Rojnameya Ronahî

Ji bo avdanê, enerjiya tavê altarnatîfê jenetorên mazotê ye

Gelek cotkarên ku xwediyên zeviyên avî ne, li şûna jeneratoran, enerjiya tavê bi kar tînin da ku zeviyên xwe av bidin. Komîteyên Çandiniyê jî li gel hişkesaliyê cotkaran teşwîq dikin ku xwe bispêrin vê enerjiyê ku nûjen û dostê hawîrdorê ye.

 

Di encama kêmbûna baranê de di 3 salên dawîn de, ji ber ku mazota pêwîst ji bo avdanê hin caran dereng dihat belavkirin, li rex wê, ji ber ku pirsgirêk di jeneratorên avdanê de derdiketin û lêçûna sererastkirina wê biha ne, li aliyekî din ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kiriye ku jêdera sereke ya xebitandina turbînên kehrebeyê ye, saetên derxistina kehrebeyê kêm bûn. Ji ber wê cotkaran li çareseriyên din geriyan da ku mewsima çandiniyê biparêzin û bi ser bixin.

Li gel vê, gelek cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriyên alternatîf peyda kirin û enerjiya tavê li şûna jeneratoran bi kar tînin.

Enerjiya tavê bi rêya teknolojiya girtina germahiya tavê û veguhestina wê ji bo enerjiya kehrebeyê kar dike, ku cotkar jî wê ji bo pêxistina dînemoyên derxistina avê ji bîran bi kar tînin, li gor kûrahiya bîran jî hejmara tabloyên kişandina tavê û xurtiya dînemoyan kêmtir an jî zêdetir dibin.

Cotkarê bi navê Taha El Necim ku bi xwe ji navçeya Til Birak e destnîşan kir ku wan ji ber kêmbûna baranê ji 3 salan de û pirsgirêkên di jeneratoran de, berê xwe dan enerjiya alternatîf.

El Necim 102 tabloyên kişandina tavê peyda kirine ku bi rêya wan dînemoya xwe ya bi xurtiya 40 hespan pêdixe. Dînemo avê ji bîreke 175 metreyan bi rêjeya 5 înş derdixe û rûbera 420 donim genim av dide.

Der barê cudahiya navbera jeneratorên mazotê û enerjiya tavê de El Necim got: “Enerjiya tavê enerjiyeke paqij e û ji bo jîngehê baş e, lê ew bi piranî bi roj û li gor germahiya tavê kar dike, ji ber vê jî enerjiya ku derdixe têra avdana rûberê bi temamî nake, jeneratorên mazotê jî tu kengî bixwazî dikarî wan pêxî lê belê pirsgirêkên wan pir in nexasim buhabûna nirxê mazotê.”

Cotkarekî din ê ji Qamişlo Yûsif Remedan li zeviya xwe 96 tabloyên kişandina tavê bi cih kirin û bi enerjiya wan dînemoya xwe ya 40 hespî pêdixe û bi rêjeya 4 înş avê ji bîrê derdixe.

Remedan destnîşan kir ku bicihkirina tabloyên kişandina tavê destpêkê buha ye, lê belê bi gelekî ji mazot û jeneratoran baştir e.

Lêçûna bicihkirina her tabloyekê ji 110 heta 180 dolarên Amerîkî ye, ew jî li gor cûre û mezinahiya tabloyê ye, her wiha lêçûna çêkirina bingehên hesinî, kabil û betarî jî heye.

 

Komîteya çandiniyê piştgiriyê dide

 

Hevserokê Gerînendetiya Çandinî û Avdanê ya kantona Qamişlo Nayif Îbrahîm got: “Em piştigriyê didin bikaranîna enerjiya tavê, ji ber ku hem ew ji bo jîngehê baş e, hem jî lêçûna wê kêmtir e. Heta niha tu planên me yên pêşkêşkirina alîkariyê ji cotkaran re ji bo ku tabloyên kişandina tavê peyda bikin, tune ne.”

Komîteyên Çandiniyê û Gerînendetiya Sotemeniyê ya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mazota avdanê li cotkaran belav dike. Hin cotkar derengiya wergirtina beşên mazotê rexne kirin û got mazota tê dayîn têra avdan, pêxistina jenetor û dînamoyan nake.

– ANHA