Rojnameya Ronahî

Hunermendê Kurd: Emê bi hunera xwe bibin bersiva Komployê

Darîn Silê/Qamişlo

Hunermend Delîl Mîrsaz da zanîn ku Tekoşîna Rêber Apo vejandina çand û mîratê berê ye û got, em hunermend wê bi hunera xwe bibin bersiva komployê û em ê xwedî li çand û fikrê Rêbertî derkevin.

Her welat bi çanda xwe tê nasîn. Welatê Kurdistanê jî di warê çand û hunerê de pir dewlemend e. Li bakûr û rojhilatê Sûriyê tevî zor û zehmetiyan, herwiha bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşketineke mezin di warê çandê de çê bû.

Şaristanî ji çandê dest pê dike û di nava çandê de her tişt geş dibe. Di çand û huner de hest şîn dibin û bedewî tê afirandin. Ji ber wê divê mirov çanda xwe pêş bixe û derfetê nede desthilatdaran ku rehên civakê lewaz bikin. Çimkî bi windabûna çandê, netew jî winda dibe.

Di dema deshilata Be´es de, Kurdan nedikarî li ser çanda xwe bijîn. Li bakur û rojhilatê Suriyê, berî ku şoreş dest pê bike ti kesî girîngî nedida çand û hunera xwe. Lê piştî destpêkirina Şoreş Rojava, belavkirina fikir û ramanê Rêber Apo yên derbarê çandê de, gel nêzî çanda xwe bûn û ji wê demê ve hunera xwe bi pêş dixin û li çanda xwe xwedî derdikevin. Ji bo wê jî bandora fikrê Rêber Apo pir li ser çand û hunera kurdî heye. Herwiha bi rêya fikrê wî cevherê çanda gelan zindî bû û jiyaneke hevbeş li ser bingehê Netewa Demokratîk tê jiyên.

Derbarê berdewamkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora fikir û ramanê Rêbertiyê li ser çand û hunera kurdî, hunermend Delîl Mîrsaz nêrînên xwe ji me re anî ziman.

Hunermend Delîl Mîrsaz ku ji zaroktiya xwe ve dest bi karê hunerê kiriye û di gelek komên çandê de cîh girtiye, heta niha jî bi hunera xwe ve girêdayî ye û ji wê demê ve nêzî sed stiran û helbestên bi gelek zimanan çêkirine.

`Têkoşîna Rêber Apo vejandina çand û mîratê berê ye`

Delîl destnîşan kir ku fikrê Rêber Ocelan bandorekî mezin li ser xebata çandê kiriye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Destpêkirina Têkoşîna Rêber Apo vejandina çand û mîratê berê ye. Herwiha bi saya fikrê Rêbertî û bandora wî li ser çandê, tevayiya pêkhateyên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, li hev kom bûn û bi hev re yek berhemî çêdikin.”

`Piştî belavbûyîna fikrê Rêber Apo xabatên çandêxurt bûn`

Delîl behsa ferq û cûdahiya di canda beriya Şorşê û ya niha kir û wiha got: “Dagîrkeran di warê çandê de heta asteke jor xirabûyîn çêkiribûn û tiştekî kurdan nehiştibûn. Ji bo wê jî li Sûriyê, çanda kurdan ji holê hatibû rakrin, nasnameya kurdan jî hatibû windakirin. Wê demê stranên bi kurdî jî tev hatibûn qedexekirin û nedihatin qeydkirin. Lê her çiqasî dagîrkeran hewl dan jî, nikarîbûn çand û dîroka me kurdan ji holê rakin. Lewra çanda me ya berê pir dewlemende bû û fikr û ramanên me jî, ji Rêber Apo hatiye girtin. Herwiha ne ji fikir û ramanê Rêberîtî bûya, me niha nikarîbû xebat û têkoşînê bikin û li ber xwe bidin. Ji bo wê jî piştî şoreşê û piştî belavkirina fikrê Rêbertî, hunermendên kurd li hunera xwe vegeriyan; gavên pir mezin di warê çandê de hatin avêtin. Heriwha li xwe vegera û li ser koka çanda xwe xebatek bi heyecanekî mezin hat kirin.”

`Em bi rêya hûnera xwe li fikirê Rêbertî û li çanda kurdî xwedî deredikevin`

Delîl di berdewamiya axaftina xwe de got, jimareke baş stran li ser rêbertî ji aliyê gelek hunermendan ve hatiye çêkirin. Gelek komên hûnerî yên Rojava, Başûr û yên Rojhilat, stran li ser rêbertî çêkirine û ev stran ne bi zimanê kurdî tenê, bi gelek zimanan hatine çêkirin. Heta niha jî em hunermend, stranên li ser rêbertî amade dikin. Herwiha em bi rêya stranên xwe li fikir û felsefeya rêberê xwe û li çand û hunera xwe ya ku bi sayê fikrê Rêbertî vegeriyayî cevherê xwe, xwedî derdikevin. Hewldanên me yên pêşxistina vê çandê jî berdewam in.

`Emê şopdarên çanda xwe bin`

Delîl bîr xist ku dijmin ne bi Komploya li ser Rêber Ocelan tenê, bi tang û topên xwe jî êrişî çand û nasnameya wan dike û axaftina xwe wiha qedand: “Dijmin her tim dixwaze ku me ji çand û hunera me dûr bixe. Lê çi dike bi ser nakeve. Lewma li hemberî kiryarên wê bi qehremanî têkoşîn tê kirin. Êrişên ku niha jî li ser xaka me tên kirin, tev bi armanca qirkirin û tinekirina çanda me tên kirin. Em dibînin dema Dewleta Tirkî ya dagîrker êrişî herêmên me dike, destpêkê êrişî çanda me dike. Niha li bajarên me yên dagîrkirî weke Efrîn û Serê Kaniyê, dagîrker ji her alî ve çanda me ji holê radikin. Bi qutkirina darên zeytûnan, ji holê rakirina berhemên dîrokî û hwd. Çanda me qir dikin. Lê her ku erişî çanda me dikin, em tekoşîna xwe ya parastinê xurttir dikin. Ji bo wê jî emê li çanda xwe xwedî derkevin, bi taybetî li keda Rêberê xwe û dayîkên ku mîrasa me parastine. Emê şopdarên çanda xwe bin. Lewra çand hebûn û nasnameya mirovan e; di jiyana mirovan de tişta herî pîroz û binirx e.”

`Emê bibin bersiva komployê û xwedî li çanda rêbertiyê derkevin`

Mîrsaz axaftina xwe wiha domand: “Divê herkes li çanda xwe xwedî derkeve, bi taybetî divê jin çanda xwe pêş bixin û kevneşopiyên dayîkan biparêzin. Çimkî pêşengên vê çandê jin in.”

Hunermend Delîl Mîrsaz di dawiya axiftina xwe de bang li azadîxwaz, helbestvan, hunermend û rewşenbîran kir ku erkê xwe ya niştimanî û exlaqî li hemberî gelê xwe bi cih bînin û destkeftiyên tekoşîna azadiyê biparêzin û got, eger em bi rastî dixwazin bibin hunermend, divê em destpêkê Rêbertî baş nas bikin û fikrê wî bixwînin.