Rojnameya Ronahî

Melek Hisên: Ji bo pêşwazîkirna gel em amade ne

Hevseroka Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên diyar kir ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê gelek herêmên Sûriyê ziyanên mezin dîtin, gelek koçberên Efrînê li Heleb û Şehbayê jî jiyana xwe ji dest dane û got, ji bo pêşwazîkirina gelê Helebê em amede ne

Zana Roj/ Şehba

Di 6 Sibatê de, erdhejeke mezin qewimî û navenda wê êrehejê jî Bakurê Kurdistanê bû.

Herwiha devrên zêde zerar jê dîtin jî  Bakurê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê bûn. Di encama erdheja ku bi hêza lerza(fay) 7.8 çêbûye, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, herwiha bi hezaran avahî jî têk çûne. Yek ji deverên ku ziyan dîtiye jî, bajarê Heleb û bajarokên girêdayî wê ne.

Têkildarî karîseta erdhêjê û zerarên ku gihiştiyê herêmê, herwiha amadekariyên herêma Şehba ji bo pêşwazîkirin welatiyên Helebê,  hevseroka Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên ji me re axivî.

’ Ji bo pêşwazîkirina welatiyan em amade ne

Melek Hisên di destpêka axaftina xwe ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê sersaxî xwest, herwiha diyar kir ku ew ji pêşwazîkirina welatiyên mexdûrê erdhejê amade ne û got: “Welatiyên Kurd yên ku li herêma Şehbayê û her dû taxên Helebê Eşrefiyê û Şêxmaqsûd de dijîn, ji ber erdhejê windahiyên giran dan e. Di encama vê erdhêjê de li herêma Şehbayê 10 kes birîndar bûn û rewşa 2 kesan jî xeter e. Her wiha zirarên ku li her du taxên Helebê rû dayîn mezintir in,  6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûne. Li herêma Şehbayê em weke Rêveberiya Xweser û gelê herêmê bi riya komîn, meclis, şeredarî, desteyên tenduristiyê  û locistîka herêmê ji bo pêşwazîkirina welatiyan  amedekariyên xwe dikin.”

’Divê hikumeta Şamê ambargoyê rake’

 Melek diyar kir ku ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê divê bê rakirin û got: “Di van mehên dawiyê de Hikumeta Şamê li hemberî herêma Şehbayê û herdû taxên Heleb (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) siyaseteke xerab dike û ambargoyeke giran ferz kiriye. Divê hikumeta Şamê ambargoya heyî rake û rewşa gel xerabtir neke. Herwiha divê hikumeta Şamê xwe berpirsyar bibîne û alîkariya welatiyên Helbê jî bike.”

’Rêxistinên navnetewî divê erkên xwe pêk bînin’

Hevseroka Rêvereriya Xweser a herêma Efrîn û Şehbayê Melek Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî yên netewî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û got: “Li Sûriyê bi giştî ji ber erdhejê gelek ziyan çêbûn, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, herwiha bi sedan mirov heta vê kêliyê jî di bin xiraba de mane, bi hezaran welatî bê cih û xanî man e, ji ber wê em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku ji bo van kesan bibin alîkar û bi erkên xwe yên exlaqî rabin.”

Hêjayî bîranînê ye ku heta niha zêdeyê 2 hezar û 500 malbatan, ji ber erdhejê ji Helebê derbasî herêma Şehabyê bûne. Rêveberiya Xweser jî ji bo pêşwazîkirina gel di nava tevgerê de ye û adekariyên xwe dike.