Rojnameya Ronahî

`Li dijî zilm û zordariya rejima Îranê serhildan berdewam dikin`

Darîn Silê/Qamişlo

 Endama Rêveberiya Navenda Pêwendiyên Diplomasiyê ya Kongreya Star Bencewîn Elî da zanîn ku rêxistinên jin yên rojavayê Kurdistanê piştgirên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne û got, pêwîstî bi hevgirtineke jinan di asta Cîhanî de heye, da em şoreşa `jin jiyan azadî` bi ser bixin.

Bi hezarê salan e zor li jinên tê kirin. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî herî zêde jin ji aliyê rejmê ve rastî îşkence û komkujiyan hatiye û ji her alî ve şidet lê dihat kirin. Lê demeke li hemberî vê zorî û şidetê jinan dengê xwe vedan û li dijî rejimê, serhildan li dar xistin.

Sîstema dewleta Îranê zihniyeta paşverû ya zilm û desthilata zilam, li ser jinan dide meşandin e û di bin navê islamê de tundî, êş û îşkence li ser jinan dide kirin. Di bin navê namus û ol de, jin tên qetilkirin û tundî li ser wan tê kirin. Herwiha ji bo astengkirina rola jinan û bêparhiştina wan ji mafên wan, qanûnên giran li ser wan dida meşandin. Jinan êdî ev desthilatdarî û zihniyet nema qebûl kir. Ji bo wê jî piştî bûyera Jîna Emînî, jin rabûn ser piyan û li dijî sîstema Îranê ya desthilatdar derketin qadan,

Ji dema ku serhildan dest pê kirin rêjîma Îranê jî li hemberî serhildêran kuştin , binçavkirin û işkencekirin zêde kiriye. Heta niha jî qetilkirin û binçavkirinên li dijî xwepêşandanan dewam dikin. Lê dîsa jî gel û jinên wê deverê ji gava xwe paşde neçûn û serhildanên xwe bi îsrar û hêzeke mezin dewam dikin. Nêzî şeş meh in, xwepêşandan bi pêşengiya jinan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, Azadî’ berdewam dikin. Her ku diçe xwepşandan belav dibin û têkoşîna jinan xurtir dibe. Ji bo wê jî serhildan bi pêşdikeve û ber bi rizgariyê ve diçe

Derbarê serhildana jinan li Rojhillatê Kurduistanê û Îranê, herwiha têkoşîna jinan ya li wir, endama Rêveberiya Navenda Pêwendiyên Diblomasiyê ya Kongreya Star Bencewîn Elî ji me re axivî û got, sekna li hember rejîmên faşîst yên desthilatdar hêz û berxwedana jinê diyar dike.

‘Diruşma `Jin Jiyan Azadî` hêza jinan xurttir dike`

 Bencewîn di destpêka axaftina xwe de bîr xist ku serhildana di 16`ê Îlonê de destpêkirî li dijî zilm û zordariya Îranê dest pê kir û axaftina xwe wiha domand: “Ev serhildan li dijî zilm û zordariya rejima îranê hat lidarxistin. Lewra Sîstema dewleta Îranê zihniyeta paşverû ya zilm û desthilata zilam, li ser jinan dide meşandin û di bin navê islamê de, tundî, êş û îşkence li ser jinan dide kirin. Piştî kuştina Jîna Emînî, jinan êdî ev desthilatdarî û zihniyet nema qebûl kirin. Ji bo wê jî jin rabûn ser piyan û li dijî sîstema Îranê ya desthilatdar derketin qadan. Herwiha bi diruşma `Jin Jiyan Azadî` hêza jinan mezintir û xurttir bû. Heta niha jî, bi rihê vê diruşmê serhildan dewam dike.”

`Jinan bi hêza xwe karîbûn serhildanê bi ser bixînin`

 Bencewîn di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bo ku ev serhildan bighêje armanca xwe taybet ji aliyê jinan ve tekoşînek pir mezin heye û li dijî rejîma Îranê li ber xwe didin. Tevî ku rejîma Îranê rêbazên xwe yên kuştin û îşkenceyê li dijî jinan zêdetir kiriye jî, lê ev pêşiya jinan asteng nakir û bi her awayî têkoşînê didomîn e. Ji bo wê jî her ku diçe serhildan berfirehtir dibe û asta têkoşîna jinan bilindtir bû. Herwiha jinan bi hêza xwe karîbûn vê serhildanê bi ser bixînin. Ji bo wê jî serhildan û berxwedaniya ku li Îranê tê kirin rastiya jinê ronî kir.

`Armanca dewletên hegemon kolekirina civakê ye`

 Bencewîn destnîşan kir ku tevî ku ewqas işkenceya li ser jinên Îranê tê kirin, dewletên cîhanê tev bêdeng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha jî cîhan li ser vê yekê bêdenge. Tevî ku niha jin li dijî rejîmê xwepêşandan û serhildan dane destpêkirin jî, tu dewletan têkoşîna van jinan naxin rojeva xwe. Lewra naxwazin jin bibe xwedî hêz. Herwiha dewletên hegemon armanca wan ya sereke ew e ku civakê bi taybet jinan kole bihêlin. Ji ber ku baş dizanin ku hêza jinê wê gelek tiştan bi xwe re biguherîne. Ji bo wê bêdeng dimînin. Lewra ev serhildan nakeve xizmet û berjewendiyên wan de. Herwiha bêdengiya wan dikeve xizmeta sîstema Îranê. Ji bo wê jî baweriya civakê bi dewletên hekemonîk namîne. Lê bêdengiya wan hêza jinê naşkîne, wê jin dawiya desthilata zilam bîne.”

`Ew çiqaz îşkenceyê zêde bikin, hêza xwepêşandan jî ewqas mezin dibe`

 Bencewîn di berdewamiya axaftina xwe de got, Ji ber ku xwepêşandanan doza mafê xwe dikin, rejima Îran li dijî xwepêşandanan rê û rêbazên pir hişk û hov dide meşandin. Heta niha bi dehan jin li îranê hatin bidarvekirin, sedan hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn e. Em rêbaz û kiryarên rejimê yên li hember xwepêşandanan şermezar dikin. Li dijî van rê û rêbazan, têkoşên û berxwedanî xurttir dibe. Ew çiqas îşkenceyê zêde bikin, hêza xwepêşandan ya li heberî wan jî ewqas mezin dibe.

Endama Rêveberiya Navenda Pêwendiyên Diblomasiyê ya Kongreya Star Bencewîn Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê emê piştgiriya hemû tekoşîn, serhildan û şoreşên jinan bikin, bi taybet serhildana ku niha li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatiye destpê kirin. Herwiha em bawerin ku ev serhildane wê bibe rêya serkeftina azadiya jinên cîhanê.”