Rojnameya Ronahî

Li Şehba pêşxistina pirojeyên koparatîfan

Di bin şert û mercên dorpêçê û êrişên dagirkeriyê de, li herêma Şehbayê ji bo pêşxistina aboriya civakî komîteya pirojeyên koparetîfan hat avakirin. Hevserokê komîteyê Yahya Hesen Mihemed da zanîn ku armanca wan ji vê yekê ewe ku çandiniyê pêş bêxin û karê komînal xurt bikin.

Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê bi dewlemendiya xwe ya çandiniyê tê naskirin. Herwiha piştî avakirina Rêveberiya Xweser, sistema koperetîf û komînan ya ku 2014’an hatî avakirin, herî zêde li bajarê Efrînê xurt hat rêxistinkirin û avakirin. Lê piştî dagîrkirina ji aliyê dewleta tirk ya faşîst ve hemû berhem, zevî û koperetîfên gel hatin talan kirin, çeteyên dewletê dest danîn ser û gel koçberî Şehba bû. Heman demê ji ber rewşa şer ya demdirêj, gel li Şehbayê jî nekarî çandiniyê bidomîne û asta çandiniyê ket.

Piştî derbasbûna gelê Efrînê ya Şahba û avakirina komîteyên çandinî û aborî ji nûve erdên bê xwedî hatin aktîfkirin û di van demên dawî de ji ber dorpêça ferzkirî û topbaranên dijmin dîsa asta çandiniyê weke ku tê xwestin nehat pêşxistin û gel zirarên mezin dîtin. Lê, wek hemû aliyên jiyanî gel li dijî êrişên dagirkeriyê dest ji avakirin û pêşxistina jiyana xwe bernada. Lewma komîteya pirojeyên koparatîf li herêma Şehbayê hat avakirin û dest bi pêşxistina çandînî hat kirin û bi vê rêyê aboriya gel tê xurtkirin.

Ji bo zêdetir em bizanibin xebatên vê komîtê çawa tên meşandin û armanc ji vê yekê çi ye, hevserokê komîteyê Yehye Hesen Mihemed ji rojnameya me re axivî.

“Ji bo derbaskirina zehmetiyên aborî me ev yek da destpêkirin”

Yahya  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çawa destpêkirina piroje û wiha got: “Li gorî şert û mercên ku gelê herêmê têre derbas dibe, ampargoya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser herêmê hatiye ferz kirin û êrîşên dagirkeriyê yên ku bi rojan tên kirin,  bêguman zehmetiyên aborî ji aliyê gel ve tên kişandin. Ji bo ku em jî bi gel re di milê çandiniyê de bibin destek, me ev pirojeyên koparatîfê bi desteya aborî û çandiniyê re dan destpêkirin”.

Pirojeyên koparatîfê

Yahya di derheqê xebat û meşandina xebata koperatîfan wiha got: “Pirojeya koparatîfan li ser 3 beşan wê were meşandin beşa çandiniyê, lawirvaniyê û pêşesaziyê, me komîteyên xwe li navçeyan û di komînan de dan avakirin. Bi gîştî erdên ku me xistine xizmeta komîteya pirojeyên koparatîfê 2 hezar û 100 hêktar e. Hejmara hêktarên ku hatine belav kirin heyanî niha li ser malbatan hezar û 700 hêktar e. Ev piroje wê li gor demsalan dewam bike, di vê pêvajoyê de me 7 cûreyên tovikan belav kirine. Weke nîsk, genim, ceh, kemûn, reşreşok, sile, kizbere hatin belavkirin û hejmara gîştî ya tovikan(biziran) ku hatine belav kirin, nêzî 200 ton e. Di heman demê de di milê belav kirina semad de jî, em dibin alîkar û heya niha nêzî 40 ton hatiye belavkirin. Di her pirojeyekê koperetîfê de jî, 5 malbata heyanî 11 malbatan di nava xwe de di hewîn e. Ji bo her malbatekê hêktarek heyanî hêktar û nîvekê tê dayîn. Pişt re li gor berhemê derkatî, ji bo domandina koperetîfan ji her malbatekê ji berhemê wî ji sedê 10 tê girtin. ”

“Beşek ji bo aboriya jin hatiye veqetandin”

Yahya da zanîn ku di nava van pirojeyan de beşeke taybet ji bo aboriya jin hatiye dabeşkirin û wiha domand: “Di nava van pirijeyan de beşeke taybet ji bo aboriya jin hatiye diyarkirin; li bajarokê Til Rifetê nêzî 25 hêktar û li navçeya Fafînê nêzî 35 hêktar bi taybet ji bo pirojeyên koparatîfa yên aboriya jin hatine veqetandin”.

“Armanc ew e ku em aboriya civakî pêşbixîn”

Yahya di dawiya axaftina xwe de, da xuya kirin ku armanca wan ji vê gavavêtinê çiye û wiha got: “Li herêma Şehbayê têkoşîn û berxwedaniyeke pir pîroz ji aliyê gel ve tê meşandin. Gelê ku li vir jiyan dike, bi armanca rizgarkirina Efrînê jiyana xwe didomîne. Li kêleka vê berxwedanê me jî xwest em bi gel re heyanî astekê bibin alîkar. Armanca me ji van pirojyan yek ku gel ji çandiniya herêmê sûd werbigire, di heman demê de em rola bazirganiyên ku ji derve dikevin herêmê, rabikin. Ev yek wê di demên pêş de aboriya civakî ya herêmê baştir bike”.