Rojnameya Ronahî

`Bi hev re berxwedanê xurttir bikin û tola jinên berxwedêr hilînin`

Darîn Silê/Dûaa Yûsif

 

Têkildarî êriş û kiryarên dewleta Tirkî ya dagîrker jinên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê da zanîn ku dijmin ti caran nikare vîn û îradeya ‘jina azad bişkîne’. Herwiha bang li jinan kirin ku, bi hev re berxwedanê xurttir bikin û tola jinên siyasetmedar û berxwedêr hilînin.   

Di dîrokê de ya civak ava kirî jin e, bi destê jinê komînalî rêxistina civakê hat avakirin. Lê tevî wê jî, bi hezarê salan e li ser jinê zor û şidet heye û mafê wê tê binpêkirin. Êriş û cureyên hovîtiyê yên li ser jinan, bi armanca binxistina civakê tên kirin. Çimkî civaka ku jin tê de azad be, ew civak jî azad e.

Sîstema desthilat ya bi hişmendiya zilam tê meşandin her tim ji bo berjewendiyên xwe jin kiriye amanc û ew wek amûrekêbi kar aniye. Di dîrokê de jî hêza dagirker dema êrişê gelekê anjî civakekê bike, her tim di despêkê de jin kiriye armanc û ji bo ku wê civaka bixe bin dagirkeriya xwe de û bike koleyê xwe, li hember jinê her cûre destdirêjî kirîn e.

Niha jî li dijî desthilad û dagirkeriya li ser gel û xaka gelê kurd ev 40 sale tekoşînaazadiyê tê meşandin û ev 10 sale jî bi pêşengiya jina kurd Rojavayê Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bûye. Herwiha jina kurd ji hemû aliyan ve bû hêviya rizgariya jinên cîhanê ji koletiya hişmendiya desthilat a zilam. Lewma li dijî jina kurd û ya azadîxwaz şerekî teybet hat despêkirin. Teybet ev şere ji aliyê dewleta tirk ya faşîst vekirî hat despêkirin. Piştî rizgariya bakur û rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê bi pêşengiya YPJ’ê hat rizgarkirin, dewleta tirk li dijî jina kurd û tekoşîna azadiyê dest bi tolhildana çeteyên DAIŞ’ê kir. Herwiha bi kuştin û revandina jinan, xwast civakê bişkînin û tirsê bixin nava gel. Lê, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, li dijî her cureyên tundî, inkar û qirkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirki ve tê meşandin, jin li ber xwe didin û têkoşîna azadiya wan didome.

Derbarê êriş û hovîtiya ku li ser jinan tê meşandin, herwiha têkoşîna jinan li dijî êrişan, jinên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

`Dixwaze bi rêya hedefgirtina jinan destkeftiyên şoreşê têk bibin`

Rêvebera Hêza Parastina Civakê Edla Bekir bal kişand ser sedama hedefgirtina jinê û wiha got: “Bi hezaran jinên me yên siyasetmedar û berxwedêr hatine hedefgirtin ji ber ku jin şoreşê bi rêve dibe û bûye pêşenga şoreşa azadiya gelan. Dagîrkeriya tirkî dixwaze bi rêya hedefgirtina jinan destkeftiyên şoreşê têk bibe û keda bi salan vala derxîne. Ji bo wê jî jineke birêxistinkirî û siyasetmedar li ku bibîne, êrişî wê jinê dike. Ev jin ji bo ax û civaka xwe tekoşîn dikin. ji bo bidestxistina mafê xwe û yê tevayiya gelê xwe kar dikin. Herwiha ji bo ku aramî û ewlehiya gelê xwe tev digerin.”

