Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz li Kantona Efrînê Mihemed Seîd Yûsiv derbarê salvegera şeşemîn a Şoreşa 19 Tîrmehê de axivî û diyar kir ku lidarxistina Şoreşa 19’ê Tîrmehê hewceyeke gelan a dîrokî bû.
TIŞTEK BI NAVÊ
ŞOREŞA NÎN BÛ
Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz li Kantona Efrînê Mihemed Seîd Yûsiv di destpêka nirxandinên xwe de wiha got: “Destpêka 2011an kesên ku navê şoreşgeriyê li xwe kiribûn bê proje bûn. Projeya wan a esas desthilatdarî bû. Li ser van esasan hewldanekî van aliyan hebû ku Kurdan ji xwe re bikin amûr û di xizmeta ajandeyên derve de bi kar bînin.
Yûsiv wiha dewam kir: “Wê çaxê me digot tişta diqewime ne şoreş e. Ji ber ku ti berjewendiya gelan tê de nîne. Berovajî, tenê xizmeta berjewendiyên hêzên derve dike. Ji ber van helwestên me, ev aliyên navborî bi piştgiriya hêzên derve dijminahiya me kirin. Dixwestin projeya me ya demokratîk têk bibin û li ser wê bingehê êrîşî herêmên me kirin.
ŞOREŞ NIRXÊN GELAN DIPARÊZE
Yûsiv hewceya lidarxistian Şoreşa 19 Tîrmehê jî wiha rave kir: “Ji bo ku rê li ber destwerdanên derve, tund û tûjî û zihniyeta kole ku ajantiyê esas digire, bê girtin, Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê pêk hat. Pîvana wê ya sereke rizgarkirina civakê, aramî, biratiya gelan û pêkve jiyîn bû. Şoreşa 19 Tîrmehê xwe dispêre felsefeya Netewa Demokratîk ku biratiya gelan, azadiya jinê.
Yûsiv derbarê encamên Şoreşê de ev tişt anî ziman: “Yekemîn encama Şoreşa 19’ Tîrmehê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan avakirina hêzên parastinê û Encumena Gel a Rojava bûn. Ev gavên han heta astekê rê li ber mudexeleya derve girtin û sazî û dezgehên gel jî parastin.”
ŞOREŞÊ PROJEYÊN DERVE PÛÇ KIRIN
Yûsiv derbarê avakirina Rêveberiyên Xweser de ev tişt got: “Ji bo pêşxistina berxwedana gelan a li hemberî zilma desthilatdariyê û pûçkirina projeyên derve, Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bi sazî û dezgehên xwe li Koban, Cizîr û Efrînê dest bi xebatên rêxistinkirina civakê kirin. Hemû pêkhate bê ferq û cudahî di nava vê sîstema nû de cih girtin û erkên xwe pêk anîn. Bi Şoreşa 19 Tîrmehê re li şûna têgînên netewperest pir-rengî, azadî û demokrasî hatin rûnişkandin.
EFRÎN ZÎRWEYA 19’Ê TÎRMEHÊ BÛ
Yûsiv di berdewama nirxandinên xwe de behsa hewldanên têkbirin Şoreşa 19’ Tîrmehê kir û got: “Ji bo vê projeya çareserker asteng bikin, hêzên derve bi serkêşiya dewleta faşîst a Tirkiyê êrîşî destkeftiyên gelan li Rojava û Bakurê Sûriyê kirin. Bê navber di nav hewldana têkbirina projeya Netewa Demokratîk de bûn. Efrîn jî lûtkeya van êrîşan bû. Lê di heman demê de li hemberî van êrîşan bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li her derê berxwedaniyek bê hempa hat meşandin. Di encamê de herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê ku paytexta çeteyên DAIŞ Reqa di nav de ye hatin rizgarkirin. Li Kobanê derbeya mirinê xwarin. Efrîn jî zîrweya vê berxwedanê bû”.
RÊVEBERIYÊN DEMOKRATÎK
Yûsiv bal kişand li ser wateya Şoreşa 19 Tîrmehê û got: “Şoreşa 19 Tîrmehê israra gelan a pêkve jiyînê ye. Di vê terzê jiyanê ku Şoreşa 19 Tîrmehê afirandiye de, çareseriya xweser ji hemû pirsgirêkan re pêşketiye. Li hemberî zihniyeta modernîteya kapîtalîst a avakirina Rojhilata Navîn a mezin, Şoreşa 19 Tîrmehê bi hişmendiya Netewa Demokratîk serkêşiya avakirina Rojhilata Navîn a nû armanc digirie..
BI RUHÊ 19 TÎRMEHÊ WÊ AXA SÛRIYÊ BÊ
RIZGARKIRIN
Dawiyê de Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz li kantona Efrînê Mihemed Seîd Yûsiv ev tiş anî zimant: “Çawa ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kir, wê bi ruhê cangoriyên 19’ Tîrmehê Efrîn û hemû axa Sûriyê ji dagirkeriyê bên rizgarkirin. Prensîb û rêgezên Şoreşa 19 Tîrmehê bi ideolojiya Netewa Demokratîk wê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pir-rengî û ne-navendî bibin bingeh.
Idrîs HENAN






