Rojnameya Ronahî

inên ji Tebqayê: CPTʹyê bi bêdengiya xwe dibe hevkarê tecrîdê

 

Jinên ji Tebqayê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan di serî de CPT’yê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî da.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.Rêxistinên mirovî û hiqûqî di serî de CPT’yê li hemberî tecrîdê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bêdeng. CPT′yê di 20-29′ê Îlonê serdana Îmraliyê kiribû, lê tu daxuyanî neda.

 

Têkildarî vê mijarê, welatiya bi navê Fatme El Mihemed bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan dikeve sala xwe ya 24’emîn, heta niha jî dewleta Tirk a dagirker hovantirîn sûcan li dijî wî pêk tîne, tecrîda girantir dike û nahêle malbat û parêzerên wî hevdîtin pê re bikin.

 

Fatme El Mihemed sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî di serî de CPTʹyê kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bikin û bihêle parêzer û malbat wî bibînin.

 

Fatme El Mihemed wiha domand: “Em rêxistinên qaşo îdia dikin ku parastina mafên microvan dikin, li hember van sûcan berpirs dibînin. Ji ber ku ew li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dermirovî bê deng in.”

 

Welatiya bi navê Cemîle El Yûnis jî got: “Her çiqas dewleta Tirk a dagirker tundiya xwe li dijî Rêber Ocalan zêde bike û tecrîdê giran bike, ew ê nikare fikrê wî ji gelan qut bike, ji ber ku fikrê wî êdî dîwarên zîndanê derbas kirine û gihîştiye gelên azadîxwaz.”

 

Cemîle El Yûnis destnîşan kir ku divê gel li hember Erdogan û siyasetên wî û dewletên ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng in, asta têkoşînê bilind bike.

 

Cemîle El Yûnis anî ziman ku eger rêxistinên mirovî û hiqûqî bi taybetî CPT’yê bêdengiya xwe bidomînin, wê demê ew ê jî di sûcê tecrîdkirinê de dibin hevkar.

 

Cemîle El Yûnis di dawiya axaftina xwe de got: “Rêya ku em dişopînin dê me ji zordaran rizgar bike û bigihîne aştî û aramiyê. Divê em bi hevgirtinê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin.” ANHA