Rojnameya Ronahî

3 perdeyên komployê

Farûk Sakik

Di dawiya salên 90’î de Yekîtiya Sovyetê hilweşiya.  Welatên sosyalîst li dû hev, yek bi yek parçe parçe bûn. Ev li cîhanê rewşeke nû bû, bivê nevê vê rewşê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn jî kir.

Di pêşketinan de Sedam Huseynê dîktatorê Iraqê, pêvajo bi awayekî şaş nirxand û di tebaxa sala 1990’î de artêşa xwe têxist nav Kuwêtê û wê derê dagir kir. Bi vê yekê, Şerê 3’yan ê Cîhanê dest pê kir.

Şer demekî bêdeng ma û di dîplomasiyê û di siyaseta dewletan de dewam kir.

Di dawiya salên 90’î de Amerîka û NATO’yê dixwest karên ku li Rojhilata Navîn nîvco hiştibûn biqedînin. Êdî Yekîtiya Sovyetê hilweşiya bû, Sûriye û rejîmên din ên welatên Ereb serdema xwe ya hukumdariyê qedandibûn.

Amerîka û NATO wê bihatina heremê lê, pêşiya wan bi navê PKK’ê tevgerek hebû. Û hemû hesabên wan serûbin dikir. Amerîkayê di sala 1997’an de PKK wekî “rêxistineke terorîst” destîşan kir.

Bi vê biryarê pêvajoya komployê dane destpêkirin. Di hedefa wan de Rêber Apo û Sûriye hebû. Di dawiya zext û siyaseta wan de Rêber Apo biryara ji Sûriyê derkeve da.

Rêber Apo baş dizanîbû, heke di roja 9’ê cotmehê de ji Sûriyê veneqete wê hem ew, hem akademiya ku bi hezaran şervanên nû di warê bîrdozî û siyasî de lê perwerde dikirin û hem jî Şam a paytexta Sûriyê  bibe hedefa fûzeyan.

Rêber Apo ku salên dirêj li Rojhilata Navîn û Sûriyê ma, di  9’ê Cotmeha 1998’an de jê veqetiya. Perdeya yekem a komployê hat girtin. Ocalan di 9’ê Cotmehê de ji Şamê derket û piştî rojên Atîna-Moskowê 66 rojan li Romaya paytexta Îtalyayê ma.

Piştî 130 rojên ku Rêber Apo di 9’ê cotmehê de ji bo çareseriyê ji Şamê berê xwe da Ewrûpayê, di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenyayê Naîrobî dîl hat girtin. Bi dîlgirtinê, perdeya duyem hat girtin.

Piştî li Îmraliyê hat bi cîh kirin perdeya sêyem vebû. Rêber Apo, li Îmraliyê ji bo perdeya sêyemîn a komployê bi ser nekeve, pêvajoyek da destpêkirin.

Zanyarî û biryardariya Rêber Apo destûr neda daxwaza komplogeran pêk were. Zîndan kir qada berxwedan û hesabpirsînê.

Di roja 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara îdamê dan Rêber Apo. Ocalan jixwe amadekariya vê rojê, di 20 salî de temam kiribû. Lê pey xwe rêxistineke bi navê PKK’ê û gelek bi navê Kurd ku bi bîrdozî pêve girêdayî hiştibû.

Ev car dewleta tirk nekaribû wekî her carê di şexsê Rêber Apo de serhildaneke din têk bibe û careke din hevî û bendewariyên civaka kurd ên azadiyê taloqê demeke nediyar bike.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya nû destûr neda ev perde were girtin. Li Îmraliyê, ji bo çareseriya demokratîk pêvajoyek da destpêkirin.

Di vê pêvajoya perdeya sêyem de, li Rojava şoreşek pêk hat û sîstema ku bingeha xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire Rêveberiya Xweser hat îlan kirin.

Êrişî vê şoreşê kirin, xwestin ji holê rakin lê di paradîgmaya Rêber Apo de perspektîfên parastinê jî hebûn. Biserneketin.

Ji roja perdeya sêyem vebûye hetanî roja me, li Îmraliyê berxwedana Rêber Apo a ku ji gelê kurd re pêşengtî dike, bênavber dewam dike. Îroj, israr û berxwedaneke ku ev perde bi azadiya Kurdistan were girtin jî heye.