Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lêborîn ji gelê kurd xwast

05/02/2023
in ROJEV
A A
Lêborîn ji gelê kurd xwast
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Kenan Tûlgay diyar kir ku birayê wî yê bi navê Mehmed bê agahiya malbatê, ji bo pere çoye ber deriyê HDP’ê û got, ez li ser navê malbata xwe, lêborînê ji gelê kurd dixwazim. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Mehmed bi dewletê re dixwebite û tu têkiliyên wî bi malbatê re nemayîn e.

Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî û bi rêxistinkirina polîsên dewleta tirk a dagirker, komek kes li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, hatine bicihkirin. Yek ji wan jî Mehmet Tûlgay e. Tûlgay di 10’ê Çile de ji Edeneyê anîne ber avahiya partiyê û pişt re jî derket holê ku Tûlgay ji berê de bi dewletê re dixebite.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji malbata Tûlgay, Kenan Tûlgay yê birayê Mehmed Tûlgay, nêzîkatiya birayê xwe qebûl nekir û got, tu têkiliyên wî bi malbata me re nemayîn e û ew bi dewletê re kar dike. Birayên min Alî û Menaf Tûlgay di sala 1993’yan de bi vîna xwe tevlî nav refên PKK’ê bûne. Herwiha da zanîn ku ew nêzikatiya birayê xwe Mehmet Tûlgay yê li ber deriyê HDP’e ya Amed ê qaşo çalekiya rûniştandinê dike, qebûl nakin.

Kenan Tûlgay da zanîn ku Mehmet Tûlgay ji salên 90’î ve bi dewletê re dixebite. Lewma malbat wî di nava xwe de qebûl nake.

Mehmed Tûlgay bi JÎTEM’ê re xebiti ye

 Kenan Tûlgay bal kişand ser diroka birayê xwe ya bi dewletê re û got: “Ew tenê bi awayekî biyolojîk birayê me ye. Her kes dizane ku ti têkiliya malbatê pê re tine ye. Tu elaqeya me bi anîna wî ya ber HDP’ê re tine ye. Wî ji sala 89’an ve cerdevantî kiriye, ew bi JÎTEM’ê re xebitiye, sîxurtî kiriye. Malbatê ew qewitandi ye. Mirovekî rabihuriya wî tarî ye. Em dixwazin her kes bi vê rastiyê zanibe. Birayên min Alî û Menaf rêya xwe bijartine û di 93’yan de çûne. Çi elaqeya wan bi HDP’ê re heye?”

Kenan wiha domand: “Ew bêyî pereyan ti tiştî nake. Bi pereyan ew birine ber HDP’ê. Du birayên min çûne, lê tenê ji bo Alî diaxive. Nexwe tenê ji bo kesekî pere wergirtine.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.