Rojnameya Ronahî

‘Bi berxwedana vîna Rêber Apo planên qirkirinê têk çûn’

Navenda Nûçeyan

Gerîlayên HPG/YJA Starê diyar kirin ku dewleta tirk bi çekên kîmyawî jî, nekarî xeyala xwe ya qirkirina gelê kurd û tinekirina PKK’ê pêk bîne. Herwiha dan zanîn ku bi vîna Rêber Apo wan li Zapê hemû pîlanên dewleta tirk ya riziyayî, pûç kirin.

 

 

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên bi navê Gerîla Şoreş, Dîlok Azad, Egîd Nûda, Serhildan Can, Xemlîn Zîlan li ser tecrîd, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo û gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ajansa ANF’ê re axivîn.

Gerîllayan diyar kirin ku Tecrîda girankirîya li ser Rêber Apo binpêkirina hebûna gelê kurd e û bîr xistin ku ew şagirtên Rêber Ocelanin û  ji bo ku vê pergalê parçebikin wê her tiştî bikin.

‘Berxwedan gihiştiye lûtkeyê’

Gerîla Şoreş bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha got: ”Berxwedana ku îro tê bi rêve birin gihiştiye lûtkyê. Encama vê berxwedaniyê û îradeya ku îro gerîla dide, ruhê ku Rêber Apo daye avakirin e. Ji bo vê her çiqas asta êrîşên heyî dijwar be jî wê nikaribin vê îradeyê bişkînin. Her ku diçe bertekên dijwar li hemberî vê faşîzmê zêdetir dibe. Bi vê yekê re pilanên dagirkeriyê jî tên pûçkirin”.

 

Dîrok Azad jî erk û berpirsiyariyên jinan li hemberî pêvajoya heyî, wiha anî ziman: “ Di serî de divê em jin hîn zêdetir xwedî li keda Rêber Apo derbikevin. Lewma hebûna Rêber Apo çavkaniya jiyana serfiraziyê ye.

Dîrok da zanîn ku ew ê rê nedin dewleta tirk ku bi rêbazên xwe yên qirêj hêviya gel bişkênin. Herwiha teqez kir ku ew ê hesaba qetilkirina gel ji dewleta tirk bipirsin.

‘Di dîrokê de nimûneye’

Gerîlayê HPG’ê Egîd Nûda jî got, li gel bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyan nekarîn îradeya gerîla teslîm bigirin. Berxwedana ku gerîla di wan tunelan de raberkirin, dijmin xetimand. Hemberî şerekî wîsa şerkirin, ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybet tevgera me serkeftina herî mezin e. Ev yek di dîrokê de nimûneye. Li gel hemû zor û zehmetiyên ku gerîla jiyan kir, nekarî îradeya ku Rêber Apo avakiriye bişkînin.”

Gerîlaya YJA Starê Serhildan Can jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha qala armancên tecrîdê kir: “ Dibe ku me gelek berdelên giran dan, lê bi van bedelan îdiayên me xurtir dibe, em ji bo tolgirtina wan di nava têkoşînê de ne. Bi taybet çalakiyên hevreyên me yên jin hîn zêdetir hêz û moral dide me. Em soza xwe li hemberî Rêberê xwe dubare dikin ku em jin bi tevlêbûneke xurt wê têbikoşin. Em bêyî wî nikarin bijîn, em ê bibin xelekekî ji agir û li derdora Rêberê xwe bin.’’

Em cangoriyên Gel û Rêberê xwe ne’

Gerîlaya YJA Star Xemlîn Zîlan jî helwesta xwe ya li hemberî tecrîda girankirî wiha anî ziman: “Em tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê meşandin, qebûlnakin. Bi taybet helwestên me weke tevger û tevahî gelên demokrat jî diyar e. Bi vê re girêdayî jî êrîşên ku em weke tevger jî pê re rû bi rû dimînin jî, ji êrîşên li ser Rêber Apo ne qut e. Bi van êrîşan re dixwazin me tune bikin.

Lê, em fedayiyên gelê xwe û Rêberê xwe ne. Têkoşîna ku îro em didin meşandin, ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji bo ku em ji gelê xwe re bibin bersiv têdikoşin.”