Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sê zarokên xwe diyarî şoreşê kir

19/07/2018
in Uncategorized
A A
Sê zarokên xwe diyarî şoreşê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Dayîka Cemîla Nûhê ya ji Til Teltemirê sê zarokên xwe diyarî şoreşa Rojava kiriye û her sê zarokên wî yên bi navê Mazlûm, Hogir û Şehreman di ber şoreşê de canê xwe feda kirine û şehîd bûne. Dayîka Cemîleyê wiha got, “3 zarokên min ji bo axa xwe û rûmeta xwe biparêzin li dijî dijmin re şer kirin û şehîd ketin.”

Ji dîrokê heta niha gelê Kurd her dem di bin mêtingerî û dagirkeriya desthilatdaran de têkoşîna jiyanê dane. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê berxwedanên bê hempa yên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê mohra xwe li dîrokê xistiye. Yek ji vê berxwedana ku mohra xwe li dîrokê xist 19’ê Tîrmeha 2012’an Şoreşa Rojava ye. Gelek berxwedêrên ku di doza têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan îro bi rûmetdariyek mezin tên bibîranîn.
Bê guman di doza têkoşîna azadiya Kurd de dayikên Kurd xwedî rol û misyonek gelek girîng in. Dayikên Kurd ji dîrokê heta niha bi ked, hêvî û hêsirên xwe yên pîroz doza têkoşîna Kurd parastine. Yek ji wan dayikan Cemîla Nûhê ya ji Til Teltemirê ye ku wê jî parçeyek ji kezeba xwe diyarî Şoreşa Rojav kiriye û 3 zarokên wê ji bo azadî û aştiyê di 19’ê Tîrmeha 2012’an Şoreşa Rojava de canê xwe feda kirin.
Dayika Cemîla Nûhê da zanîn ku ew çi ji bo doza têkoşîna azadiya Kurd bike hindik e û got: “3 zarokên min Mazlûm, Hogir, Şehreman ji bo axa xwe û rûmeta xwe biparêzin bi dijmin re şer kirin û şehîd ketin. Parastina axê parastina rûmetê ye. Wan rûmeta xwe heta dawî parast. Îro bi saya xwîna şehîdên xwe bi saya Şoreşa Rojava em bi awayekî azad dijîn. Bedelê wê her çiqas giran be jî bi Şoreşa Rojava Gelê Kurd serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistin.”
VEGERIN SER AXA XWE
Dayika Cemîla bang li hemû kesî kir ku vegerin ser axa xwe û wiha dewam kir: “Divê em hemû destên hevdu bigirin û li dijî neyarên ku îro dixwazin destkeftiyên me vala derxin em têbikoşin. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û şehîdan hêjayî pesindayinê ye. Em feyzê ji berxwedana şehîdên xwe digirin û em ê heta dawî şopdarê rêya wan bin.”Cemîlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê wekî dayikên şehîdan li hemberî dijmin bisekinin. Em ê jî wekî şehîdên xwe heta dawî axa xwe û rûmeta xwe biparêzin. Bi keda şehîdên bi rûmet Şoreşa Rojava pêk hat. Em ê jî xwedî li doza şehîdan derkevin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.