Welatiyên Kurd yên Efrînê diyar kirin ku hêzên komploger bi Komploya Navneteweyî qirkirina gelê Kurde dan destpêkirin û gotin, berxwdana Rêber Apo a li Îmraliyê komplo pûçkir, ti kes nikare fikrên Rêbere Apo sînordar bike.
Zana Roj/ Şehba
Derbarê salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocelan hatî ku heta niha dewam dike, koçberên Efrînê diyar kirin ku berxwedana Rêber Apo û têkoşîna gerîlayên azadiyê, herwiha berxwedana gelê Kurd Komploya Navneteweyî pûç kir.
’Desthilatdaran felsefeya Rêber Apo ya azad li ser xwe xeter dîtin’
Koçberê Efrînê yê bi navê Hemîd Ebdo di destpêka axaftina xwe de
salvegera 24’an ya Komploya Navneteweyî şermezar kir. Her wiha anî ziman ku li hemberî fikrên azad yên Rêber Ocala tevahî hêzên dijminên mirovahiyê bûn yek dest û got: “Di serdemekê de ku modernetiya kaptalîzmê cîhan li gorî xwe birêve dibe û sîstema xwe li ser her kesî feriz dikir, Rêber Abdullah Ocalan derket û ji bo azadiya gelê Kurd û tevahiya gelên bindest têkoşîn kir. Herwiha felsefeya azadiyê ya ji bo çarserkirina tevahiya pirsgirêkên cîhanê pêşkêşî mirovahiyê kir. Hêzên desthilatdar dîtin ku belavkirina îdeolojiyeke wiha di cîhanê de wê bibe dawiya serweriya wan, ji ber vê yekê girtina Rêber Ocalan ne tenê ji bo doza azadiya gelê Kurd bû. Lê ji bo sînordarkirin û ne belavkirina ramanên Rêber Ocalan di cîhanê de jî bû. ji ber vê yekê jî tevahî hêzên cîhanê li dijî Rêber Apo bûn hevkar û komploya Navneteweyî pêk anîn.”
’Di Şexsê Rêber Ocalan de xwestin îradeya gel bişkînin’
Hemîd diyar kir ku hêzên komploger xwestin bi girtina Rêber Ocalan re îradeya gelê Kurd têk bibin û wiha domand: “Hêzên kompiloger xwestin di keseyeta Rêber Apo de îradeya gelê kurd têk bibin, herwiha Gelê kurd qir bikin. Lê berxwedana Rêber Apo, têkoşîna gerîlayên azadiyê û sekina gelê Kurd plana komplogeran heta astekê têk bir. Hêzên komploger hesab nedikirin ku Rêber Apo wê berxwedaniyeke ewqas mezin bide meşandin. Berovajî armancên komplogeran, felsefeya Rêber Apo roj bi roj li cîhanê belav bû û ji gelên bindest re bû çira azadiyê.”
’Wê pergala Îmraliyê were şikandin û azadiya fîzîkî misoger bibe’
Koçbera Efrînê Xedîce Yûsif jî destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta
têkoşîna li dijî hêzên kompiloger, azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin û wiha got: “Rêber Ocalan ji bo azadîya tavahî jinên cîhanê, têkoşîneke mezin meşand û felsefeya azadiya jinê pêşkêşî tevahiya jina kir. Li ser fikrê Rêber Apo, jinan di sedsala 21’an de têkoşîneke bê hempa meşandin, ev yek jî ji mîrasê Rêber Ocalan e. Dengê jinan li hemberî sîstemên desthilatadar roj bi roj bilndtir dibe û edî jin nema zihniyeta paşverû ya desthilatdaran qebûl dike. Ev jî bi saya fikrê Rêber Apo ye. Em ê bi bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê pergala Îmraliyê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin”.





