Rojnameya Ronahî

Divê giranî bi tekoşîna bîrdozî bê dayîn

Zekî Bedran

Rewşa ku niha Sûriyê têde rewşeke pir zehmet e. Ji aliyekê rêxistinên weke DAİŞ, El Nusra û İxvancî, yên ku ol ji bo armancên xwe yên siyasî wek amûr bikar tînin û di şiddetêde sînor nasnakin hene. Ev hêze bi giranî hatibin lawazkirin jî, lê bi gîştî nehatine sakinandin û hîn jî xeterin. Bi vê rewşa xwe, bi kêr hinek hêzan tên, lewma tên destekkirin. Ji bo ku ev rêxistin ji civakê bên dûrxistin, dewlet û dezgehên wan yên mûxaberatan divê, destê xwe ji wan bikşînin. Niha dikare bê gotin ku, li Îdlib ji bo El Nusra pergaleke dewlet hatiye avakirin. Ji aliyê leşkerî ve parastina Îdlib dewleta Tirkiyê dike. Her wiha herêmên ku dewleta Tirkan li Sûriyê dagirkirine, DAÎŞ jî di navde hemû çete û yên benê xwe qetandine,  weke bûhiştekê ne.

Li Sûriyê serîyeke din jî hebûna pergala Baas`e. Rûxmî dewleta Tirkan û rêxistinên ku destek dikirin jî, pergala Baas hilneweşiya. Ji Beşar Esed xelas nebûn. Bi alîkariya Îran û Rûsya re, Esed karî rêveberiya xwe biparêz e. Vê yekê jî, ji aliyê birdozî ve hêza parastina fikra dewleta navîn ya netewperestiya ereban bi xwe re anî. Rêveberiya Şam`ê ji bo gel asoyeke cûda û qadeke nû ya azadiyê venake. Avahiya dewleta navendî weke qedere, her wekî ku bijardeyek din nîne, dixin mejiyê hemû kesî. Yên ku ji derveyê vê fikrê derkevin tên armanç girtin.

Îran a ku hatibû alîkariya hûkûmeta Sûriyê, xebatên xwe yê bîrdozî bi bandor didomîne! Bi piştgiriya hukumetê ya leşkerî, aborî û dîplomatik de sînordar namîne. Di nava gel de hêzên xwe yên mîlîs jî ava dike. Vê yekê jî, bi bikarhanîna hestên gel yên olî û çandî dike. Qasî ji destî tê jî, vê bi belavkirina hişmendiya Şia dike. Bi bikaranîna xizaniya gel, hêzê diqulipîne û bi navendê ve dide girêdan.

Dewleta Tirkan jî ji bo ku desthilata xwe li herêmên dagirkirin mayînde bike, çanda xwe li wan herêman belav dike. Di mekteban de perwerdeyên zimanê Tirkî mecbûrî dike, li ser esasê netevperestiyê hewl dide teşe bide gel. Teybet gelên din li hember Kurdan sor dike û hewl dide dijminayiya li dijî kurdan, pêş dixe. Her wiha xebatên ol û bîrdozî ya rêxistinên weke îxwanciyan jî misoger dike. Azadî û demokrasî, rêz ji bo baweriyan û mafê jiyanê yê çandên cûda, bi gîştî tên hedef girtin. Di wateya rast de fikir tên jehrî kirin!

Rûsya tenê bi misogerkirina desthilatdariya û berjewendiyên xwe ve mijûl e. Bi rêjîma Baas`re peymanê wan yê stratejîk heye. Armanca wa tenê, pergal û rêveberiya heyî parastin û li ser piyan girtin e. Lewma rola ku ew li Sûriyê diliyîze, bi giştî başverûti ye. Tu têkiliyên wan bi gel û azadiyan re tune ye. Hember vê DYA û hêzên din jî, diyar dikin ku wan hebûna xwe di şerê li hember DAÎŞ`ê re sînordar kiriye. Bi taybetî DYA û Îsraîl li şûna ku rêjîm bê hilweşandin, lawazkirina wê li gor berjewendiyên xwe gûncavtir dibînin. Ew jî, li Rêveberiya Xweser û vebijêrka demokratik xwedî dernakevin û destek nakin. DYA û Ewropa Tirkiye ku endamê NATO ye, destek dikin û dagirkeriyê wê bi şêwazekê nerm dikin û hewl didin bipejirînin. Her wiha ji bo vebijêrka demokratik bi bandor nebe, bi rengekî destek didin dagirkeriya faşîst a Erdogan. Rûsya jî, di rewşa heyî de rêjîma Erdogan destek dike. Ji ber ku dizanin xala lawaz ya Tirkiyê pirsgirêka Kurd e, ji bo berjewendiyên xwe hewl didin vê kertê bi bandor, bi kar bînin.

Ji van pênaseyên kurt jî vekî ku bê fêm kirin, li Sûriyê qada tekoşînê ya sereke tekoşîna bîrdozî ye. Ew qasî cûdatiya hêz û berjewendî, ew qasî rêbazên cûda yên fikrên radîkal li Sûriyê de, di nava tekoşîneke pir girande ne.  Rêveberiya Şam`ê rûxmî hemû lawazî û bi zorî li ser piyan mayînê xwe, ji aliyê tekoşîna bîrdozî ve di rewşeke baş de ye. Ji ber ku fikrê ‘dewlet nebe civak jî nabe, dewlet hemû tişte’ xistiye mejiyê gel. Hemû mekteb û saziyên ragihandinê destê wan de ye. Mafê jiyanê nade mixalefetê. Gel jî wek tê xwastin nehatiye perwerde kirin û ronî kirin. Yên ji xwe re dibêjin mûxalefet jî, bi granî di bin kontrola hêzên derve de ne û bandorê xwe winda kirine. Bi rasti jî ol û netewperestî bi şêwazeke pir paşverû bikar tînin.

Gelê Sûriyê bê rêxistin e. Mûxalefeta demokratik bi giranî li derve ye û bê bandor e. Yê ku tekoşîna bîrdozî rêxistin bike û gel perwerde bike, tenê Rêveberiyê Xweser e.

Di herêmên ku Rêveberiyê Xweser heye, gel bi rêxistinkiri ye. Hereketên Cûwan û Jin aktîfin. Xebateke pêşketî ya ragihandinê heye. Gel dikare li meclis û komînan de, xwe bi rêxistin bike. Akademiyên demokratik hatine avakirin. Çalakiyên gel berfirehin. Ber çavan xebateke bi bandor ya bîrdozî heye. Rûxmî van hemûyan Reveberiyên Xweser şerekî mezin yê nefsî û bîrdozî ve mijûl dibe. Ji bo ku van herêman hilweşînin û ji holê rakin, êrîşên pir alî berdewam dikin. Ji ber vê, berpirsiyarîyên Rêveberiyê Xweser pir mezin in. Tekoşîneke pir bi bandor divê bide meşandin. Bi rehetî dikare bê gotin ku di vê mijarêde lawaz e. Xebatên leşkerî û siyasî têrê nakin. Pêwîstî bi Teşegirtineke nûh ya çandî û zihnî heye. Tenê herêmên Rêveberiyê Xweser ne, divê xîtabê Sûriyê bi gîştî bê kirin.