Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KJK: Zimanê Dayîkê Nasnameya Gelan e

22/02/2023
in ROJEV
A A
KJK: Zimanê Dayîkê Nasnameya Gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê diyar kir ku  Zimanê Dayîkê remz, nasname û çanda gelan e û got, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku, li dor mamoste û kedkarên ziman hîn bêhtir bibin yek û berê xwe û zarokên xwe bidin perwerdeya zimanê Kurdî.

Navenda Nûçeyan

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî  Komîteya Perwedehiyê ya KJK’êdaxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zimanê dayikê nameya gelan e û wiha got: “Zimanê Dayîkê remz, nasname û çanda gelan e, mafê herî xwezayî û pîroz ê mirov e. Bi taybetî ji bo me gelê Kurd, wekî kedkarê rasteqîn ê zimanê Kurdî Rêber Apo ku bi têkoşîn û hewldaneke dijwar deriyê pêşketinê li zimanê me vekir, hişmendiya xwebûn û azadiyê li nav me belav kir”

KJK’ê balkişand ser girîngiya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê û wiha dewam kir: “Roja 21’ê Sibatê wekî roja zimanê dayîkê ya navnetewî xwediyê girîngiyek jiyanî ye. Zimanê dayîkê bi esasî nasnameya civakî ya mirov ava dike. Ziman tenê amûreke danûstandinê nîn e, bi esasî wekî nirxeke civakî dîrok, çand û nasnameya gelan a netewî şênber û domdar dike. Bi taybetî ji bo gelê Kurd ku sed sal zêdetir e ji mafê perwerdeya zimanê dayîkê bêpar hatiye hiştin, girêdayî polîtîkaya înkar û tunekirinê her tim rastî êrîş û hewldanên bişaftinê hatiye.

KJK’ê da xuyakirin ku pêwîste roja zimanê dayîkê ya navnetewî bibe roja xurtkirina têkoşîna zimanê dayîkê û parastina tevahî nirxên netewî û wiha domand: “Wekî gel divê em ji bo azadiya xwe, ji bo parastin û pêşxistina ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe bi xwe bawer gav bavêjin, hêviyê ji tu hêzeke derve nekin. Herwiha em bang li tevahî gelê xwe dikin ku, li dor mamoste û kedkarên ziman hîn bêhtir bibin yek, piştgiriya pêwîst raber bikin, berê xwe û zarokên xwe bidin perwerdeya zimanê Kurdî, heta mafê perwerdeya zimanê dayîkê bigihe statuyeke fermî bênavber xebat û têkoşîna xwe bilind bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.