Rojnameya Ronahî

10 Erdhejên herî mezin û erdheja li Tirkiyê

Ziyanên erdheja ku li bajarê Mereşê Pazarcikê pêk hatî, ji ziyanên 10 erdhejên herî mezin ên cîhanê zêdetir dibe.

Navenda Nûçeya

10 erdhejên herî mezin ên cîhanê hatine tomarkirin:

1- 22’ê Gulana 1960’an erdhejeke bi lerza 9.5 de li herêma Valdivia ya Şîlî ya li parzemîna Amerîkaya Başûr pêk hat û weke erdheja herî mezin hat tomarkirin.

Ji ber vê erdheja mezin ku li Şîliyê pêk hat hezar û 655 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 3 hezar kes birîndar bûn û 2 milyon kes jî koçî cihên din kirin.

Hêza erdhejê tenê bi Şîlî re sînordar nebû. Pêlên vê erdhejê Hawaî, Japonya û Fîlîpîn jî bandor kir. Dirêjahiya herêma şikestinê qadeke hezar kîlometreyî girtiye. Du roj piştî erdhejê Volkana Puyehue çalak bû û bi hefteyan ewr ji toz û axê 6 kîlometre li atmosferê barand.

2- 28’ê Adara 1964’an Alaska erdhejek bi lerza 9.2 çêbû.

Di encama pêlên mezin ên piştî erdheja 9.2 pêk hat de 128 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber erdhejê 311 milyon dolar zirar çêbû.

Ji ber erdheja ku herî zêde li derdora Alaskayê hat hîskirin, Kanada û Hawaî jî bandor bûn û zirara herî zêde jî li Anchorage ku 120 kîlometre dûrî navenda erdhejê ye pêk hat. Erdheja bi pileya 9,2 ya Alaskayê bi qasî 3 deqîqeyan dewam kir.

3- 24’ê Kanûna 2004’an de li Sumatraya Endonezyayê erdhejeke bi lerza 9.1’ê pêk hat. Ev erdhej di warê xisar û wêraniyê de gelek tirsnak bû.Ji ber erdhejê pêlên mezin li 14 welatên Başurê Asya û Rojhilatê Afrîkayê xistin û mîlyonek û 700 hezar mirovên li van welatan dijîn, neçar man koç bikin.Bi giştî di encama erdheja bi lerza 9.1 de 227 hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest dan.Navenda erdhejê 250 kîlometre li başûrê rojhilatê herêma Band Aceh a Endonezyayê bû. Du roj piştî erdhejê, volqanek li nêzî Giravên Baratang Andaman a Hindistanê çalak bû.

4- 11 Adara 2011’an erdhejek bi lerza 9.0 li Sendai ya Japonya çêbû û û pelên mezin yên avê bûn sedema mirina bi hezaran kesan.Erdhejê bandorek pir neyînî li aboriya Japonyayê kir.Piştî erdhejê santralên nukleerî jî, ku xeter çêdikir hatin girtin.

5- 4’ê Mijdara 1952’an li herêma Kamçatka ya Rûsyayê erdhejek bi lerza 9.0’an çêbû û ji ber pêlên wê yên mezin, gihîştin Giravên Hawayê.

Di erdheja 9.0 de bi qasî 1 mîlyon dolar zirar çêbû.

Her çendî tundiya erdhejê gelek mezin bû jî, ji derveyî 6 pezan tu kes nemiri ye.

6- 27’ê Sibata 2010’an de jî li Şîlê bi lerza 8.8 erdhej çêbû.Di pêlên mezin ên piştî wê jî de herî kêm 521 kesan jiyana xwe ji dest da, 56 winda hebûn, 12 hezar jî birîndar bûn.

Bi giştî 800 hezar kes neçar man ku koç bikin û milyon û 800 hezar kes jî rasterast ji erdhejê bandor bûn e.

Ziyana erdhejê 30 milyar dolar derbas kir. Pêlên mezin ên ji ber erdhejê derketibûn, gihîştin San Diegoya ku li eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê ye.

7-  31’ê Çile yê 1906’an li peravên Ekvadorê bi lerza 8.8 Erdhejek çêbû û bû sedema pêlên mezin li Ekvador û Kolombiyayê. Di vê erdhejê de 500 heta hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest da.

Pêlên wê gihîştin heta San Francisco, Hawaii û Japonya yê.

8- 2 Nîsana 1965’an li Giravên Rat Alaska erdhejek bi lerza 8.7 çêbû. Zirara sereke ya vê erdheja ku li Alaska pêk hat, ji hejandina erdê bêtir ji ber pêlên mezin yên avê çêbû.

Di erdheja bi lerza 8.7 de ku mirin çênebû, 10 hezar dolar zirara madî çêbû.

9- 28 Adara 2005’an Sumatra ya Endonezya yê bi lerza 8.6 erdhejek çêbû.

Di vê erdhejê de 313 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 400 kes birîndar bûn.

10- 15’ê Tebaxa 1950’an li Assam a Tîbet ê jî erdhejek bi lerza(fayî) 8.6’an çê bû.

Gelek avahî xera bûn û 780 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çîn û Hindistan jî ji vê erdhejê bandor bûn.

5’ê Sibata 2023’an di nava sînorên dewleta Tirkiyê de li bajarokê Kurdistanê Bazarcix a Maraş’ê erdhejek bi lerza 7.8 çêbû. Bajarên ku bi pela vê erdhejê bandor bûyîn; Amad, Adiyaman, Antep, Hatay, Meletya, Riha ye. Herwiha welatên ku zêde bandor bûne jî Sûriyayê ye.

Bi 10 hezaran mal xerabe bûn û 6 rojin li ser erdhejê re derbaz dibe. Li gor ragihandina dewleta tirk heya niha 20 hezar  jiyana xwe ji dest daye. Lê teqrîben 200 hezar kes hê di bin xerabe de ne. Ango lerza erdhejê ya ku li Tirkiyê çêbûyî  çiqas ji ya dewletên me li jor diyarkirin hemûyan kêmtir jî be, diyare ku wê ji aliyê windayiyan ve di cîhanê de bibe feleketa yekan! Ev jî ispat dike ku dewleta Tirkiyê ji ber siyaseta xwe ya faşîst girîngiya canê gel ji bîr kiriye û qet girîngî nedaye binesaziyên bajarên xwe. Lewma li gor qanûnên dewletan, desthilata Tirkiyê li hember gelê xwe sucdar e; eger dewletek girîngî ne de canê gel û binesaziya bajarên xwe qahîm neke, ew dewlet, hukumed anjî desthilat li hember gelê xwe sucdar e û divê hesab bide.