Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

19’ê Tîrmehê bendên koletiyê şikand

19/07/2018
in Uncategorized
A A
19’ê Tîrmehê bendên koletiyê şikand
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah derbarê Şoreşa Rojava de axivî û diyar kir ku di encama keda berxwedêran de ev serkeftin hat bidestxistin û got: “Di 19’ê Tîrmehê de bendên koletî û desthilatdariyê hat şikandin.”
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi Şoreşa Rojeva gelê Kurd di dîroka cîhanê de rûpelek nû vekir. Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah derbarê Şoreşa Rojava de anî ziman ku Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye û wiha got: “Şoreşa Rojava di pêşengtiya jina Kurd de mohra xwe li serkeftinek mezin xist.”Semer Ebdullah da zanîn ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava hem jinê hem civakê xwe birêxistin kirin û got: “Destkeftiyên Şoreşa Rojava ya herî girîng jê ew e ku jin û civakê zincîrên koletiyê şikandin û xwe bi rêxistin kirin. Di her qadên civakê de pêşketinên girîng çê bûn. Vê yekê bandorek erênî li ser jiyana jinê û civakê kir. Di warê perwerdeyê, siyasetê, çandê, hunerê, wêjeyê û leşkerî de jin bûn xwedî gotin. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di warê ewlehiyê de gavên girîng hatin avakirin. Her wiha YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek girîng kir û gelek jin ji destên çeteyan rizgar kir. Bi avakirina Rêxistina Kongreya Star hemû jin hatin hembêzkirin û mafên wan hatin parastin. Di warê xebatên demokrasî û azadiyê de pêşketinên girîng çê bûn.”
Semerê da zanîn ku berî Şoreşa Rojava pergalek nîjadperest û yekperest serdest bû û wiha domand:”Hemû gelên Sûriyeyê ji pergala serdest a nîjadperest û yekperest bêzar bûbûn. Loma serkeftina Şoreşa Rojava bû bersiva nîjadperestî û yekperestiyê. Ji bo hemû gelan bû rêya rizgariyê.”
Semerê diyar kir ku bi Şoreşa Rojava li dijî pişaftinê jî serkeftinên mezin hatin bidestxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Gel di nav sîstema yekperest û yekalî de di nav talûkeya pişaftinê de dijiya. Koletî li ser civakê û bi taybet li ser jinê dihat ferzkirin. Lê bi Şoreşa Rojava sîstema desthilatdarî û koletiyê hatin hilweşandin û gel niha di nava rengekî demokratîk de dijî.”…Ronîda HACÎ/ Hesekê

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.