Rojnameya Ronahî

Heta Ocalan girtî be çareserî ne pêkan e

Navenda Nûçeyan

Corbyn got, Heta ku Abdullah Ocalan girtî be aştî û çareserî nabe. Bi dehan sal in di bin êrîş û tecrîdê de ye. Heta niha li ser tenduristî û rewşa wî agahiya me nîne.

Bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê û sendîkayên bi milyonan endamên wan hene, di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan de, Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a duyemîn li Londonê 15-16’ê mehê hat lidarxistin. Konferans li Otela Marlen a li nêzê avahiya parlamentoyê hat lidarxistin. Akademîsyen, Kongra-Star-KCDK-Başûr, PJAK, Meclîsa Jinan a Jiyanê, nûnerên komên enternasyonel û gelek kes tev li konferansê bûn.

Di konferansê de Mafparêz û Parêzer Maaha Elah axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekê neqanûnî hatiye girtin û tecrîdkirina wî li dijî hiqûqa navneteweyî ye got, Ev pêkanîna nemirovî ya li dijî Abdullah Ocalan, li girtiyên din jî tê kirin. Mafê parastinê yê Abdullah Ocalan tê astengkirin.

 

Dirûşma ‘Jin, jiyan, Azadî’ veguherî raperînê

Di konferansê de bi navê “Teoriya dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û pêkanîna wê” û “Krîzên li Rojhilata Navîn û Çaredariya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Abdullah Ocalan” du rûniştin hatin lidarxistin.

Di rûniştina “Jin, Jiyan, Azadî” de, akademîsyen û endama Komîteya Jineolojiyê ya Londonê Lida Kayhlo diyar kir ku xeta ‘azadiya jinê’ ya Ocalan, bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû tevgerên jinê yên li cîhanê û bîr xist ku Abdullah Ocalan îşaret pê aniye ku jinên li cîhanê dikarin li hev kom bibin û bibin hêzek.

 

Demokrasî bi Ocalan veguherî sîstemê

Di rûniştina ‘Konfederalîzma demokratîk” de Dr. Seewan Saeed qala sîstema Konfederalîzma Demokratîk kir û pêvajoya dîrokî ya demokrasiyê vegot. Saeed diyar kir ku gotina ‘Demokrasiyê’ ji aliyê Abdullah Ocalan ve nehatiye afirandin, lê belê bi wî re bûye xwedî paradîgma û sîstemekê.

Di dawiya konferansê de jî lîderê berê yê Partiya Karker û parlamenter Jeremy Corbyn axivî û got, Heta ku Abdullah Ocalan girtî be aştî û çareserî nabe. Bi dehan sal in di bin êrîş û tecrîdê de ye. Divê li hemû welatên ku Kurdistan li nav e bi hevdemî danûstandinek ji bo aştiyê pêk were. Herwiha teqez kir ku aşîtî bê azadiya Rêber Abdullah Ocalan nabe.

Corbyn her wiha spasiya gelê Kurd kir ku piştevanî di erdhejê de ji bo mexdûran dike û bi gotina “Bijî gelê Kurd” dawî li axaftina xwe anî.