Rojnameya Ronahî

‘Cenaze bi kepçeyan tên derxistin’

Li Semsûrê dewleta tirk beriya ku cenazeyên di bin xeraban de derxîne, dest bi rakirina xerabeyan kiri ye. Turkan Laçkî jî diyar kir ku di bin avahiyên hilweşandî de gelek cenaze mane û got bi 10 hezaran mirov mirin e lê pir kes nizanin ka  cenazeyên xizmên wan li ku ne.

 

Du erdhejên mezin ên ku navenda wan Mereş bû; bajarê Semsûrê jî zirareke mezin dît. Li gorî daxuyaniyên fermî 485 apartman hilweşiyane û li bajar gelek apartmanên ku xisar dîtine hene, di nava xirbeyên 9 apartmanan de xebatên lêgerîn û rakirina xirbeyan didomin. Li aliyê din li bajar cihên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê bi dawî bûn e, dest bi rakirina xirbeyan hatiye kirin. Şêniyên bajar dibêjin ku di dema rakirina xirbeyan de gelek cenaze bi bin kepçeyan ve dizeliqin û diyar dikin ku hejmara miriyan ji daneyên fermî pirr zêdetir e.

Şêniyên ku nikarin bikevin malên xwe jî di konan de dimînin. Gelek ji wan li ber malên xwe yên hilweşiyayî dimînin, ji bo malbatên ku nexweş in û zarokên wan hene, zehmetî bûye duqat.

Turkan Laçkî ya ku xizmên wê di bin avahiyên hilweşandî de mane, ji ber ku ji bo alîkariyê bi dengê bilind qîriyaye, têlên dengê wê zirar dîtine. Ew jî wekî gelek erdhejzedeyan di konê de dimîne.

‘Ez negihîştim tu kesê…’

Turkan Laçkî ya ku di kona li pêşiya mala xwe de dimîne û ji ber ku av tune ye dibêje ku ew nikare li dayika xwe ya astengdar binêre, dibêje ku kona ku dane wan a havînê ye ji ber wê serma ye û nikarin di nava konê de bimînin. Turkan Laçkî diyar dike ku ew tu carî roja erdhejê ji bîr nake û wiha got: “Di dema erdhejê de malbata min hat bîra min. Gelek kes mirin em negihîştin wan. Di dema erdhejê de ji tenê mirin hat bîra me. Roja pêşîn ne nan ne jî av hebû, tu tişt tunebû.”

 

‘Cenaze bi kepçeyan ve dizeliqîn’

 

Turkan Laçkî ragihand ku bajar wêran bûye û wiha domand: “Gotin li Semsûrê tiştek tune ye, bûye wekî bajareke xeyalî. Li vê derê jiyan nemaye. Hûn dibînin piştî roja duyemîn gelek kes mirin, dibe ku heta wê demê gelek kes sax mabûna, hejmara miriyan ewqas zêde nebûya. Saeta wan xweş be dilxwaz hatin, xebitîn û wan derxistin. Wijdanê mirov dest nade cenaze wisa bimînin. Gelek cenaze di dema rakirina xirbeyan de bi bin kepçeyê ve zeliqîn û wisa derketin. Dîtina wan cenazeyan wisa li hewa dîmenek gelek xirab bû. Gelo dê biqede an na nizanim lê hê jî bi min re wê tirsê hebû. Ez ê tu carî di apartmanê de nemînim.

 

‘Hingî ji bo alîkariyê min kir qîrîn têlên dengê min zirarê dîtin’

 

Turkan Laçkî bal kişand ku li bajar di bin xirbeyan de hê jî gelek cenaze hene û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku min mirovan di wê rewşê de dît, dengê min hat birîn. Hingî min ji bo alîkariyê kir qîrîn têlên dengê min zirarê dîtin. Di sibeha roja erdhejê de hîn ûm ku apê min û zarokên mirine. Hemû ji rûyê mutehîdan de wiha bû. Mala min 50 sal berê hatibû çêkirin. Ez careke din nikarim lê bimînin. Me xwe ji malê xilas kir lê apartmana ku mutehîdan çêkiribûn bû xwelî. Bawer im dê cenaze hemû neyên derxistin lewre li her derê cenaze hene.”

 

‘Ji ber ku kona dane me ya havînê ye em germ nabin’

 

Turkan Laçkî got ku ji ber kona dane wan a havînê ye germ nabin, cihê lê bimînin tune ye, ji ber sermayê heta derengiya şevê nikarin razên herî dawî wiha got: “Kona ku dane me ya havînê ye. Serma dikeve hundir. Sobe tune ye. Ne em dikarin razên ne jî pêwîstiyên me hene. Em heta derengiya şevê li derve rûdinên. Dûre dema ger em bikaribin razên radizên, nikaribin jî jixwe şiyar dimînin. Êzingên di destên me de mabûn jî qediyan, mazot jî qediya. Ez qet nizanim ji niha û pêve em ê çi bikin.”

JINHA