`Her ku jin serî hildide êriş li serê tên kirin`

Edla di berdewamiya axaftina xwe de got, dijmin baş dizane, eger dest dayne ser jinê wê şoreşê têk bibe. Lewma her ku jin serî hildide û li hemberî dijmin têkoşînê dike, êriş li ser wê tên kirin. Mînaka vê yekê jî, hedefgirtina siyasetmedara Partiya Paşrojê Hefrîn Xelef û bi sedan jinên mîna wê bûn. Ji ber ku van jinan ji bo azadiya jinê û paşroja wê, herwiha ji bo serkeftina şoreşê dixebitîn, hatin  amac girtin. Ev êriş û hovîtî heta niha jî didomin. Bi taybetî di dema dawî de li herêmên rizgarkirî de êrişên ser jinan û desthilatdarî zêde dibe. Herwiha çeteyên ku ji wir hatinbûn derxistin, dixwazin careke din xwe li van herêman birêxistin bikin. Ji bo wê jî pêwîst e jin xwe baş birêxistin bike, da ku karibe li dijî êriş û zihniyata heyî derkeve û nehêle ti kes bandorê li fikrê wê bike.

`Êriş û hedefgirtinên Tirkiyê rê li pêşiya armancên jinan nagre`

Edla Bekir di dawiya axaftina xwe de got, dagîrkeriya Tirk û hevkarên xwe çi bikin jî wê nikaribin vîna jina azad bişkînin. Wê jina azad hertim xwedî vîn û îradeyeke xurt be. Êriş û hedefgirtinên Tirkiyê rê li pêşiya armancên jinan nagre. Eger Tirkiyê Zeyneb û hevalên beriya wê kir hedef, wê bi hezaran Zeyneb rabin û wê bi hezaran li dijî dagîrkeriya tirk derkevin.

`Rola herî sereke rola jinê ye`

Jina bi navê Sedîqa Şêx Hesen jî da zanîn ku di Şoreşan de rola herî sereke ya jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her alî de jin bûye pêşeng; di aliyê siyasî, leşkerî, civakî, rêxistinî û fikrî de. Li rojava jî her kes dibîne jinên YPJ`ê hem di milê leşkerî hem jî di milê fikrî de bûn mînak li ser asta cîhanî. Ji bo wê jî her tim êriş li ser jinê tên meşandin. Çimkî bi keda jinê û hêza wê şoreşek hat avakirin û heta niha jî parastina wê tê kirin û rojbiroj pêşketinên mezin tên dîtin. Herwiha li rojhilatê Kurdistanê jî bi selhildanên jinan pêşketinên pir mezin tên dîtin. Dijmin jî vê yekê ji xwe re xeter dibîne û êrişî vê kedê dike; dixwaze destpêkê jinan têk bibe. Lewra eger îradeya jinan bê şkandin wê destkeftiyên şoreşê jî winda bibin. Dixwazin Bi hedefgirtina jinê destkeftiyên şoreşê winda bikin. Ji bo wê jî eger jin azad nebe, gel jî azad nabe û şoreş jî bi ser nakeve.

`Wê jin hata kîliya dawî tekoşîn bike` 

Sedîqa destnîşan kir ku li dijî êriş û kiryarên dagîrkeriya Tirkî wê jina azad tim li ber xwe bide û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku jin şoreşê bi rê ve dibe û destkeftiyan bi dest dixe, wê serkeftinê jî bi dest bixe. Şoreşa ku bi îradeya jinan dest pê kir, ti caran nayê şikandin û bi bin nakeve. Wê jin hata kîliya dawî tekoşîn bike û wê bi ser bikeve. Her ku Tirkiyê dagîrkerî û kiryarên xwe yên hovane zêde dike, hêz û îradeya jinan jî li hember wê xurttir dibe. Ji bo wê jî asta ku jin gihîştiye rojbiroj bi pêş dikeve û serkeftinê bi xwe re tîne.”

Sedîqa Şêx Hesen di dawiyê de got, eger em jin ne hişyar bin û di milê zihnî de ne pêşketî bin emê wek tevgera jin winda bibin û emê şoreşa Rojava jî bi xwe re winda bikin. Tevyiya şoreşê ku li cîhanê hatine hilweşandin tev ji ber nerêxistinkirina jinê bûn. Ji bo vê jî pêwîst e tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê helwest û nêrînên me yek bin. Gerek jin ji êrişên ku li ser wan tên kirin hişyar bin û pêşî li hedefgitina jinê bigirin. Herwiha destkeftiyên şoreşê biparêzin.