Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Karasû: Dewleta Tirk li dijî gel avabûye

19/02/2023
in ROJEV
A A
Karasû: Dewleta Tirk li dijî gel avabûye
Share on FacebookShare on Twitter

Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk destwerdana erdhejê nekir û got, dewleta Tirk gava gerîla li çiya dibînin e bi dehan helîkopter û bi hezaran leşkeran dişînin, lê ji bo di erdhejekê de mirovan xelas bikin, tevnagere. Ev dewlet, li dijî gel ava bûye.

Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a (KCK) Mûstafa Karasû têkildarî erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê Sibatê de çêbû ji Ajansa ANF’ê re axivî.

 

Sedema encamên erdhejê polîtîkaya dewletê ye

 

Karasû diyar kir ku sedema erdhej bi felaketa wiha bi encam bû, polîtîkaya dewleta Tirk e û wiha got: “Bê guman ev erdhej, erdhejeke mezin e. Lê erdhej ne tiştek e ku mirov pê nezane. Li Tirkiyeyê di demên cuda erdhej rabûye. Pisporên erdhejê hişyarî kirine. Lê sedema ku erdhej bi felaketeke wiha bi encam bû, polîtîkayên heta îro ne.”

 

’Dewleta Tirk li dijî gelan avabûye’

 

Karasû da zanîn ku  dewlat Tirk li dijî gel avabûye û wiha got: ” Li ber çavan e ku ji ber neamadebûna dewletê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em vê dewletê nas dikin. Bi hezaran polîsan dişîne bi ser çend xwepêşanderan de. Gava gerîla li çiya dibînin e bi dehan helîkopter, balafirên biçek ên bêmirov, bi sedan wesayît, bi hezaran leşkeran dişînin. Lê ji bo di erdhejekê de, mirovan xelas bikin, tevnagerin. Ev dewlet, li dijî gel ava bûye, li gor ku zilmê li Kurdan bike hatiye biteşekirin. ”

 

’Dewlet rastiyê vedişêre’

 

Karasû da xuyakirin  ku li gor texmînên pisporan di erdhejê de  200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sed hezaran hêj di bin kavilan de ne û wiha domand: “Dewlet rastiyê vedişêre, destwerdana erdhejê nekir, mirov rizgar nekirin û rastiyê jî nabêje. Ji rojên destpêkê yên erdhejê dewlet li rastê nîn e. Lewma bîlanço pir giran bûye. Eger dilxwaz, rêxistinên civakî yên sivîl û hin şaredarî nîn bûna wê encam girantir bibûya.”

 

’Desthiltdariya Şerê Taybet e’

 

Karasû destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê tenê xwedî hunerekê ye, ew jî berovajîkirina rastiyê ye û wiha dewam kir: “Xelk dike hawar. Êşa xwe dibêje. Dibêje ku bêxwedî ye. Erdogan jî gotinên xelkê re dibêje, ‘dezenformasyon’ û ‘derew’, ev desthilatdariyeke şerê taybet. Hunera vê desthilatdariyê  berovajîkirina rastiyan e, dek û dolab, xapandina gel e.”

Karasû da zanîn ku Erdogan niha hewl dide bi ragihandina Rewşa Awarte re xwe rizgar bike, hewl dide rastiyan veşêre, di Rewşa Awarte de zextan girantir bike, kesên ku biaxive bigire, biçewisîne, bêdeng bike û rastiyan veşêre.

 

’Piştî erdhejê êdî Tirkiyê  wê biguhere’

 

Karasû diyar kir ku  divê demokrat, şoreşger, kesên ku ji gelê xwe hez dikin, jin û ciwan di guhertin û veguhertina Tirkiyeyê de rola xwe bilîzin û wiha dewam kir: ” Piştî vê erdhejê êdî Tirkiye nikare wiha bimîne, wê biguhere. Wê bikeve pêvajoya guherîna kokdar. Ji ber vê yekê divê her kes ji vê pêvajoyê re amade be. Divê di nava têkoşîna vê yekê de be. Êdî dema têkbirina vê desthilardarî, guhertina Tirkiyê ye.”

 

’Divê rojavayê Feratê ji nû ve ava bibe’

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bang  gelê kurd yên li metropolan, li Ewropa, li rojavayê Firatê kir ku rojavayê Firatê ji nû ve ava bikin û wiha got: “Divê rojavayê Firatê  ji nû ve bibe cihê jiyanê. Niha ji ber serma û sedemên cûrbecûr ji wê derê derketin heye, çûyîn heye. Divê em wê derê ji nû ve bikin cihê jiyanê, ava bikin û pêşiya vê rewşê bigirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.