Rojnameya Ronahî

Erdheja dewleta Akp-Mhp’ê!

Sozdar Demîr

Li Bakurê Kurdistanê erd hejiya lê wijdanê desthilatdaran ne hejiya. Ev erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn û bi sed hezaran jî hîna di binê kavilan de ne û agahî ji wan nayê girtin. Taybet ji ber siyaseta qirêj ya AKP-MHP’ê ev êşên gel girantir kir û zehmetiyên wan zêdetir kir.

Yek ji kujerên van kesên ku jiyana xwe ji destdayî Erdogan bixwe ye. Îro ev felaketa ku bi serê wan de hatî ji bo rizgarkirnê tu tiştek nekir, berovajî bi hezaran însan bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin.

Heta niha lêgerîn tenê li bajaran hatiye kirin, lê belê kesên ku li gundan heta niha jî ti alîkariyên lêgerînê nehatine kirin û ti agahî jî ji tu kesî nayên girtin.

Erdoganê dîktator ku şûna ku ji bo alîkariya kesên dibin enkazan de mayî bike û hemû hêzan bixe tevgerê, astengiyan ji kesên ku dixwazin alîkarî bikin digre. Her wiha alîkariya ku ji bo van herêman jî tê şandin jî, li ser bendên kontrolê ji aliyê polîsan ve tê astengkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 1999’an û vir ve ji bo erdhejên ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rûdane mûçe tê dayîn. Lê belê hikûmeta AKP-MHP’ê ji wê salê û heta niha wan pereyan ji xwe re radikin û li gorî tê xuyakirin jî, bi tirilyonan pere hatine dizin pê.

Pêwîst bû ku îro ew pere li van mexdûran bihatana belevkirin. Ger ku alîkariyek wisa bihata kirin wê bi hezaran mirov îro evqas zehmetî nedikişandba. Heger ku tîmên AFAD’ê yekser berê xwe bidana cihên erdhejê, îro bi 10 hezar kes wê ji mirinê hatiban rizgarkirin.

Desthilata AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe bi milyonan însan bi mirinê re rû bi rû hiştin û heta niha jî ne alîkariyeke mirovî, nejî tîmên alîkariyê hatine şandin. Berovajî wê kesên ku berê xwe dayîn ji bo ku gel ji bin kavilan derxînin jî, rastî astengiyan hatin.

Muçeya ku di sala 2023’an de ji AFAD’ê re hatiye veqetandin 2 mîlyar û 300 hezar TL ye, muceya ku ji Diyanetê re jî hatiye veqetandin 35 milyar TL ye. Ew pere hemû yek quriş jî ji bo gel nehat xerckirin, berovajî wê hemû hat dizîn ûji şerê qirkirina kurdan de hate bikaranîn. Heger çarêkek ji wan pereyan ji bobinesaziya bajar û xaniyan bihata karanîn, evqas êş û azar çêne dibû û evqas kes nedibûn qurbanî. Piraniya wan pereyan jî sermayedarên desthilatdar yên AKP-MHP’ê dizîn. Ji bona ku bi rêya vê erdhejê re jî pere bigre û bidize,  ji bo 3 mehan rewşa awarte ragihand. Lê êdî wê ev gel bi siyasetên qirêj yên Erdogan nexape. Îro ruyê rast yê dewleta Tirk li holê ye. Êdî ji vê saetê û şûnde çi siyasetê bike jî, ew ê gel jê bawer neke.