Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

21/02/2023
in NÛÇE
A A
Çalakiyên Roja Zimanê Dayikê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li bajar û navçeyên Qamişloyê ya herêma Cizîrê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakiyên cûrbecûr hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Herwiha banga xwedî derketina zimanê dayîkê, li hemû gelan hat kirin.

Bi boneya 21′ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakiyên li Qamişlo, Tirbêspiyê, Çilaxa, Tilbirak û Tilhemis meş, daxuyanî û hwd li bajar û navçeyên Qamişloyê hatin lidarxistin.

Rêveberiya Dibistanên Amûdê bi vê boneyê meşek  li dar xist.

Meşê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir.  Li Qada Jina Azad a li têketina navçeyê, meş vegerî mîtîngê. Li wir daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî hat xwandin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser sîstema Netewa Demokratîk û diyar kir ku Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re pergala perwerdeyê ya demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb û Suryanan) re anî. Herwiha da xuyakirin ku bi sîstema Netewa Demokraktî destekê didin taybetmendiyên perwerdeyê yên her pêkhateyekê da ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Her wiha hat diyarkirin ku li dijî hemû hewlên ji bo asîmîlekirinê yên rejîmên desthilad, Kurdan ziman û nasnameya xwe parast.

Qamişlo

Li bajarê Qamişlo, Zanîngeha Rojava li ser pêşketina ziman û tekoşîna li dijî plan û pirojeyên asimilekirinê, rêzesemîner hat lidarxistin.

Herwiha pisporên zimanê kurdî yên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi rêya online beşdarî vê semînerê bûn.

Di semînera yekemîn de, mamosteyê Zanîngeha Rojava-Beşa Wêjeya Kurdî Newaf Mela Beşîr, endama Beşa Lêkolînan a Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Gulê Hesen li ser rewşa perwerdeya bi zimanê kurdî ji destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve heya niha, axivîn.

Di semînera duyemîn de rewşa zimanê kurdî li parçeyên din ên Kurdistanê û astengiyên heyî, hatin nîqaşkirin.

Di beşa sêyemîn de astengiyên li pêşberî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê di aliyê perwerdeya bi zimanê kurdî de hatin niqaşkirin.

Tirbespiyê

Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Ronak da.

Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin û wiha hate gotin: “Ziman nasname ye û ‎girêdana di navbera dema îro, paşeroj û siberojê de ye.”‎

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku çanda neteweyan biparêzin û ‎mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê welatiyên Sûriyeyê mîsoger bikin.‎

Çilaxa

Li navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan hate dayîn.‎

Di daxuyaniyê de bal kişand ser rola sîstema Netewa Demokratîk ya  Rêveberiya ‎Xweser û girîngiya parastina zimanên pêkhateyên herêmê ya di vê sîstemê de.‎

Tilhemîs

Bi dehan xwendekar li pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û daxuyaniyek da. ‎

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê dayîkê nasnameya civakî ya netewan e. herwiha da zanîn ku hêzên ‎mêtinger hewl didin ziman û nasnameyên civakan, tune bikin. Dîsa hat diyarkirin ku Dewletên dagirker zimanê dayîkê dikin armanc û şerê tinekirina zimanan dikin, da civakan ji koka wan qut bikin.‎

Herwiha bal kişand ser tekoşîna gelan ya li dijî vê politikaya qirêj û hat ragihandin ku îsrara gelan û girêdana wan bi zimanê dayikê re, hemû planên dewletên dijberî ‎mafên gelan têk birin.‎

Tilbirak‎

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê jî bi heman wesîleyê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Dibistana ‎Şehîd Elî Selobî ji aliyê endamê Rêveberiya Dibistanan a navçeyê Eyûb Ebdo ve hat xwendin.‎

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman dîroka mirovahiyê ye. Her wiha bal kişand ser bandora ziman ya li ser hevgirtina civakê û da diyarkirin ku zimanê dayîkê axaftin mafekî miroviye.‎

Di dawiya daxuyaniyê de banga hevgirtinê û xwedîderketina li zimanê dayikê li hemû gelan hate kirin.‎

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.