Rojnameya Ronahî

Projeyên aborî yên li dijî politikaya ambargoyê hatin destpêkirin

Heverokê şeredariya gel ya herêma Efrînê Mihemed Şêxo anî zaman ku bi polîtîkaya ambargoyê xwestin herêma Şehbayê vala bikin û got, berxwedana gelê herêmê polîtîkaya wan vala derxist.

 Zana Roj/ Şehba

Di siyaseta dorpêça girankirî a ku li ser herêma Şehbayê û her du taxên Helebê (Şêxmeqsud û Eşrefiyê) ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin. Di van çend mehên ku ambargo bi awayekî giran tê meşan din de, di her alî de gel zirarekê pir mezin dît. Herwiha teybet di demsala zivistanê de girankirina ambargoyê, bû zima herî mezin ya li dijî mirovahiyê. Ji ber ku rê û derfet li vî gelî hatin girtin ku nikarein pêdiviyên xwe yên herî jiyanî jî pêşewazî bikin; Rêveberiya Xweser çiqas xwast ku ji bo pêdiviyên gel madeyên sotemenî û pêvîstiyên din ên jiyanî bişîne jî, rejîma Şamê rê neda ku ev alikariye bigihin cihê xwe. Herwiha vê rewşê bandor li xwandina xwandekaran û li pêşewazîkirina tendûrîstiya gel pir kir. Bi hezaran zarok bê xwandin man û bi hezaran mirovên nexweş bê derman û tedavî man. li kêleka ambargoya li dijî mirovahiyê, êrişên deewleta tirk ya dagirker li ser gel bê navber dom dike.

Têkildarî majarê bandora ambargoyê ya li ser xebatên şeredariyê û astaengkirina xizmeta gel di vê pêvajoyê de, hevserokê şeredaiyê ya herêma Efrînê Mihemed Şêxo ji rojnameya me re axivî.

“Bi ambargoya aborî dixwazin herêmê bidin valakirin”

Mihemed di axaftina xwe de anî ziman ku gelek polîtîkayên valakirina herêmê ji aliyê dewletên derdor li ser wan hatin meşandin. Da diyarkirin ku bi vê politikayê xwastin him di aliyê siyasî û leşkerî ve, hin jî bi riya lewazkirin aborî ve gel bê vîn bikin û mecbûrê radestkirina xwe bikin û wiha axiftina xwe domand: “Mayîndekirina gelê Efrînê û Şehbayê li vê deverê, ji aliyê plan û projeyên wan yên li ser herêmê ji bo hikumeta Şamê û dewletên din yên hevpar xeteriyeke mezin didin avakirin. Taybet ji ber ku ev herême di bin serweriya rêveberiya xweser de ne, lewma xwesteka wan ew e ku bi her awayî herêma Şehbayê tengav bikin û valabikin.  Pir caran bi riya kiryarên leşkerî û siyasî xwestin herêmê valabikin. Lê belê, negihîştin armanca xwe. Ji ber vê yekê niha dixwazin bi riya tengavkirina aborî, siyaseta xwe bidin meşandin.”

’ Ji ber ambargo karên xizmetguzriyê kêm bûn e’

Mihemed di axaftina xwe de da diyar kirin ku ev ambargoya ku tê meşandin bandoreke sereke li ser xebatên xizmetguzariyê dike û wiha dom kir: “Ji ber ambargoyê tavahî xebatên herêmê bi awayekî hatin tevizandin. Tvî hemû zehmetiyan û kêmderfetan jî,  Bi şaredarî hewil dide zêdetir xizmeta gel bike û pêdiviyên bingehîn yên weke (nan, av, kehrebe, çêkirina riyan û paqijiyê) ji gel re peyda bike. Mînak, elektirîk  berê rojê 6 seatan dihat lê ji neçarî em niha tenê 3 seatan êvarî didin, di heman demê de di hefteyekê de tenê carekê paqijî tê kirin, herwiha di milê belavkirina avê dejî  kêmasiyên me derdikevin. Em gihîştin astekê ku piraniya alîyatên ku di destê me de bidin sekinandin, ji ber nederbaskirina madeyên ziftê, hewldanên me yên ziftkirina hin riyên ku axin, bê encam dimînin.”

’Pêwîste rêxistinên mirovî bi erkê xwe yê exlaqî rabin’

 Hevserokê şeredariya herêma Efrînê Mihemed Şêxo da zanîn ku li ser gelê Şehba siyasetên qirêj tên meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Herêma Şehbayê di bi siyasetên rêjîmê yên qirêj re derbas dibe, di asta gîştî de hesab û lihevkirinên metirsîdar yên li dijî gel li ser vê cografiyê tên kirin, li ser vê bingehê em bangawaziya tavahî rêxistiên têkildar dikin ku li hember van sûcên ku tên kirin bê deng nemînin û zagonên xwe ji bo mafê koçberan pêk bîninû bi erkên xwe yên exlaqî rabin.”