Ahmed Aktaş
Hêvî û bawerî ji her demê xurtir bûye ku ew “Roja Reş”, li xwediyê xwe dizîvir. Ji bo gelê Kurdistanê û mirovahiya cîhanê jî, ROJÊN
XWEŞ nêziktir bûne. Rojên li gel Rêber APO li Kurdistana azad ne dûr in!
Di 15’ê Sibata 1999’an de, Rêber APO li Kenyayê dîl hat girtin û radestî dewleta Tirkiyeyê hat kirin.
Di encama plangeriyek KOMPLOYEK mezin û berfireh de ev bûyera rûreş a cîhanî pêk hat.
Pêşengê wê DYE, Israil û Inglistan bûn. Bi hevkariya gelek hevalbendên xwe, yên mîna Misir, Yewnanistan û gelek dewletên Ewrupa yên din, ev plangeriya cîhanî pêk anîn. Divê rola xiyaneta Kurdî jî neyê jibîrkirin. Lewra ev êrîşa li dijî Rêber APO, ne tenê ji alîyê dewletekê ve, belê di asta hevalbendiyek cîhanî de pêk hat.
Ewqas pir dewlet beşdarî vê êrîşa bêexlaq û dijî mirovahiyê bûne, nav û hilwestên wan, di gotarên wisa de hilnayên!
Armanca vê êrîşê/plangeriyê, ewqas berfireh û balkêş e; gelek dewletên ku dijberî hevbûn, ji bo dilgirtina Rêbar APO siyasetek hevpar dan meşandin. Hema mînaka herî mezin, DYE û Rûsya ku serwerên cîhanîne, li ser vê ‘plangeriya qirêj’ bûn hevkar. Her wiha mînaka biçûk û ya herî nêz jî Yewnanistan û Tirkiye ku xwedêgiravî dujminên hevdu yên dîrokîne, ew jî di plangeriya cîhanî ya dijberî Rêber APO de bûn hevkar! Çima ?
Ji ber ku ne bi tenê felsefeya Rêber Apo belê pergala wî jî, ji zihniyet û pergala xwe ya giştî alternatif di dîtin.
Bêgûman ev hevkariya ewqas mezin a cîhanî ya dijber, yekser mezinbûna felsefe û zihniyeta wî jî dide diyarkirin. Her wiha, tirsa van ewqas hijmara zêde ya dewletên cîhanê, ya ji heybeta bandora felsefeya Rêber Abdullah û ji paradigma Wî jî dide der.
Di vê tirsê de neheq nebûn, ew zirdewletên cîhanê ên ewqas bi navû deng!
Jber ku dema dîlgirtina Rêber Apo hat bihîstin, Kurdistaniyên her deverê; yên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi yek dengî û bi yek rengî rabûn ser pîyan û li Rêberê xwe xwedî derketin.
Lê, ne hema xwedîderketinek wisa ji rêzê de bû; bi zanistî û canbexşanê rabûn, derketin qadên berxwedanê û bi dehan çalakiyên cangorî pêkanîn.
Çalakiyên wisa, heta niha li tu deverê cîhanê nehatibûn dîtin. Helbet vê helwesta xwedîderketina di asta evîndariya bi Rêber APO re, desthilatên dewletên planger/komploger tirsand in.
Mînak, li himber van çalakiyan, Wezîra Derve ya DYE’yê (Madeleine Albright) xwe ranegirt û li xwe mikur hat û got, ‘Me bawer nedikir ku gelê Kurdistanê ewqas li Abdullah Ocalan xwedî derkeve!’
Her wiha Serokwezîrê Tirkiyeyê Ecevit jî, weke ku sergêj bûbe piştî salekê got, ‘Ez hîn jî nizanim, çima Abdullah Ocalan radestî me kirin?’
Lê belê niha gelê Kurdistanê û dostên wan, baştir di zanin ku neyarên Kurdistanê û mirovahiyê kî ye û kî nin!
Çawa vê êrîşê weke plangeriyek hevkariya cîhanî despêkir û dimeşe, dijberî vê plangeriyê jî niha di asta cîhanê de. Weke platformek hevkariya navneteweyî têkoşîn û xebat tê meşandin. Her wiha hêvî û bawerî ji her demê xurtir bûye ku ew “Roja Reş”, êdî li xwediyê xwe dizîvire; berovojî ji bo gelê Kurdistanê û mirovahiya cîhanê jî, ROJÊN
XWEŞ nêziktir bûne. Rojên li gel Rêber APO li Kurdistana azad ne dûr in