Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Felaketa Erdhejê li Bakurê Kurdistanê

08/02/2023
in ROJEV
A A
Felaketa Erdhejê li Bakurê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di erdhejeke dijwar de li  Bakurê Kurdistanê bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Hikumeta AKP-MHP’ê jî di vê rewşêde jî dijminahiya gelê kurd dike; bajarên Bakurê Kurdistan paşguh dike û ji aliyê saziyên dewletê ve hê tu alikarî ne gihiştine pir tax û bajaran.

 

Di sibeha 6’ê Sibatê de, seat 04.17’an de li navçeyan Pezercixê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek diwar bi pileya 7.8 pêk hat. Piştî wê erdhejê saet di 04.26’an de jî li navçeya Nurdagi ya bajarê Dîlokê erdhejek duyemîn a bi pîleya 6.4 pêk hat.

Erdheja dijwar, di serî de bajarên Amed, Meletî, Riha, Semsur, Dîlok û gelek deverên din ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Kilîs, Osmaniye û Qeyserî ên Tirkiyeyê hejand û di encamê de bi hezaran avahî hilweşiyan. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê hejmara mirovên ku jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 3 hezar û 381 kesî û 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûne. Herwiha  7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.  Lê ji ber ku heta niha pir kes ku bi zalalî hejmar nayê zanîn, di avahiyên hilweşiyayî de mane jimara qurbaniyan, bi giştî nayê zanîn.

Li gorî AFAD’ê ji duh ve li Pazarcixê ji duh ve zêdetirî 130 erdhejên biçûk çêbûne.

Hukumeta AKP-MHP’ê felaketên xweza jî li gor berjewendiyên xwe bikar tîn e!

Hikumeta AKP-MHP’ê wekî her car hewil dide ku bûyer yan jî felaketên ku diqewmin bixe berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê. Lewma li gor axifftin û ragihandina profesorên jeolojî yê, yên Tirkiyê pir caran berpirsyar di derheqê vê erdhejê de şiyar kirin e û ji bo pêşîlêgirtinê jî, pir piroje pêşkêşî kirîne. Lê dîsa jî, rûdana erdhejê re tedbîrên pêwîstî nehatîne girtin û niha jî  alîkariya pêwîst ji mexdurên erdhejê re nayê kirin.

Heta dema nivîsandina vê nûçeyê jî hikumeta AKP/MHP’ê tîmên rizgarkirinê neşandiye gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê û li wan navçeyan tenê welatî bi derfetên xwe yên kêm hewil didin ku kesên di bin avahiyan de mane, rizgar bikin.  Herwiha desthilatdariya AKP-MHP’ê vê carê jî  ferz dike ku alîkariya mirovî bi rêya AFAD’ê bê kirin û bi vî rengî nehêle ku alîkarî kom dibe bigihêje mexdûrên rasteqîn ku destpêkê bigihêje alîgirên wê û di nava felaketeke wisa de jî bi du tunekirina kurdan ketiye!

Felaketa erdhejê

– Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin, li Antakya, Kirikhan, Defne, Samandag û Skenderûnê jî bi  hezaran kes di binê xirbeyê avahiyan de mane. Herwiha çalakvanên bajêr li ser medyayên civakî diyar kiribûn ku li piraniya avahiyên bajarên ku lê erdhej çêbûyîn, zerar dîtine.

– Li gorî ku hatiye ragehand li Dîlokê jî heta niha 533 avahî hilweşiya ne û 200 kesî jî, jiyana xwe ji dest dane. Li navçeyên Nûrdagi, Îslahiye û Şehîtkamîl hîn jî karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li beşeke mezin a bajêr elektrîk qut bûye, şêniyên herêmê li rawestgehên otobusan, li parkan û kêleka rê hewl didin bi derfetên xwe agir dadin û xwe germ bikin. Li navenda bajêr Jî mirov ji bo bidestxistina Sûtemeniyê û nan ketine rêzê. Li gorî agahiyan heta niha ti alîkarî negihîştiye herêmê.

– Li Semsûrê jî ji ber erdhejê bi sedan avahî hilweşiyane, gel bi derfetên xwe karê rizgarkirinê dimeşîne. Di nava rojê de bi dehan kes ji binê xirbeyan hatin derxistin, tê gotin ku hîn jî bi sedan kes di binê xirbeyan de ne. Karê ku gel bi derfetên xwe dikir bi şevê û baranê re sekinîn. Tevî ku demeke dirêj di ser rûdana erdhejê re derbas bûye, hîn jî tîmeke rizgarkirinê negihîştiye bajêr.

– Elbistanê jî para xwe ji erdhejê girt û nîvê avahiyên li navenda navçeyê hilweşiyan û zerareke mezin dîtin. Li navçeyê hejmara windahiyan di asteke bilind de ye. Li gundên Elbistanê jî di asteke metirsîdar de hilweşîn çêbûye û hîn jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine herêmê.

– Li Amedê li navçeyên Rezan, Bajarê Nû û Peyasê 7 avahiyên hilweşiya ne, karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li gorî daneyên fermî yên nexweşxaneyên dewletê, li Amedê 49 kesan jiyana xwe ji dest dan, 562 kes jî birîndar bûn e.

– Li Riha û navçeyên wê jî gelek avahî ji ber erdhejê hilweşiyan. Li navenda bajêr û navçeyên Hewag, Berecûk, Pirsûsê 60 avahî hilweşiyan. Li navenda Rihayê li navçeyên Halîliye û Eyûbiyeyê nêzî 20 avahî hilweşiyan û gelek kes di binê xirbeyê avahiyan de mane.

Alîkariya welat erkê her Kurdekî ye

Rewşa heyî ya walatiyên Tirkiyê teqez kir ku dewlet û saziyên dewletê ji bo berjewendî û pêvîstiyên gel ne hatîne avakirin. Ji bo kesên di desthilatê de û saziyên wan hatîne avakirin. Hemû derfetên ku di di walad de bi dest xistîne jî dîsaji bo gel nayên bi karanîn û koma desthilatê û derdorên wan ji bo ku xwe dewlemend bikin û li her walatekê qesra ava bikin, dewlet hatine avakirin!

Hejayê bîranînê ye ku partiya HDP’ê û KCK’ê bangawaziya gel kir ku xwe bi hêviya wijdana dewleta AKP/MHP ve nehêlin û gel bixwe xwedî li hev derkeve û alikariya hev bike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.