Zekî Bedran
Gelên Sûriyê bi pirsgirêkên piralî re mijûl dibin. Ji aliyekîve dagirkeriya dewleta Tirkan û zûlma komên çekdar ên di bin emrê wan de, qirkirina qewmî û ji alîyê din ve jî xizanî û fikarên ewlekarî di asta herî jor de ye. Hûkûmeta Şam`ê di bin ambargoyek aborîde ye. Gel nikare pêwîstiyên xwe yê rojane peyda bike. Dolar bilind dibe û lîre yê Sûriyê nirxê xwe kêm dibe. Ev jî li bazar bê îstîqrarî çêdike û xizaniya gel kûrtir dibe.
Rêveberiya Şam`ê li ser Kurdên li herêma Şehba û Heleb rûxmî vê rewşa giran ya kirîza aborî ambargoyeke din jî bi xwe dimeşîne. Dermen, sotemenî û kêmbûna pêxwarinê destpêkiriye. Ji ber sermaya zivistanê yê temen mezin û zarok pir bandor dibin û bûyerên mirinê tê jiyankirin. Ji milyonan hemwelatiyên bakûr û rojhilatê Sûriyê bac ê gûmrûk tê girtin. Ev jî nirxê maddeyan bi şêwazeke din bilind dike. Kurdên her dû nahiyeyê Halep’ê û li Şehba jiyan dikin, dikaribûn bibin pira nîzîkbûna di navbera Şam`ê û gelê Kurd`de. Li Qamışlo û Haseké’jî hêzeke kêm ya hûkûmeta Şam`ê heye. Ev rewş divê di navbera her dû aliyande roleke nîzîkbûnê bilîsta. Lê rêveberiya Şam`ê wiha nîzîk nabe. Ji rêveberiyê xweser heta niha hember herêmên hûkûmetê ambargo pêk nehatiye. Hewldanên wiha her dem ji aliyê hûkûmetê pêşketiye. Aliyê din jî carna bersiv daye û xwastiye vê ambargoyê bişkîne.
Zihniyeta rêveberiya merkezî û desthilatdar xwe li ser zexta gel û hûsti xwarkirinê girêdaye. Her dem ji bo mecbûrê xwe bikin hewldanê wan ya gel bêzarkirin û jiyana gel zehmet kirin heye. Li ser esasê demokrasi pirsgirêkan anîna ziman ya gel û xwe rêxistinkirina gel bi çi rengî îcaze nayê dayîn. Ragihandin ji gel, mûxalefet û ji bo dengên cûda bi gîştî girtiye. Yên nerînên wan yê cûda hebin nikarin xwe bigihînin gel. Herkes kendi içinde adeta hapsediliyor ve boğuntuya getiriliyor.
Li herêmên rêveberiyê xweser de gel hîn zêdetir xûliqdare û azade. Herî kêm meclîsên gel hatine avakirin, mecalê nîqaş û rexne heye. Cûdabûna çand, ziman û bawerî ji yekîtiya di navbera wan re nabe asteng. Berovajî vê jin zêdetir azadin û ji bo nasnameyên xwe derxin pêş pêşketinên mezin nîşandane. Pergalek mînak ji bo rojhilata navî derdikeve. Gelên Sûriyê bi bihevre jiyanê, bi nîqaş û xwe rêxistinkirinê xwe digihînin firsendê çareserkirina pirsgirêkên xwe.
Ev pergala demokratîk û azadîxwaz di bin gefên girande ye. ji aliyekê ve dagirkeriya Tirkiyê û amadekariyên êrîşen nû, aliyeke din jî kar û xebatên Şam`ê yê dijber. Bi taybetî gotinên dewletî û netewperestî giranî hatiye dayîn. Li şûna ku çand û îradeya gelan ya bihevre jiyanê pêş bixin û demdirêjî de Sûriyê rakin ser piyan, zimanekî cûdatiyê tê bikarhanîn. Hewldidin nakokiyê Kurd û Ereb derxin û gelan ji hev dûr bixin. Nasnameya Kurdan, bi zimanê zikmakî perwerde û mafê pêşxistina çanda xwe nayê qebûlkirin. Zihniyeta wan beriya 2011 an de ye.
Rûsya û hêzên din jî berjewendiyên xwe esas digrin. Paşroja gelan û demokrasiyê ji bo xwe weke pirsgirêk nabînin. Pirsgirêkên xwe bi hûkûmetê ve çareserkirin û wê li ser piyan girtin ji bo xwe bes dibînin. Dewleta Tirkan bi siyasetek hilweşîner û dijminahîyeke xirab nîzîkê Sûriyê bû. Hemû xirabiyên xwe li vir vala kir. Çikas çeteyên benê xwe qetandî hebûn, hemûyan li dora xwe kom kir û dagirkeriyêde da pêş. Niha jî, ji hûkûmeta Sûriyê re dibêje em hevditinan bikin û li hev werin. Wê yekê ji bo hûkûmetê bikşîne nava şerekî navxweyî ya nû, û ji bo bike şîrîkê qirkirinên xwe dike.
DYA û hêzên hevpeyman jî xwe bi DAİŞ’ê ve girêdaye. Ji bo qirkirina dewleta Tirkan ya li ser Kurdan tevkariyê dike. Li Tirkiyê û Irak`ê jî bi rengeke vekirî destek dide polîtîka û şerê qirkirinê ya faşîzmê Tirkan. DYA û NATO nebana yekî weke faşîstê Erdogan îro tûnebû. Dewleta Tirkan ji mêjve mecbûr dima ji bo pirsgirêk çareser bike. Ev alîkariya DYA û NATO şerê Kurd û Tirk dirêjkir û hûndayiyan zêde kir. Dagirkerî û êrîşên Tirkiyê li Sûriyê jî encamê van polîtîkayan e. Tirkiyê xirab hate elimandin, çav li hemû sûcên wê re hat girtin.
Ev hemû nakokî û pevçûnan tenê bi yekîtiyek demokratîk ya gelên Sûriyê û rêxistinbûyinê wê dikare bigîhîne çareseriyeke mayînde. Rewşenbîr, welatparêz û kedkar, hember polîtîka û leystokên berjewendiyên dewletan, divê bedîlê xwe ava bikin û yekîtiyê xwe xûrttir bikin.





