Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Berxwedana  xeta Apoyî armanca Komployê têk bir’

15/02/2023
in ROJEV
A A
’Berxwedana  xeta Apoyî armanca Komployê têk bir’
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan yê herêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed da zanîn ku Rêber Ocalan bi pirojeya xwe ya azadiya gelan bû rêberê gelên azadîxwaz yên cîhanê û got, ji ber ku Rêber Apo gelên azadîxwaz temsîl dike bû armanca hêzên desthilatdar yên ku li ser xwîna gelan jiyan dikin.

 Zana Roj/ Şehba

Derbarê  salvegera 24’an ya Komploya Navneteweyî ya li dijî  Rêber Abdullah Ocalan endamê Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan ya herêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed, ji rojnameya me re axivî.

Ednan diyar kir ku hêzên komploger bi riya Kompiloya Navneteweyî  xwestin cîhanê ji fikrên azad û demokrasiyê qut bikin û wiha domand: “Di sedsala 21’an de vejîna raman û fikrên demokrasî yên ji bo azadiya gelan derket holê, ji bo têkbirina fikrên kapîtalîzmê û azadiya gelan,  fîlozof û Rêberê Gelan yê serdemê Rêber Ocalan felsefeya azadiyê li cîhanê belav kir. Lê ji bo ku felsefeya wî nekeve xizmeta gelan de, hêzên desthilatdar li hember Komployekê ku dîrok li hember şerim bike, pêk anîn û Rêber Apo radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.”

’Destê PDK’ê jî di Komployê de hebû’

Ednan anî ziman ku ji ber Rêber Ocalan neket bin xizmeta sîstemên navneteweyî yên desthilatdar de, hêzên navneteweyî bi hemû hêza xwe  li hember raman û fikrên Rêbertî sekinînin  û wiha domand: “Di dîrokê de gelek kesayetên kurd ji doza azadiya gelê Kurd derketin û têkoşîn kirin e. Piraniya wan jî, bi destên dijminên Kurdan û bi alîkariya hin kurdên xayîn hatin tesfiye kirin. Partiya Demokrata Kurdistan PDK’ê jî mînaka Kurdên xayîn e ku ji ber wê ji aliyê dijminê Kurdan ve tê qebûl kirin. Herwiha rola wê di Komploya Navneteweyî de jî hebû. Rêber Ocalan bi pirojeya xwe ya Netewa Demokratîk ne tenê doza azadiya Kurdistanê dide meşandin, ji bo tavahî gelên bindest  bû riya azadiyê .”

’Tevgera Apoyî bi xwînê hatiye avdan, gav paşda avêtin ne pêkan e’

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed tekez kir ku tesfiyakirina Pergala Azadiyê wê ne pêkan be û axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca hêzên kompiloger  ew e ku îdeolojî û xeta ku Rêber Ocalan ji me re daye diyarkirin, pûç bikin. Lê bi xabat û destkeftiyên ku hatine bidesxistin, tavahî cîhan û di serî de dijminên xeta azadiyê tekez kirin ku armanca Komploya Navnetewî vala hat derxistin. Em ê careke din ji cîhanê re tekez bikin ku riya azadiyê û Tevgera Apoyî bi xwînê hatiye avdan û gav paş ve avêtin ne pêkane.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.