenê jî nikarin li ser kar bimînin. Bifikirin reîsên kevn û nû yê DYA yê, FBI bi ser mala wan de digre û belgeyên veşartî digere. Dozger ji bo vê yekê dikare biryar bide. Li Tirkiyê kî dikare tiştek wiha xeyal jî bike? Dozger ferman bide malên wezîran, mala Erdogan lêgerîn çêbibe û derheqê wan de belgeyek lêpirsînê bê amade kirin! Operasyonên 17-25`ê Kanûn`ê de Erdogan dozger ji kar girtin û bi ferman, hemû belge ji holê dan rakirin.

Gel, heta ku ji rêveberiyên xwe hesab nexwazin û îrade ava nekin, şelandinê wan û kûştinê wan, wê berdewam bike. Li Sûriyê û Tirkiyê çima saziyên civaka sîvîl nayên xwastin? Civakek çalak, nîqaş dike û xwe rêxistin dike, ji bo xwe xeter dibinin? Eger bi baldarî lê binêrin, gelê Amedê kêm jî be xwe ji derveyê dewlet rêxistin kiriye û pêşxistiye. Lê Erdogan, ji bo ku Amedê bixîne tiştek nema nekir. Hevserokê Şaredariyan terorîst îlan kir û xistin zîndanan. Hemû şaredariyên HDP yên li Kurdistan`ê bi rêka qayyûman dest danîn ser. Divê êdî bejin `ji faşizm û pergala qayyumen re bese`. Ji ber ku ev pergal hem dirizîne, hem jî dikûje. Em ji bîr nekin tenê napelçiqîne û xizan nake!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.