Rojnameya Ronahî

Tara Hisên: Têkoşîna Rêber Ocalan li dijî pergala desthilatdar ye

Hevseroka Tevgera Azadiyê Tara Husên derbarê 25 saliya Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, Têkoşîna Rêber Ocalan li dijî pergala desthilatdar e û da zanîn ku ewê li dijî Komploya Navnetewî têkoşînê bilind bikin.

Hevseroka Tevgera Azadiya Kurdistanê Tara Hisên der barê 25 saliya komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Ji bo dawî li têkoşîna gelê Kurd were anîn komploya navneteweyî li hemberî Rêber Ocalan hatiye pêkanîn.”

‘Dewletên sermayedar beşek ji vê komployê ne’

Tara Hisên da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bingeha dîrokî, felsefe û gerdûnî proje li ser pirsgirêka gelê Kurd û jinan amade kiriye û wiha got: “Sîstemên heyî rexne kiriye û di encama lêkolînên xwe de projeya çareseriyê bi pêş xistiye. Ji ber wê jî welatên serdest û welatên dagirkerên Kurdistanê fikir û bîrdoziya Rêber Ocalan ji bo xwe û sîstema xwe weke metirsî dibînin. Fikrên Rêber Ocalan pêngavek bû ji bo hilweşandina sîstema desthilatdar û mêrsalariyê. Ji ber wê ew welatên ku sîstema sermayedar bi rê ve dibin beşek ji vê kamployê ne. Rêber Ocalan ji bo pirsgirêka azadiya jinan ev sîstem bi temamî hilweşandiye. Ji bo vê yekê em dibînin şoreşa jinan belav bûye, di dîroka 10 salên borî de ev jinên têkoşer li hemberî çeteyên herî hov DAIŞ’ê şer kirin.”

‘Ev komplo di kesayeta jinan de berdewam dike’

Tara Hisên diyar kir ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha bi taybetî di kesayeta jinan de ev komplo berdewam dike û wiha got: “Armanc girtina Nagîhan Akarsel yek ji vê plangeriyê ye ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Her wiha bi amanc girtina Sakîne Cansiz û hevalên wê xwestin derbe li şoreşa jinan a ji derveyî welat bidin. Ev jî di kesayata jinên azad de ji me re dibêjin ev komplo berdewam dike û tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dikin. Lê belê di aliyê jinan de bandorek temamî li ser gelê Kurd û azadixwazên cîhanê heye.”

 ‘Jinên Kurd pêşengiya têkoşînê dikin’

Tara Hisên bi bîr xist ku bandora nebûna Rêber Ocalan di nava komên siyasî û civaka Kurd de daye nîşandan ku heta niha jî komkujî berdewam dike û got, li dijî vê jî tekoşîna pûçkirina wê jî berdewam dike. Jinên Kurd îro pêşengiyê ji bo têkoşîna azadiya Rojhilata Navîn dikin û xwedî partiya xwe ne.

‘Divê jin li ser rêbaza Rêber Ocalan berdewam bikin’

Tara Hisên da zanîn ku dewleta zordest sîstema sermayedar bi rê ve dibe û wiha got: “Rêber Ocalan sira vê desthilatdariyê aşkera kir. Rêxistinên mirovan ji ber vê yekê li hemberî rewşa niha ya Rêber Ocalan bêdeng in. Her kesê ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan nas bike, wê bizane ku her dem ji bo bi hev re jiyana bi aştiyane hewl dide. Weke ku çawe dijmin Rêber Ocalan nas kiriye û zanîn ku ev fikrên li ser sîstema wan metirsî ne. Divê gelê Kurd jî baş bizanibe û xebat û têkoşînê bidomîne. Rêber Ocalan her çendî bi awayek fizîkî ne azad e jî fikrên wî azad in.”

JİNHA