Rojnameya Ronahî

‘Bila jin baweriyê bi hêza xwe bînin’

Jina bi navê Mehsume Ehmed zêdetirî 15 salin karê firotin, çêkirin û dagirtina tûpên agirkujînê dike. Mehsume diyar dike ku ew yekem jine li seranserî Iraqê vî karî dike. Mehsume daxwaz ji jinan kir ku bawerî bi hêz û jêhatina xwe bînin û ji karkirinê netirsin.

 

Mehsume Ehmed xelkê Rewanduzê ye, lê ew li navçeya Soran dimîne. Zêdetirî 15 salin karê firotin, çêkirin û dagirtina tûpên agirkujînê dike. Li gel hevjînê xwe li Soran kampanya ‘şêrzad’ daniye. Ew bi xwe karên kompanyê birêve dibe û li hin bajar û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê jî ofîsên wan hene.

Mehsume tevayî tedbîr û karên pêwîst bi amêra agirkujînê dizane. Rojane ji saet 8’ê sibehê ta saetên dereng ên şevê li kompanya xwe dimîne û kar dike. Karên giran dide tîma taybet a li gel wan de dixebitin. Wekî din piraniya karên rojane yên welatiyan bi xwe pêktîne.

Derbarê karkirinê de Mehsume got: “Zehmetiyek zêde di karê min de heye, min bi dehan astengî derbaskiriye heta gihiştimê vê astê. Lê heskirina min ji vî karî re hebû û ez xwedî îrade bûm. Ji bona wê hêza jinan heye dikarin hemû karên ku ew dixwazin bikin. Min gelek karên cûda kiriye, lê herî dawî bi hevkariya hevjînê xwe min vî karî hilbijart û min di vî karê xwe de serkeftin bidest xist.”

Di dewamê de Mehsume da zanîn wê ji ber giringiya bikaranîna amêra agirkujînê vê kompanyê avakiriye û got: “Daxwaz ji hemû malbatan dikim ku amêrên agirkujînê di malên wan de hebin. Daku di dema derketina şewatê de bikarin zû pêşî li şewat û karesatên mezin bigrin. Hemû jin dikarin van amêrên agirkujînê yên bi dest bikarbînin.”

Derbarê şêwazê bikaranînê de jî Mehsume Ehmed diyarkir; “Di dema bikaranîna vê amêrê de pêwîstî bi çend tedbîran heye. Divê destpêkê de mirov xwe bide aliyê bayê, ji bo dukel û paşmayên agir bi ser mirov de neyên. Piştre jî bi lez divê amêr were test kirin ka kar dike yan na. Piştre jî berê wê didin agir heta agir vedimire. Bi vî rengî mirov dikare pêşî li rûdana karesat û ziyanên mezin bigre.”

Li Herêma Kurdistanê roj bi roj jinên xwedî kar û pîşekar zêde dibin û dikarin derfetên kar ji bo bi sedan kesan bafirînin. ROJnews