Fadîle Tok diyar kir ku wê gelê Kurd berxwedana Îmraliyê li deşt , çiya û bajaran jî bimeşîne û got, divê hêzên komploger bizanibin ku wê ti kes nikarebe roja me tarî bike, palanên wan bi ser neketin û biser nakevin jî û fikrê Rêber Apo bû çira Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî.
Navenda Nûçeyan
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelkê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostên wan li Kurdistanê û her derê cîhanê çalakiyan lidardixin. Yek ji deverên ku bûye navenda berxwedan û têkoşînê jî, herwiha ji bo azadiya Rêber Apo her dem çalakî lê tên lidarxistin, wargeha şehîd Rustem Cûdî ye.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin.Di 1’ê Sibata 2023’an de jî vegeriya çalakiya greva birçîbûnê. Çalakî wê heya 8’ê Adar a 2023’an dewam bike.
Derbarê Çalakiya girava birçîbûnê ya ku welatiyên wargeha şehîd Rustem Cûdî dan e destpêkirin Rêvbera Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok, ji me re axivî.
’15 Sbatê Roja bêbextiya li dijî gelê kurd e’
Fadîle diyar kir ku armanca çalakiya wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha domand: “15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz, rojeke dîrokî ya reş e. Ew roj roja bêbextiya cîhanê bi gelê Kurd re ye. Herwiha roja binpêkirina nerxên mirovahiyê ye. Armanca sereke ya vê Komploya Navneteweyî jî, têkbirina îradeya azadiyê bû. Ev Komplo li ser tevayiya gelên bindest û azadîxwaz e.”
‘Armanac têkbirina îradeya gelê Kurd e’
Fadîle da zanîn ku wan çalakiya xwe 1’ê Sibatê daye destpêkirin ji ber ku salvegera çalakiya şehîd Viyan Soran e û wiha domand: “Welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo azadiya Rêbe Apo her dem di nava çalakiyan de ne. Me çalakiya xwe kir 1’ê Sibatê, ji ber ku di 2’ê Sibatê de Şehîd Viyan Soran ji bo ku dengê xwe bighîne tevayî cîhanê bi dirûşmeya ’Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ çalakî kir. Em ê çalakiya ku şehîd Viyan Soran dayî destpêkirin heta azadiya Rêber Apo dewam bikin.
Em dizanin her ku diçe hêzên komploger planên xwe yên qirêj yên ser gelê Kurd zêdetir dikin û dixwazin îradeya gelê kurd têk bibin. Armanaca wan ya ji têcrîda li ser Rêber Apo jî, têkbirina îrade û hêza wîye, herwiha qirkirina gelê Kurd e.”
Fadîle da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker li kêleka tecrîda giran a li ser Rêber Apo Kurdistan jî, kiriye dojeh û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyayî û qedexekirî êrşî gelê Kurd dike. Bi armanca tevahî Kurdistan dagirkirinê komkujiyan pêk tîn e.Herwiha xwezaya Kurdistanê jî têk dibe, dixwaze bi her awayî Kurdan qir bike. Ji ber wê li kêleka tecrîdê êrîşên xwe yên ser Kurdan zêde dike.”
‘Gelê kurd li du şopa rêberê xwe dimeşe’
Fadîle da xuyakirin ku wê çalakiyên wan heya azadya fîzikî ya Rêber Apo dewam bike û wiha got: “Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz, têkoşîneke bê hempa dimeşîn e. Ew temsîla aşîtî , wekhevî û mirovahiyê dike. Ji bo azadiya gelan û demokrasiyê kedeke mezin daye û ti carî serê xwe ji dijmin re natewîn e. Herwiha di şopa rêberê xwe de, tevî ku hêzên dagirker her roj êrîşên xwe li dijî gelê kurd zêde dike jî, gelê Kurd biryara xwe daye ku heta azadiya Rêber Apo misoger nebe, ew ê têkoşînê dewam bike. Ji ber ku eger Rêber Apo fîzkî ne azad be, wê demê gelê Kurd jî azad na be. Em ê herdem bi dirûşmeya ’Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’, pêlên berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin, wê çalakiyên me li derdora Rêber Apo bibin xelekek û wê dewam bikin.”
Peyama ji hêzên komploger re
Rêvebera Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok bang gelê Kurd kir ku asta berxwedanê bilindtir bikin, li her derê çalakiyên xwe zêdetir bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelê Kurd li her derê cîhanê çalakiyan lidarbixin û li Rêberê xwe xwedî derkevin. Divê em hêzên komploger neçar bikin ku tecrîda giran li ser Rêber Apo rakin. Ji bo aşîtî û demokrasiyê divê deriyê Îmraliyê vebin û fikr û projeyên Rêber Apo bibin bingeh. Gelê kurd wê berxwedana Îmralî li deşt, çiya û bajaran jî bimeşîne. Peyama me ji komplogeran re ew e ku wê tu kes nikaribe roja me tarî bike. Hêzên komploger bi ser neketin û bi ser nakevin jî. Îrade û fikrê azad yê Rêber Apo ji planên wan xurtir bûye û belavî cîhanê bû. Herkes dizane ku Rêber Apo çira Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Bê azadiya Rêber Apo wê kirîzên cîhanê nayên çareserkirin û wê kûrtir bibin.”
Hêjayî bîranînê ye ku gireva birçîbûnê ya 2019’an ku bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrida li ser Rêber Apo hatî destpêkirin, Fadîle Tok jî piştî despêkirina girevê ya 35 rojan dest bi çalekiya gireva birçîbûnê kir û 127 rojan dewam kir. Piştî ku hevdîtin bi rêber Apo re hatî kirin û peyama ku divê dest ji gireva birçîbûnê bê berdan ji aliyê rêber Apo hat şandin, Fedîle Tok jî wek hevalên xwe yên di girevê de, çalekî bi dawî kiribû.





