Rojnameya Ronahî

Bilindbûna bihayê dermanan

Darîn Silê/Qamişlo

 

Di navbera êşa nexweşiyê û zehmetiyên dermankirinê de, dema dawî welatî êşa bihabûna derman jî dikşînin. Lewra her cûreyek derman du qatî wê pere hatine ser. Li ser vê jî welatî banga çareseriyek ji vê bihabûnê re dikin.

Ji ber bihabûna madeyên dermanan li Sûriyê piştî lêkolîn, konferans, rûniştin û civînan, di destpêka sersalê de wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê, ji nişka ve nirxê dermanan ji sedê 50`î bilind kir. Ji bo wê jî niha gelek welatî dema ku diçin dermanên xwe bikirin, êdî ji bihayê wan matmayî dimînin û nizanin ka çawa, bi çi awayî dermanên xwe peyda bikin. Bi taybet kesên xizan ku nikarin nanê mala xwe peyda bikin, rastî astengiyeke jiyanê ya pir mezin hatine. Lewra di vê dema nexweşî zêde bûne de, pêwîstiya welatiyan pir bi dermanan heye.

Herwiha dermanê ku bihayê wê ji sedî 40 yan sedê 50`î zêde bûne, barekî zêde li ser nexweşan û hewcedaran çêdike. Ji bo wê jî gelek kesên nexweş, dev ji deremanên xwe berdane û êşa nexweşiyê didin berçav. Heta ji ber rewşa aborî hinek walatî nikarin zarokên xwe yên biçuk jî bibin nexweşxanê û tedavî bikin.

Derbarê bilindbûna nirxê dermanan û kêmderfetiya welatiyan di peydekirina dermanan de, welatiyên bajarê Qamişlo nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

Bihabûna dermana û rewşa welatiya

Welatiya bi navê Selam Elî Ehmed ku keçek wê nexweşe da zanîn ku nikare nîvê dermanên keça xwe jî nikare bikire û axaftina xwe wiha domand: “Ji dema ku derman biha bûne min dev ji nîvê dermanên keça xwe berda ye. Lewra rewşa me ya aborî pir lawaz e û kesê ku malê bi rêve bibe, nîne. Ji bo wê jî derfetên me naghêjin vê bihabûnê.”

Selam di berdewamiya axaftina xwe de got, berî ku derman biha bibin min dermanê keça xwe tev bi 45 hezaran dikirî, lê niha 120 hezar dike. Ev derman jî ji bo çend rojan e. Di heyvê de nêzî 400 hezar ji min re pêwîsrte ku ez dermanê wê peyda bikim.  Herwiha gelek cûreyê derman hene peyda nabin û eger li hin dermanxane jî hebin pir bihane.

`Eger çareserî neyê dîtin wê pir kes ji ber bêderfetî jiyana xwe ji dest bidin`

Selam Elî Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, eger rewş wisa bimîne wê gelek kes ji ber nexweşiyê û bihabûna dermanan, jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo wê jî em bihêvîne ku çareseriyek ji bo bilindbûna nirxê dermanan were dîtin, ji ber ku êdî rewş nayê ragirtin.

‘Dermanxane bûyîne dikanên bazirganî’

Welatiya bi navê Mihdiya Şêxmûs ya 80’ê salî jî, gelek nexweşiyên mîna zextê, êşa movikan û gelek nexweşiyên ku bi pîr û kalan re çêdibin, pêre hene li ser bilindbûna dermanan wiha got: “Mixabin dermanxane bûne weke dikanên bazirganiyê û bihayê dermanan li her dermanxaneyê ji ya din cuda ye. Bilindbûna bihayê dermanan êşa me zêde dike. Êşa nexweşiyê ne bese bi ser de bihabûna dermanan jî çê bû. Ev dermanê di destê min de berê bi 170 hezaran bû, niha du qatî wê dike. Ji bilî bihabûna dermanan jî, her meh pêwîstiya min bi venêrîna pijîşkan jî heye. Lê ji ber bihabûnê ez nikarin pêvîstiyên xwe yên tendûrîstî pêk bînin.”

Mihdiya Şêxmûs di dawiyê de got, piştî vê zêdebûnê dê sebzefiroş, qesab û hemû kesên pispor bihayên xwe bilind bikin. Ji bo wê jî wê ev bihabûn gelek pirsgirêkên din bi xwe re bîne. Em bi hêvîne rewşa dermanan were zelalkirin û nirxekî baş û li gorî derfetên welatiyan ji dermanan re were dayîn.

`Bihabûna dermanan ji sedê 50 derbas kiriye`

Dermansaz Mihemed Hemed Xelef jî, derbarê bihayê dermanan wiha got: “Derman bi giştî bihayê wan zêde bûye û ji sedî pêncî derbas kiriye. Herwiha got, berê welatî dihatin miqdarek baş ji dermanên xwe di kirîn, lê niha li çûna kartûnek derman zerfek digrin.”

`Bihabûna dermanan ne bi destê dermansaza ye`

Mihemed da zanîn ku ev bihabûn ne bi destê dermansaza ye û wiha pê da çû: “Ev bihabûn ji gel kampanyayên dermanan ve hatiye kirin. Dema bihabûnek çêdibe, newelatî tenê, em jî dikevin bin bandora vê bihabûnê.”

Mihemed destnîşan kir ku piştî vê bihabûnê di van rojan de, welatî êdî dest ji dermanan berdane û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Piraniya nexweşan çiqas nexweşiya wan giran be jî nikarin berê xwe bidin dermanxanê. Ji bo wê jî ji neçarî êşa nexweşiyê dikêşin.”

Dermansaz Mihemed Hemed Xelef di dawiya axaftina xwe de got, bihabûna nirxê dermanan sînorê xwe derbas kiriye û şîrketên dermanan jî rewşa welatiyan berçav nagrin.