Norşîn Sîno \ Qamişlo
Komeleya Wênekêşiya Fotografîk a Sûrî ku di bin siya Tevgera Civaka Demokrat (Tev_Dem) de, li bajarê Amûdê yê Rojava yê Kurdistanê hatibû avakirin , ji bo hezgiriyên wênekêşiyê bû ye deriyekî perwerde yê.
Ji ber pêwîstiya deverê bi pêşketinê ji mile wênekêşiyê ve hebû û her wiha ji bo newindabûna mîrat ên deverê, di 30`ê çileya 2021`an de Komeleya Wênekêşiya Fotografîk a Sûrî di bi suya TEV-DEM ’ê li bajarê Amûde hat avakirin.
Komele ji 290 wênekêşên jin , ciwan û mêr pêk tê , ne tenê wênekêşên Rojavayê Kurdistanê, wênekêşên gelek dever û bajarên Sûriyê bi giştî jî cihê xwe di nava komeleyê de digrin û tevlî çalakiyên wê dibin.
Herwiha bi riya vê komeleyê wênekêş hê zêdetir fêrî wênekêşiyê dibin û beşdarî pêşangeh , çalakî û festîvalan dibin û wêneyên xwe pêşkêş dikin . Bi vî awayî wênekêş rastî û şaştiyên xwe nasdikin û xwe pêş dixin.
Ji dema avakirina komeleya wênekêşiyê û heta niha 8 pêşengeh hat li darxistin, tê de wênekêş wêneyên ku kişandine pêşkêş kirin û hatin nirxandin , herwiha 13 çalakî hatin lidarxistin , di çalakiyan de wêne ji kevnareyên deverê re hatin kişandin û tewsîq kirin. Û hîn jî çalakî berdewamin.
Herkes ê wênekêş an ku herzkiriyê wênekêşiyê ye dikare li gorî şert û mercên tevlîbûnê, tevlî komeleyê bibin. Şert û mercên tevlîbûna komeleyê li gorî rêziknameya komeleyê ev in;
1_ Wêneyekî şexsî
2_Wêneyekî nasnameyê
3_Kurtejiyan (CV)
Û piştî demeke ji tevlîbûnê nasnameya endamtiya komeleyê ji her endamekî re derdikeve , di riya nasnameyê de derfet ji wênekêşan re çêdibin ku karê wênekêşiya azad bike.
Çalakî û komxebatên komele li dardixe bê pere ye, û bi alîkariya saziyên (TEV_DEM) tên birêvebirin.