Rojnameya Ronahî

Roja zimanê dayîkê û dirûtiya UNESCO

DILYAR CIZÎRÎ

Neteweyên Yekbûyî ji sala 2000’ê ve li ser pêşniyara Bengladişê 21’ê Sibatê wekî roja zimanê dayîkê ya cîhanê ragihand. Gelek netewên cîhanê vê rojê pîroz dikin. Kurdên welatê wan ji aliyê 4 dewletan ve hatine dagirkirin û zimanê wan rastî gelek hewldanên tunekirinê hatiye, bi coş vê rojê pêşwazî dikin.

Lê mixabin Neteweyên Yekbûyî yên bi îdaya parastina zimanên dayîkê ev roj diyar kirî, bi tu awayî li gorî rêgezên xwe tevnagerin. Em vê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de baş dibînin. Li Rojavayê Kurdistanê piştî serhildana 12’ê Adara sala 2004’an biryar hate dayîn ku xebatên ziman bê meşandin. Di encamê de piştî demekê zemîna xebatên sazbûyînê hatin avêtin û komên perwerdeyê ji rejîmê veşartî li gelek cihan hatin destpêkirin.

Di sala 2007’an de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) konfransa xwe ya damezirîner, dîsa bi dizî li gundekî Kobanê lidar xist. Konfransa bi beşdariya 65 kesan pêk hat. Di konferansê de biryarên bi rêxistinkirin û vekirina hejmarên zêde yên komên perwerdeyê hatin girtin. Di serî de li bajarên Rojava, Şam û Libnanê di malan de dewreyên ziman hatin vekirin. Di wan dewreyan de bi dehan kes ji bo mamostetiyê hatin amadekirin.

 

Konferansa SZK ya 2’emîn bi beşdariya 50 mamoste û xebatkarên ziman di sala 2009’an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Tevî zextên dewletê, lidarxistina konfransê gavek mezin û bi hêz bû.

Di wê konfransê de li ser kêmasiyên di kar û xebata 2 salan de hate rawestîn; Biryar hate dayîn ku berxwedana ziman li Rojava were xurtkirin û li dijî siyaseta tunekirinê, rêzeçalakî werin lidaxistin. Di heman demê de biryar hate dayîn çi dibe bela bibe, ji bo fermîkirina zimanê kurdî, wê tekoşîn bê kirin.

Piştî konfransê kar û xebatên ziman di şert û mercên herî zehmet de, bi awayekî veşartî dewam kir. Heta sala 2011’an şoreşa gelan piştî Tunis û Misir derbasî xaka Sûriyê bû. Li vir SZK’ê jî konfransên xwe bi xurtî li hemû herêman lidar xist. Êdî mamosteyên zimanê kurdî di malan û di her navendên dihatin vekirin de, xwe birêxistin kirin.

Gelek xebatkarên zimanê kurdî hatin perwerdekirin û bingeha perwedeyê gav bi gav mezin bû. Heta dibistana yekem a zimanê kurdî li Efrînê û paşê jî li bajarên din hatin vekirin. Pêwîstî bi mamosteyan çêbû, hejmarek mezin mamoste û ciwanên li Mexmûrê ku perwede bi zimanê kurdî dîtibûn, derbasî Rojava bûn û di perwerdeya zimanê kurdî de alîkariya mamosteyên Rojava kirin.

Sal bi sal xebatên ziman mezin dibûn, heta sala 2014’an dema Rêveberiya Xweser li ser esasê sê zimanên fermî (kurdî, erebî û siryanî) hate ragihandin. Li wir biryar hate dayîn, ku zimanê kurdî derbasî dibistanên fermê be û mamosteyên kurdî derbasî dibistanan bûn. Lê Hikûmeta Şamê bi armanca xirabkirina sîstema perwedeyê, mamosteyên xwe ji dibistanan kişandin. Rêveberiya SZK’ê bar rakir  û şoreşa Rojava kir şoreşa zimanê dayîkê. Encamê wê jî îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zindî ye. Lê mixabin heta niha UNISCO’ya Neteweyên Yekbûyî naxwaze vê rastiya rewşa ziman a herêmên Rêveberiya Xweser bibîne. Lewma ew jî li gor berjewendiyên sîstema dewletan dimeşe.