Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Şehbaya dorpêçkirî pêşwaziya  gelên Helebê dike!

12/02/2023
in ROJEV
A A
 Şehbaya dorpêçkirî pêşwaziya  gelên Helebê dike!
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên  Helebê ku piştî erdheja 6’ê Sibatê  berê xwe dabûn herêma Şehabyê diyar kirrin ku tevî dorpêça hikumeta Şamê û kêmderfetan jî, Rêveberiya Xweser li  herêma Şehbayê ew pêşwazî kirin û alîkariya wan kir.

Navenda Nûçeyan/ Şehba

Di 6’ê Sibatê de erdhejeke giran li Bakurê Kurdisatan û Sûriyê rû da û di encamê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji deverên erdhejê ku gelek ziyan lê çêbûn jî, bajarê Helebê bû. Rêveberiya Xweser  ya herêma Şehbayê jî bi daxuyaniyekê ragehand ku ew amade ne welatiyên herêmên Sûriyê yên derdorê ku ziyan ji erdhejê dîtine, pêşwazî bikin. Piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser ya herêma Şehbayê, zêdeyî 2 hezar û 500 malbatan ji Helêbê berê xwe dan herêma Şehbayê. Tevî ku ev demeke dirêje herêma Şehbayê di bin ambargoya hikumeta Şamê de ye jî, lê herêma Şehba ji bo gelek malbatên Helebê  bû stargeh. Ji bo pêşwazîkirina welatiyan jî, rêveberiya herêmê, komîn, meclis û  şaredarî jî ketin navan tevgerê û li gorî derfetan alîkarî pêşkêş kirin.

Derbarê rewşa malbatên  ku ji Helebê derbasî Şehbayê bûne, herwiha pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser ya herêma Şehbayê ji wan re, welatiya bi navê Wehîde Hiso û welatiyê bi navê  Ezet Birîm ku ji ber erdhejê ji Helebê hatine herêma Şehbayê, ji me re axivîn.

Dayîka bi navê Wehîde ku ji navçeya Bilbilê ya herêma Efrîn ye anî ziman ku wan ji ber erdhejê gelek zerar dîtine û wiha got: “Ji ber  bûyera erdhejê, gel gelek zirarên madî û manewî dîtin. Kêliyên ku mirov ji mala xwe derdikeve, kêliyên gelek dijwar in. Derketina me ji Efrînê piştî dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve  êşa herî mezin bû,  lê niha carek din jî em wê êşê dibînin, sedem çi dibe bila bibe lê di encamê de  terkandina cih û mala mirov, êşeke bê derman e.”

’Em êdî nikarin di xaniyên xwe de jiyan bikin’

Wehîde  derbarê kêliya erdhejê de wiha got: “Mala me li taxa Şêxmaqsûd  e û li tebeqeya sêyemîn e, dema erdhej çêbû tavahî gel derketin derve û ber bi bexçeyê Serokatiyê ve çûn. Ji ber ku ew devera herî bi ewle bû , bi hezaran gelê Helebê li wir kom bûn û li wir ji bo gel kon hatin vedan. Ji ber ku erdhejê ziyan gihandiye avahiya me û em nikarin careke din tê de bijîn. Dema me bihîst ku gel derbasî Şehbayê dibe, me jî yek carî berê xwe da herêma Şehbayê.  Li Şehbayê tevî kêmderfetan jî komîn  û meclis ji me re bûn alîkar.”

Welatiyê bi navê Ezet Birîm jî da xuyakirin ku di vê bûyerê de Hikumeta Şamê qet bi her du taxên Helebê re nebû alîkar û wiha got: “Alikariya bûyerên wek erdhejê erkeke mirovahiyê ye, lê hikumeta Şamê ji bo herdû taxên Kurdan alîkarî pêşkêş nekir.  Di her du taxan de gelek xanî hatine hilweşandin, her wiha mirî û birîndar jî hene, lê belê Hikumeta Şamê ambargoya li ser her du taxan didomîne.”

’Divê hikumeta Şamê ambargoyê  rake’

Ezet di dawiya axaftina xwe de bang li  Hikumeta Şamê kir ku dawî li ambargoyê li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmesûd bîne û got: “Em derbasî herêma Şehbayê bûn, rêveberiya herêmê jî tevî kêmderfetan jî bi hemû hêza xwe bi gel re dibe alîkar û wan pêşwazî dike, di rewşa heyî de em banga hikumeta Şamê dikin ku ambargoya ku daye ferzkirin divê êdî were rakirin û ji erka wê ye ku ji zirarên hatine rûdan re, bibe alîkar ji ber ne tenê gelê Kurd li Helebê û Şehbayê jiyan dike, pêkhateyên Ereb û Turkmen jî hene”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.