Rojnameya Ronahî

’Ambargoya hikumeta Şamê xebatên tendirustiyê asteng dike’

Endama Heyva Sor a Kurd ya herêma Efrînê Sekîne Erebo da zanîn ku jinên cihê xwe di Heyva Sor de digirin di van geşedanên dawiyê de ji bo jin û zarokan bûn bersiv. Herwiha diyar kir ku ambargoya hikumeta Şamê ji xebatên tenduristi re dibe asteng.

 Zana Roj/ Şehba

Ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re û bi cihbûyîna gel di nava kampan de, gelek pirsgirêkên tendirustî derketin holê, bi taybet jî ji aliyê jin û zarokan ve.  Yekem rêxstina tendirustiyê ya ku ji bo xizmeta gel kededeke mezin da û hîn jî dide, Heyva Sor a Kurd e.

Heyva Sor A Kurd li herêma Şehbayê ji bo her rewşê dibe bersiv û heta dawiyê xizmeta gel dike. Taybet di dema belavbûna nexweşiya Korona de, herwiha di êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên domdar yên ser herêmê de, Heyva Sor a Kurd her dem seferber bû. Herî dawiyê, ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya  ku li Bakurê Kurdistanê rû da û ziyaneke mezin da gelek herêmên Sûriyê, Heyva Sor a Kurd careke din seferber bûye û xizmeta gelên herêmê dike. Wekî li her qadên li Rojava, di xebatên Heyva Sor a Kurd e jî, rola jinê sereke ye û bûya xwedî ezmûn.

Derbarê kar û xebatên Heyva Sor a Kurd, piştî erdheja 6’ê Sibatê û rola jinê di nava xebatên heyva Sor de, endama Heyva Sor a Kurd li herêma Şehbayê Sekîne Erebo ji me re axivî.

’Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya gel seferber bûye’

 Sekîne diyar kir ku piştî çêbûna erdheja 6’ê Sibatê, Heyva Sor a Kurd bi hemû hêza xwe ji gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê re, herwiha ji gelên Şehbayê re bûn alîkar û wiha got: “Piştî karîseta erdhejê ku di encama wê de gelek herêmên Sûriyê jî zerarên mezin dîtin, Heyva Sor a Kurd him li Bajarê Helebê û him jî li Şehbayê dest bi alîkariya gel kir. Herwiha ji bo tedawiya birîndarên erdhejê û belavkirina alîkariyê,  Heyva Sor a Kurd derbasî gelek taxên Helebê bûn. Tevî derfetên kêm jî, Heyva Sor bi karekî mezin rabû û wekî her car ji bo xizmeta gel seferber bû. Cihê pêwîstiya gel bi alîkariyê hebe, Heyva Sor a Kurd hewil dide bibe çare.”

Sekîne da xuyakirin ku rola jinê di nava Heyva Sor a Kurd li herêma Şehbayê de serekeye û wiha domand: “Jin li Rojava di her aliyî de bûye pêşeng, di nava xebatên Heyva Sor a Kurd e jî, rola jinê sereke ye. Li herêma Şehbayê hejmara jinan di Heyva Sor a Kurd e bi gişt niha 30 jinin.  Ji ber vê yekê jî piştî erdhejê barê ku ket ser milê jinan girantir bû. Komên(ekîbên) Heyva Sor yên  jinan piştî erdhejê, li taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê jî, ji bo  destekdayînê dest bi ziyareta malbatên ku zirar dîtine kirin. Herwiha ji bo zarokên biçûk şîr belavkirin. Tevî ku hejmara wan ne zêde ye jî,  lê di tavahî beşên alîkariyê de di rewşa heyî de,  roleke sereke lîstin.”

 Ambargoya hikumeta Şamê

Sekîne anî ziman ku Hikumeta Şamê bi riya ambargoyê dixwaze xebatên tenduristiyê tengav bike û wiha domand: “Ev 5 mehin hikumeta Şamê ambargoya li ser herêma Şehbayê girantir kiriye, derman û alavên tendirustiyê li Şehbayê pir kêm bûne. Herwiha gelek cûreyên dermanan qet neman e.  Piştî erdhejê rewşa mirovî zêdetir xerab bû, di merheleyekê de ku alîkariya mirovî pêwîstiya herî bingehîn e, hikumeta Şamê ambargoya li ser herêma Şehbayê didomîn e û nahêle alîkariya mirovî derbasê herêm bibe.  Herî dawiyê Rêveberiya Xweser jî bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoya li ser  herêma Şehba û taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rake, lê Hikumeta Şamê kiryarên xwe yên ne mirovî dewam dike.”

’ Divê deriyên alîkariya mirovî were vekirin’

Endama Heyva Sor a Kurd Sekîne Erebo banga rêxistinên mirovî û tendirustî yên cîhanê kir ku  ew jî hewl bidin ku deriyê alîkariyên mirovî ji bo herêma Şehbayê bên vekirin û axaftina xwe wiha qedand:  “Di bin ambargoya Hikumeta Şamê de gelê herêmê di şert û mercên gelek zehmet re derbas dibin. Em weke endamên qada tenduristiyê li herêma Şehbayê banga rêxistinnên mirovî û  yên tendirustiyê yên cîhanê dikin ku bi erkên xwe rabin û bang bikin ku deriyê alîkariya mirovî ji bo gelê Şehbayê vekin.”