Rêveberê Destgeha Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê diyar kir ku armanca Komploya Navneteweyî tekbirina rihê serkeftinê yê ku Rêber Apo di gelên bindest de afirandi ye û got, Rêberê ku bi milyona mirov li ser fikrê wî dimeşin tekez wê fîzkî jî azad bibe.
Navenda Nûçeyan
Di 15’ê Sibata 1999’an de, di encama Komploya Navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kenyayê hat revandin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Di komployê de gelek hêzên navneteweyî û herêmî jî, beşdar bûn. Ji wê demê û heta niha Rêber Ocalan bê navber tê tecrîdkirin, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî hatine qedexekirin. Ji bo rakirina Tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê, herdem li qadaninin û hêrsa wan ya li dijî komplogeran gihiştiye lûtkeyê. Hejayî bîraninê ye ku herî dawî welatparêzên Kurd yên Bakurê Kurdistanê Veysî Taş û Mihemed Akar jî, ji bo rakirina tecrîdê laşê xwe dan ber agir û şehîd bûn.
Derbarê salvegera Komploya Navneteweyî rêveberê Destgeha Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê, ji rojnameya me re axivî.
Kadar Pîrê diyar kir ku beriya mirov bipirse çima Komployeke navneteweyî li ser Rêber Abdullah Ocalan çêbûye, divê mirov li pêşiya gelek pirs û banîşanan bisekine û axiftina xwe wiha domand: “Rêber Ocalan ne tenê Rêber e, ew fîlozof û ramangere jî. Ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê dike, ji bo tevahiya gelên bindest tekoşîn dike. Fikr û felsefeya azad ya Rêber Ocelan ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên bidest bû çira azadiyê. Projeya Rêber Abdullah Ocelan ya Neteweya Demokratîk, li ser bingeha xwiş û biratiyan gelan, wekhevî, demokrasî û adalet di nava civaka Kurd e pêş xist. Armanca sereke ya komployê, tekbirina projeyên demokratîk û rihê serkeftinê yê ku Rêber Apo di gelên bindest de afirandi ye.”
’Mirovê ku rihê serkeftinê di gelê xwe afirandiye, teslîm nabe’
Kader Pîrê da zanîn ku ji ber tirsa komplogeran ya ji belavbûna fikrên azad, tecrîda giran li ser Rêber Ocalan ferz dikin û wiha got: “Ji ber tirsa hêzên desthilatdar yên komoploger ji fikrên Rêber Ocalan, ev 24 salin tecrîdê li ser feriz dikin. Ji tevahiya mafên xwe yên mirovî bê par maye. Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku kesê îradeya serkeftinê di gelê xwe de afirandiye, tu caran bin nakeve. Lewma her ku diçe tecrîdê girantir dike û hewil dide Îradeya gelê Kurd têk bibe.”
’Fikrên Rêber Ocalan li cîhanê belav bûye’
Pîrê da zanîn ku armancên Kompoloya Navneteweyî ya li ser rêber Apo têkbirina fikrên azad bû û got, Tevî ku Rêber Apo fîzikî di gîrtîgeha Îmraliyê de dîl girtiye jî, fikr û felsefeya wî li her devêrê cîhanê belav bûye û ji gelên bindest re bûye çira azadî û serkeftinê. Gelek rewşenbîr û hiquqnasên ji gelên cûda dibêjin; ’Cihê serbilndayiyê ye ji gelê Kurd re ku Rêber Ocalan Kurd e, tevî ku ew Kurde lê ji bo azadiya tevahiya gelên bidest têkoşînê dimeşîn e. Ew kilîta çareseriya pirsgirêkên bêçare yên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.’”
’Rola hêzên navneteweyî di komployê de sereke bû’
Pîrê da xuyakirin ku hêzên komploger bi revandina Rêber Ocalan ji Kenya yê tevahiya zagonên navneteweyî bin pê kirin û wiha got: “Di komploya Navneteweyî de gelek hêzên navneteweyî beşdar bûn . Van hêzan bi revandina Rêber Ocalan ji paytexta Kenyayê (Nîrobiyê) tevahiya zagonên navneteweyî bin pê kirin. Herwiha dadgehên Tirkiyê di dema dadgehkirina Rêber Ocalan de, ne zagonên navneteweyî û ne yên Tirkiyê, pêk anîn. Jixwe ne qanûni ye ku Rêber Ocalan bê dadgehkirin. Ji ber ku Rêber Ocalan Gelê Kurd bi giştî temsîl dike û nabe gelek bê dadgehkirin. Hêzên Rojavayî ku qaşo bi navê demokrasiyê bang dikin, ji bo berjewendiyên xwe bûn hevkarê komployê û di qirkirina gelê Kurd de xwedî rolin.”
’Divê gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê têkoşînê bilind bikin’
Rêveberê Destgeha Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê da xuyakirin ku Rêberê ji bo azadiya wî mirov canê xwe didin ber agir û bi milyonan mirov li ser fikrê wî kar û xebatan dimeşînin, tekez wê fîzîkî jî azad bibe û wiha axiftina xwe qedand: “Bi dehan mirovan ji bo azadiya Rêber Ocalan canê xwe dan ber agir û şehîd bûn, bi hezaran mirov jî li ser fikrên wî ji bo azadiyê tevlê nava refên leşkerî dibin; bi milyonan mirov bi felsefeya wî tevdigerin û xebatê dikin. Ji ber wê Rêberê ku ewqas bandor kiriye û hîn jî dike, tekez wê fîzîkî jî azad bibe. Ji her demê zêdetir ji gelê kurd û gelên azadîxwaz tê xwestin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan asta têkoşînê bilind bikin, gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê deyndarên Rêber Apo ne û divê ji bo azadiya rêber Ocalan yek deqeyê ranewestin.”





