Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava komkirina îmzayan li Şahbayê

01/02/2023
in ROJEV
A A
Pêngava komkirina îmzayan li Şahbayê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ji bo rakirina tecrîda giran ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên herêma Şehbayê pênagava komkirina Imzeyan dan destpêkirin. Welatiyên Şehbayê diyar kirin ku bi saya berxwedana Rêber Apo û têkoşîna gel, wê meşa azadiyê dewam bike û ew ê Komploya Navnetewyî têk bibin.

Navenda Nûçeyan/ Şehba

Li hemberî Komploya Navnetewî û ji bo azadkirina fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên bakur û rojhilatê Sûriyê her sal di meha Sibatê de pêngavên komkirina imzeyan didin destpêkirin. Îsal jî bi nêzîkbona salvegera Komploya Navnetwî, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkê a Rêber Apo,  pêngava komkirina imzeyan li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin.  Li Şehbayê jî, bi pêşengiya Meclîsa Gîştî û Tevgera Ciwanên Şoreşger, pêngav hat destpêkirin û welatiyên herêmê bi awayekî çalak tevlî pêngavê dibin.

Têkildarî mijarê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Zîn Henan, herwiha endamên Meclisa Ahdas Raniya Ebdullrihman a herêma Şehbayê ji me re axivîn.

’ Wê gelê Apoyî li qadan be û têkoşînê xurtir bike’

Zîn Henan diyar kir ku ji bo azadiya fîzkî a Rêber Apo ew ê asta têkoşîna xwe bilintir bikin û got: “Dewleta Tirk  a dagirker û hevalbendên wê yên faşîst, dixwazin bi girankirina tecrîdê re  Rêber Apo û gelê Kurd ji hev qut bikin.  Herwiha dixwazin îradeya ku Rêber Apo di gelê Kurd de ava kirî, ji holê rakin. Lê bi saya berxwedana Rêber Apo, planên wan bê bandor dibin. Îro bi 10 hezaran ciwan li ser xeta îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û li dijî dagirkeran têkoşînê dikin. Ev pêngava ku me daye destpêkirin, isbat dike ku tu kes nikare fikrê Rêber Apo bê bandor bike. Me ji cîhanê re isbat kir ku  ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî em ê têkoşînê xurtir bikin û heta ku Rêber Apo azad nebe wê gel li qadan be.”

’Fikrên Rêber Apo navenda çareserkirina tevayiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e’

Endama Meclisa navçeya Ehdasê Raniya Ebdullrihman  jî  da zanîn ku ew ê di meşa azadiya Rêber Apo dewam bikin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de, fikrên Rêber Apo navenda çareserkirina tevayiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.  Lê ji bo ku pirsgirkên Rojhilata Navîn çareser nebin, hêzên komploger tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin û dixwazin wî ji gel qut bikin. Em jî soz didin ku  em ê li hemberî tecrîdê asta Têkoşînê bilindtir bikin û hesaba vê tecrîdê ji komplogeran bixwazin. Herwih bi saya berxwedana Rêber Apo û têkoşîna gel, wê meşa azadiyê dewam bike û komplo jî wê têk biçe.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.