Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Rojava bi her awayî mînak e

19/07/2018
in Uncategorized
A A
Şoreşa Rojava bi her awayî mînak e
Share on FacebookShare on Twitter

KNK’ê salvegera 6. a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf bi serkeftî dewam dike. KNK’ê wiha got, “Şoreşa Rojava ne tenê di warê parastin û lehengiyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser û nêzîkatiya demokratîk a li hemû gel û baweriyan bûye mînak.”

KNK’ê salvegera 6. a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf, di şeşemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike.
Desteya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 6’an a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kir, peyamek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gava pêşî li Kobanê hate avêtin û piştî azadkirina Kobanê, pêngav bi azadkirina Dêrik û Efrînê berfireh bû û gav bi gav li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû.
KNK’ê destnîşan kir ku ev pêşveçûn û Şoreşa Rojava berdewam e û diyar kir, li gel vê yekê êrîşên li ser Rojava û bi giştî Bakurê Sûriyeyê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî dewam dikin.
ŞERÊ AZADIYÊ DEWAM DIKE
KNK’ê bi bîr xist ku dewleta Tirk, bi erêkirina Rûsyayê û çavlêgirtina hêzên din ên navneteweyî, serê vê salê êrîşê Efrînê kir û dagir kir. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Li herêma Efrînê gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bê hempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û tehdîtên xwe berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi her awayî êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.”
Desteya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan bi pêş ve hatiye xistin û got, “Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayin. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî.”
ŞOREŞA ROJAVA BÛ MÎNAK
KNK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê di warê parastin û lehengiyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser û nêzîkatiya demokratîk a li hemû gel û baweriyan bûye mînak û wiha dewam kir: “Bi taybetî li hember sîstemên herêmê yên kevn û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jina azad, bûye mînakek cîhanî û bala tevahiya cîhanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava de kete rojeva cîhanê û bi baldarî tê şopandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf, di şeşemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike.
KNK’ê şeşemîn salvegera Şoreşa Rojava li şervanên azadiyê û gelê Kurdistanê pîroz kir, di şexsê şehîdên Rojava de hemû şehîdên Kurdistanê bîr anî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.