Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hişyar be Kurdo!

12/02/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Karesatekî sosret van rojan li ser bakur u rojavayê Kurdîstanê rû da. Ji zuve tê zanîn ku welatê me li ser xeta erdhejê ye. Ji ber welatê me hatiye dagirkirin; bi rêkûpêk avakirina welatê me pêk nehatiye û nayê. Dagirker ne ji bo avakirina welatê me kar dikin, berovajî wê, ji bo sererd û binerdê wê talan bikin liv û tevgeran pêk tînin. Li ber çavên me û cîhanê xwezaya welatê me tune dikin, bendava çêdikin;  dîroka me ya kevnar  di bin bendavande dihêlin. Jiber vê neyartiya kur ya dewleta Tirk, divê Kurd jî, amadekariya jiyana xwe li gor vê heqîqetê berdewam bikin. Li gor vê rastiyê, divê neyê payin ku karesatên bi vê awahî liser millet û welatê me ru didin, dê dagirker hevkariya milletê me bikin. Berovajî vê ji bo em tune bibin, dê dewleta Tirk kar û projeyan pêş bixe.

Em dibînin ev çend roje milletê me bi deh hezaran di bin avahiyên xirabede mane: serma, seqem, birçîbun, tîbun û birîndarî heye. Lê rêveberên vê dewletê rewşa awerte radigîhînin, da ku zêdetir Kurd bimrin û hejmara qurbaniya bi belge nebe.  Diyaneta Tirkan bang dike, dibêje ‘ezê ji bo miriyan sela mirinê bidim’. Leşkerê vê dewletê milyonek  e. Meleyên dîyaneta Tirkan zêdetirê 120 hezaran e, xebatkarên wan bi milyonanan e, terîqet û cematên wan bi sedan e, alîgirên wan bi milyanan mirov in. Her yek ji vanan ger wîcdana xwe wenda nekiribe, kevirekî ji van avahiyan rake, wê bi mîlyonan kevir werin rakirin; ger her yek ji wanan li kesekê xwedî derkeve, kesê mexdur namîne;  ger her yek nanekî tisî, betaniyekî û avakê bide felaketzedeyan tu kes bê av û nan namîne!

Em dibînin ev çend roje ji kes û terefên ku bi vê dewletêve girêdayî helwestekî nîşan nadin. Fîrewunê mezin Erdogan piştî 3 rojan derdikeve pêşberî çapemeniyê û gefan kesên alîkariyê dikin, dixwe.

Divê em zanibin ev Fîrewn û hevalbendên wî tu alikariyê ji bo gelê me û yên ne jiwan nakin, berovajî ji bo ku alîkarî neyê kirin dê planan deynin. Lewre hişmendiya ku hatiye avakirin de, gelê me wek dijminê sereke tê dîtin. Jibo tunnebuna gelê me, hemu rê û rêbazên bê rawişt(ehlaq) tên bikar anîn. Me dît derdikevin ekranên televîzyonan û dibêjin; fîşekek bi pênc lîreyane, fuzeyek bi mîlyon dolaran e, guleyek topa obûsê bi pênc hezar dolarane! Kesê ji bo tunnebun û qirkirina te û welatê te her tim kar dike, gelo dê ji bo zindî mayina te karek bike? Wê karesatê bi me da diyarkirin ku, dewletên dagirker tenê ji bo mirina me kar dikin. Mirina me ji bo xwe weke destkeftekê dibînin.

Ji bo xerakirina malê me, şewitandin û tunnekirina bajar û gundên me, bi sedan frokeyên şer di çend seetande radikin û kevir li  ser kevir nahêlin. Lê di erdhejekî ku 13 milyon mirov jê bandor dibe û deh bajar û bi sedan bajarok xesarek mezin dibînin, ji bo van mirovan helîkopterekî nayê bikar anîn. Ev çend roje heman helwest berdewame. Rejima Tirk ya dagirker û qirker, li bendêye ku hemu welatiyên di bin avahiyande mane, bimrin. Lewre ji bo wan Kurdê baş Kurdê miriye, ev hişmendiya avakirina dewleta nijadperest a Tirk e. Hişyar be Kurdo!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.