Rojnameya Ronahî

Çavdêriyek li ser sı̂stema perwerdê ya welatên cı̂hanê (Beşa 2)

Zozan CIZÎRÎ

 

Di derbarê rewşa perwerdeya hinek walatan ku li gor daneyên rojane yên îsal yên ji aliyên saziyên wekî OECD û PISA’ê û di encama çavdêrî û lêkolînên wan yên li ser welatên ku xwediyê perwerdeya herî baş in, em jî binirxînin.

 

Li Koreya Başûr Avantajên Sîstema Perwerdê yên Hene

Xwendekarên li Koreya Başûr perwerde dîtine, di nav ezmûnên wekî PISA di asta navnetewî de tên çêkirin, bi pileyên digirin balê dikêşin. Bi giştî xwendekarên Koreya Başûr, di qada siyasî ya navnetewî de serkeftinên mezin bi dest dixin. Ev rewş jî piştrast dike ku, sîstema perwerdê ya Koreya Başûr gelekî baş e. Di nav avantajên perwerdeya li Koreya Başûr tê dayîn de, mijarên derdikevin pêş;

Perwerdeya li welat tê dayîn gelekî tijî ye. Ji bo vê, xwendekar ji gelek aliyan ve xwediyê asteke zanyariyê ya têrker in. Jixwe di nav ezmûnên li ser asta navnetewî tên çêkirin de, serkeftinên berçav bidest dixin. Ev jî vê rewşê eşkere dike. Li welat perwerdeya bingehîn bêpere, tê dayîn. Lê ji bo astên piştî wê, divê heqdestekê bidin, wisa dibistanên xwe bidomînin. Mamosteyên li welat ji bo xwe îspat bikin, pêwîste bikevin ezmûnan. Ev jî dihêle perwerdekarên bi kalîte û wesifdar hilbijêrin. Bi rêya sîstema perwerdê hîn di temenê biçûk de, prensîba xebata bi dîsiplîn didin xwendekaran. Ev jî dibe wesîle ku kesayet her ku mezin bibe, hîn zêde bi dîsiplîn, serkeftî û berpirsiyar nêz bibe. Perwerdeya didin ji bo kesayetên wesifdar bigihin gelekî baş e. Di dibistanên Koreya Başûr de, kesên perwerde dibînin, di qada navnetewî de pir rihet kar dibînin û dibin xwediyê kariyerek baş.

 

Li Hollanda avantajên Sîstema Perwerdê

Li gor Endeksa Pêşketina Mirov, her demekê Hollanda pileyek baş digire. Di nav sîstema perwerdê de jî, di rêza yên herî baş de cih digire. Sîstema perwerdê ya vî welatî ku bi salan e serkeftinan raber dike, êdî di vê asta xwe de rûniştiye. Avantajên perwerdeya li Hollanda tê dîtin, bi xetên sereke;

Her welatiyeke/î li Hollanda xwediyê wî mafî ye ku li gor sîstema baweriya xwe perwerde bibîne. Jixwe avahiya perwerdeya wir wekhevîxwaz e. Perwerde 5 salên destpê mecbûre bibîne. Ev jî, derfet dide kesayet ku ji temenê zarokatî ve perwerde bibîne. Di asta seretayî û navîn de perwerde bêpere ye, lê dibistanên taybet jî hene. Herwiha, dibistanên pîşeyî yên xwediyê kalîteya perwerdeya bilind hene, lewre piştî dibistana amadeyî şexs digihe asta ku pîşeyeke xwe hebe. Hollanda, bi zanîngehên xwe yên herî zêde perwerdeya bilind didin derdikeve pêş, lewre zanîngehên pir bi bingeh hene. Xwendekarên li van zanîngehan perwerde dibînin, bi xeml û tekûziyeke têrker dixericin. Ev rewş ji bo xwendekaran di qada kar de dibe avantajek mezin.

 

Li Danîmarka Avantajên Sîstema Perwerdê

Danîmarka, li ser asta cîhanê wekî welatekî perwerdeya herî baş dide, cihê xwe girtiye. Li welat asta hîndariya bilind, gelekî bilind e. Bi sîstema xwe ya perwerdê ya pêşketî derdikeve pêş û di nav rêza welatên herî baş de tê nîşandan. Li Danîmarka, têkildarî sîstema perwerdê taybetmendiyên balkêş wiha ne;

Li welat heta 16 salî ango heta dibistana amadeyî perwerde ferz e. Perwerdeya piştî wê ferz nebe jî, hejmarek zêde ya xwendekaran perwerdeya xwe didomînin. Li dersxaneyên dibistanan, berhemên teknolojîk jî didin. Ev yek sîstemeke perwerdê ya modern xurt dike. Mamosteyên li dibistanan ders didin, taybet tên hilbijartin. Ji bo perwerdeyeke pêşketî tekûz û têrker in. Li dibistanên amadeyî perwerdeyeke pir pêşketî tê dayîn, piraniya xwendekaran berî derbasî zanîngehê bibin, digihin asta zanîna pêşeyiya xwe. Mijarên di nav menahican de gelek qadan digirin nav xwe. Li Danîmarka taybet zanîngehên pir pêşketî hene, lewre gelek kesên xwendina bilind diqedînin, li hemû cihên cîhanê dikarin kar peyda bikin. (wê bidome…)