Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hemû hêza xwe berdewamin

18/02/2023
in NÛÇE
A A
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hemû hêza xwe berdewamin
Share on FacebookShare on Twitter

Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê  bênavber dewam dike, tevî ku rêjîma Îranê li hemberî serhildêran şidet, girtin û kuştinê jî dike, serhldan bi biryardariyeke mezin didome.

Navenda Nûçeyan

Piştî qetilkirina keça Kurd ya bi navê Jîna Amînî di 12’ê Îlona sala 2022’yan de ji aliyê polîsên hîcab ên rêjîma  Îranê ve, jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di bin dirûşmeya ’JIN JIYAN AZADÎ’ dest bi xwepêşandan kirin, xwepêşandan veguherîn serhildan û li tevahiya Rojhilatê Kurdistan, Îran û cîhanê jî belav bû. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li tevahiya cîhanê hatiye nasîn û deng vedaye, 5 mehan temam dike. Tevî ku rêjîma Îranê li hemberî serhildêran kuştin, girtin û darvekirinê jî dike, lê serhildêr bi biryardariyeke mezin serhildana gel didomînin û gavan bi paş ve navêjin.

Di 17’ê Sibatê de tevî ku hêzên rêjîma Îranê  gelek leşker anîne parêzgeha Sîstan û Bilucistan , herwiha tevî rewşa seqemê jî,li bajarên weke Zahîdan û Xaş meş û xwepêşandanên mezin hatin li darxistin. Xwepêşanderan li dijî kiryarên rêjîma Îranê dengê xwe bilind kirin. Her wiha xwepêşanderan  daxwaza azadkirina girtiyên serhildanê  û bidawîanîna pêgavên girtin û vexwendina çalakvanan ya ji bo dadgehê kirin.

Di heman çarçoveyê de di 17 Sibatê de li bajarên Sine û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî girtina melayên ku piştgiriya xwepêşanderan kiribûn, xwepêşandan hatin li darxistin.

Li gundê Nenele yê bajarê Sine jî ,li ber mizgefta gund çalakî hat li darxistin û nerazîbûn li dijî siyaseta zext û tesfiyekirinê ya rêjîma Îranê hat nîşandan. Her wiha xwepêşanderan daxwaza berdana Mela Îbrahîm Kerîmî Neneleyan kirin ku ji beriya 3 heftiyan bi tewambariya  piştgiriya xwepêşandanan kiriye, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibû girtin.

Herwiha li bajarê Serdeştê jî  xelk li dijî girtina melayê mizgefta gundê Marexan Mela Fethula Rostemî kombûn û daxwaza serbest berdana wî kirin. Mele Fethula Rostemî deam refaqetiya karwanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên bajarê Xoy’ê dikir, li xala kontrolê ya bajarê Urmiye ji aliyê rêjîma  Îranê ve hat binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.

Di 17’ê Sibatê de li bajarokê Galîk a ser bi parêzgeha Gulistan ve li dijî ji kar dûrxistina melayê bajarê Azadşehîr Mela Mihemed Hisên Gurgîc, xwepêşandan hat li darxistin.

Li gorî rapora Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ku di 16’ê Sibatê hat weşnadin, di şeş mehên borî de 71 jê zarok  herî kêm 529 xwepêşander,  ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine qetilkirin, 19 hezar û 763 kes hatin girtin û  ji 14 hezar û 698 kesan re jî cezayê girtîgehê hatin dayîn. Di berdewamiya raporê de hatibû  diyar kirin ku 791 kes di dadgehan de  hatinê cezakirin, 4 çalakvan hatiye darvekirin  û ji kesên hatin girtine 107 kes bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.