Rojnameya Ronahî

Komîn çiye û pêwîste çawa tevbigere?

Darîn Silê/Dûaa Yûsif

Komîn çiye, erkên wê çine û pêwîste her komîn li ser kîjan bingehî kar, xebat û pirsgirêkên taxê çareser bike, herwiha civakê çawa bi rêve bibe?

Komîn wek stûnê civakê ye. Bi rêya kominan pirsgirêk û xizmetguzariya pêvîst civak bixwe di nava xwe de çareser dike. Bi destpêka avakirina komînan li bakur û rojhilatê Sûriyê, gelên herêmê hewl da vê tecrubeyê bi pêş bixin û çalek bikin. Herwiha gel bi rêya komînê wekhevî û hevgirtinê ji xwe re esas digire û afirîner pêş dikeve. Lewra komîn nimûneya civaka birêxistinkirî ya li derveyî çarçoveya dewletê ye.

Komîn roleke giring di hevgirtina civakê de dileyze, erkeke wê ya sereke jî parastina vê hevgirtinê ye. Komîn ne tenê di nav bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê de hatine avakirin, di nav gund û kampên penaberan de jî hatine avakirin. Herwiha erka wê ew e ku civakê bi rêxistin bike, ji ber ku bingeha Netewa Dîmokratîk û nûnertiya azadî, wekhevî û edaletê ye.
Ji ber ku komîn nîşaneya jiyana komînal û wekheviyê ye. Pêwîste her komîn di taxa xwe de kar û barê civakê û xizmetguzarî, belavkirina mazot, xaz, paqijî, alîkariya welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên wan di milê madî û manewî de, pêk bîne. Herwiha her mehê civîn ji malbatên taxê re çêdike. Di civîna de rewşa dawî ya taxê, daxwaziyên gel û pêşniyarên malbatan werin diyarkirin û pêdiviyên wan werin peydekirin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê, xebatên komînan û rêxistinkirina civakê dewam dike. Herwiha komîn li gor cografiya taxan hatine avakirin. Her 100 yan 150 mal di hundirê komînekê de cihê xwe digrin. Herwiha ji destpêka şoreşa Rojava ve û heya roja îro, gel bi pêşengiya van kominan de li ser bingeha parastina rewa, parastina xwe dike.

Beriya ku komîn werin avakirin tu xizmet di nava taxan de nedihat kirin, piştî komînan pêdivî, xizmet û rêxistina gel di nava taxan de pêk tê. Li gorî komîna taxê xizmet tê kirin. Herwiha ferq û cûdahî di navbera her komînê de heye. Lewra hin komîn hene xebata xwe bi awayekî çalek û sîstematîk dimeşînin; di nava taxê de tevayiya pirsgirêkan çareser dikin û malbatan bi rêxistin dikin. Taxên ku komînên çalek li gor taxên din ji hemû aliyan ve rêkûpêktir e, herwiha kêmtir piskirikên wan hene. Mixabin taxên ku rola komînê tê de lawaz be ew tax her di nava pirskirêkan de ye û bê rêxistinkiriye. Ev bandorê hem li taxê, li malbatan û li derdorê jî dike. Ji bo wê jî dema ku karê komînê ne serkeftî be, jiyana li wê tax jî serkeftî nabe.

Derbarê kar û xebata komînan de Hevserokê komîna Şehîd Mistefa ya li taxa Hilêliyê Şivan Hesen Hisên bal kişand ser rola komînê û giringiya wê ya di nava taxê de wiha nirxand:”Ya herî girîng di nava xebata komînê de hişyarkirina li ser rewşa ewlehiyê ye û rêxistinkirina civakê ye. Pêwîste komîn rewşa heyî bi civakê bide naskirin. Herwiha civakê li ser vê rewşê hişyar bike û wan perwerde bike; bi malbatên taxê re alîkar be û çi pirsgirêk derkeve holê, bi rêya komînê û yekgirtina civakê bê çareserkirin.

`Pêwîste komîn bi malbatan re alîkar be`

 Şivan da zanîn ku ne tenê di milê perwerdekirinê de, pêwîste di milê xizmetguariyê de jî komîn çalak be û wiha pê da çû: “Di taxê de hin malbat hene rewşên wan yên taybet hene, pêwîste komîn bi wan malbatan re alîkar be û wan bişopînê. Herwiha divê bi malbatên taxê re pêvistiyên malbatên wisa heya astekê bên pêşewazîkirin.”

Şivan bîr xist ku pêwîste hevserokê komînê erka xwe baş pêk bîne û di her alîde civaka xwe esas bigre. Da ku komîn û civak bi hev re taxê bi rêve bibin û ew tax jiyaneke hevbeş û durist bijîn.

Hevserokê Komîna Şehîd Mistefa di dawî de got erka parastina civakê ne tenê li ser milê komînê ye, ev erka welatiyane jî. Ji ber ku xebata komînê ji bo misogeriya parastin û rehetiya gel e.

