Rojnameya Ronahî

Hebûna wan ne ji bo aramiya civakê ye!

Dilyar Cizîrî

Di berbanga roja 6’ê sibatê de xelk di xewnên pêşerojê de bû. Gelê Sûriyê di xwenên xwe de dît ku piştî şerê 12 salan, aramî pêk were; êş û azerên wan hemû çareser bibin. Her kes vegere warê xwe!

Gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî di xewna xwe de dîtin, şerê 40 salî radiweste. Aramî pêk tê û hemû pirsgirkên wan ên aborî, civakî û siyasî çareser dibin. Di kêliyên xewnan de erd hejiya! Di kêliyekê de mirinê bayê zivistana sar himbêz kir û li her derê belav bû. Her kes li nav hev ket, êdî kes nema kesî nas kir. Bobelatek bi êş û herî dijwar bû. Li gorî daneyan nêzî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û bi 100 hezaran kes hê jî di bin kavila de ne. Bi deh hezaran jî birîndar bûne. Gelek kesên di giraniya xewnên xwe de man, hîn û hîn jî windane.

Di roja yekem a bobelatê de her kes matmayî mabû û kesî bawer ne dikir xezeba erdê ewqas dijwar e. Her kesî kêliyên bi êş û dijwar jiyan kirin. Ên dûr jî di bin bandora dîmen û wêneyên ji cihên bobelatê di hindirê xwe de êşiya û hîn jî dêşe.

Di rewşeke wiha de KCK’ê banga sekinandina çalekiyan li hemû hêzên leşkerî kir. NPG’ê demil dest bersiv da û rawestandina hemû çalakiyan ragihand. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tankerên alîkariyan anîn dergeha sînorê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, xwest ew alîkariyê zûtirîn dem de bighêjin xelkê.

Komên çete rê ne dan ew alîkarî derbasî herêmên bombelatê werin kirin. Ew alîkariyên piraniya wê sotemenî bû, di saetên destpêkê de ji bo xebitandina kepçer û alavên rizgarkirina kesên asê mabûn, pir giring bû. Lê ne hiştin ew derbas bibin. Ev jî bû sedema hejmara mirinan hîn zêdetir bibin.

Di heman demê de dewleta Tirk a şûna rawestandina çalakiyan a KCK’ê erênî bibersivîne, berûvajî vê êrişên xwe dewam kir. Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî dewam kir. Bi balafirên bê mirov, top û her wekî din êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dewam kirin.

Li aliyê din jî di mijara rizgarkirinê û belavkirina alîkariyan de pir nijatperestî, cûdaxwazî û her rêbazên kirêt hatin meşandin. Ev bi taybet li dijî xelkên Sûriyayê û li herêmên Kurdistanê jî heman tişt hate kirin.

Li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk û bi taybet li Cindirêsê, dîmenên pir bi êş derketin. Di wir de jî aşkere diyar bû, kurd hatine paşguhkirin, alîkarî li wan nayên belavkirin. Heta di mijara xebatên rizgarkirin û veşartina cenazeyên miriyan de jî, ev cûdaxwazî pir li pêş bû.

Me jî wisa hêvî dikir ku piştî vê erdhejê û bobelata bi serê xelkê hatî, wê rayedarên dewleta Tirk, komên çeteyên girêdayî wan û heta hikûmeta Şamê, di nerîna xwe de hinek guhertin çê bikin. Lê mixabin diyare ku hişmendiya serdest û dagirkeran tu car nayê guhartin. Lewma hebûna wan ne ji bo aramiya civakê ye!