`Bi rêya komînê çareseriya her tiştî tê dîtin`

 Welatiyê bi navê Ziyad Cemîl Mehmûd yê ji gundê Navkurê yê girêdayî bajarê Qamişlo ku ji komîna wan ya gund, bi navê Şehîd Devrim tê nasîn, li ser xebata komînê û tevgera wê di nava gund de wiha axivî: “Dema pêwîstiya me bi tiştekî hebe em berê xwe didin komînê, da ku pêwîstiya me pêk bîne. Herwiha tevayiya pirsgirêk û nakokiyên gund bi rêya komînê tên çareserkirin.”

Ziyad destnîşan kir ku welatiyên li gund tev ji komînê kêfxweşin û pê re alîkarin. Herwiha got, şopandina komînê ji gund re heye. Ji ber ku komîna me bi awayekî rêxistinkirî kar dike. Jiyaneke rêxistinkirî di gundê me de heye. Tevayiya malbatên li gund bi rehetî jiyana xwe derbaz dikin û bi rêya komînê çareseriya her tiştî tê dîtin.

`Erka birêxistinkirin û birêvebirina civakê tev dikeve ser milê Komînê`

 Welatiya bi navê Hemrîn Şêxo ya ji taxa Kornîş jî behsa komîna li taxa wan ya bi navê Şehîd Qendîl kir û wiha got: “Komîna me tenê di milê belavkirina mazot û xazê de erka xwe pêk tîne. Lê erka wê ne tenê mazot û xaze, gelek erkên wê hene. Erka birêxistinkirin û birêvebirina civakê tev dikeve ser milê komînê.”

Hemrîn di berdewamiya axaftina xwe de got, komîna me di milê xizmetguzariyê de pir lawaz e û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dema em diçin komînê ji bo pirsgirêkek yan ji bo pêwîstiyekê, erka xwe pêk naynin û pirsgirêka me çareser nakin. Ji havînê de ez binesaziya avê li taxa me xirab bûye û em bê avin. Me pirsgirêk gihandiye komînê lê, heta niha komîn ti çareserî ji me re nedîtiye û li ser vê yekê nesekiniye.”

Hemrîn di dawiyê de got, em bi hêvîne komîn baş erka xwe pêk bîne da ku malbat jî pê re alîkar bin û li ser bingehê jiyana komînal jiyana xwe bi rêve bibin.

`Pêwîste kesên ku li ser komînê disekinin karê xwe baş bikin`

 Welatiya bi navê Henan Simaîl ku girêdayî Komîna Şehîd Orhan da xuyakirin ku komîn karê xwe baş nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komînê berê guh nedida gazincên me û pirsgirêkên me çareser nedikir. Herwiha malbatên taxê nedişopand. Ji ber wê jî em êdî ji bo çareserkirina nakokiyên xwe nadiçûn komînê. Herwiha got, danûstandina komînê bi welatiyan re ne başe bû. Lê, niha hevserok hatiye guhertin û rewşa komînê û ya taxê baştir bûye. Ji ber wê jî, pêwîste kesên ku li ser komînê disekinin karê xwe baş bikin. Lewra, ev kes civakekê bi rêve dibin.”

Li ser vê hevserokê Komîna Şehîd Orhan yê nû Ehmed Yûnis da zanîn ku hevseroka komînê ya berê karê xwe baş pêk nedianî. Herwiha bal kişand ser girîngiya komunê ji bo pêşxistina hişmendiya çandî, civakî, xurtkirina têkiliyan û hezkirina di nav gel de û got, Emê hewl bidin têkîliyên komîn bi gel re ji nûve ava bikin û xebat û pêwîstiiyên taxê pêk bînin.

`Emê rihê civakî di nava komînan de xurttir bikin`

 Li gorî komîteya Şopandinê ya kantona Qamişlo diyar bû ku hezar û 200 komîn li kantonê hene û tev di bin çavdêriya komîteyê de ne.

Ji bo ku em hê zêdetir xebatên komînan nas bikin Berdevka komîteya Şopandinê ya Kantona Qamişlo Nisrîn Ferman jî li gorî şopandina wan ji komînan re wiha axivî: “Komîteya me ya şopandinê her demê komînan dişopîne. Li gorî şopandinê diyare ku rihê têkiliyên civakî li komînan kême. Jixwe têkîlî bingeha komînê ye. Pêwîste têkîliyên komînê xurtbin û bi rêya têkîliyan civakê bi wê komînê bi rêve bibe. Ji bo wê jî niha em hewl didin ku serdana tevayiya komînan bikin û rihê civakî di nav wan de xurttir bikin. Herwiha da ku danûstandina komînê bi malbatan re zêdetir bibe. Da ku malbat û komîn bi hevre êş û birsgirêkên xwe çareser bikin.”

Nisrîn Ferman di dawiyê de got, Komîteyê şopandinê ya bajar her mehê civîn ji komînan re çêdike û rewşa wan dişopîne, herwiha dema pirsgirêkên mezin hebin bi rêya komîteyê tê çareserkirin.