Rojnameya Ronahî

’Rêber Apo rûmet, vîn û hêviya azadiya gelê Kurd e’

 

Emîna Bîrim diyar kir ku berxwedana Îmralî ji planên komployê mezintir e û got, Rêber Apo rêber, rûmet û hêviya azadiya gelê Kurd e. Heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe, bila tu kesekî  Kurd nebêje, ‘ez azadim’.

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Tirkiyê bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan pêk tîne. Rojbiroj tecrîdê girantir dike û êrişên xwe yên qirkirina gelê Kurd zêdetir dike. Ev 24 sal in Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmralî di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirkî û hêzên komploger yên pê re alîkar, xwestin bi vê komployê gelê Kurd tine bikin û ji felsefeya wî qut bikin. Ji bo wê jî tecrîdê bi şêwazên cuda bi ser gelê ku fikrê Rêber Ocalan ji xwe re dike bingeh de disepînin. Li gorî kiryarên dewleta tirkî ya faşîst diyar e ku êrişên niha tev dewama komploya navnetewî ne. Lewma li dijî vê tecrîdê gelê Kurd û dostên wan li seranserê cîhanê rojane çalakiyên cuda li dar dixin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Derbarê Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û girêdana wê bi tevayiya êrîşên ser Kurdan, endama Miclisa Giştî ya PYD’ê Emîna Bîrim ji me re axivî.

Emîna diyar kir ku nêzîkbûna bidawîbûyîna hevpêmanên navneteweyî yên sed salî yên li dijî gelan, hişt ku li Rojhilata Navîn û cîhanê tevlheviyeke mezin derkeve holê û wiha dewam kir: “Yên ku kirîzên Rojhilta Navîn kûrtir dikin, hêzên destihlatdar yên cîhanê ne. Bi taybetî jî,   dewleta Tirk.  Ew ji aliyê dewletên kapîtalîst û hegemon ve hatiye erkdarkirin ku destwerdana kirîzan bike û tevlheviyê mezintir bike. Mînakê li ber çavan jî,  dagirkirina xaka Sûriyê û êrîşên wê yên rojane ne. Destwerana kirîzên Yemen, Libnan, Îraq, Lîbiya , Misir û gelek welatên din jî kir û dike. Herwiha gefên wê yên rojan e yên li dijî Yûnanistan ê û Ermenîstanê jî vê piştrast dike.”

’ Xwestin bi tecrîda Rêber Apo gelê Kurd pûç bikin’

Emîne da zanîn ku dagirkeriya Tirk ji bo ku karibe plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîn e, li dijî gelên resen yên herêmê polîtîkaya qirkirinê dimeşîn e û wiha got: “Gelê Kurd bi saya Fikr û felsefeya  Rêberî  Abdullah Ocalan û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê , li pêşiya projeya dewleta Tirk a pêkanîna Mîsaqa Milî bû asteng û planên dagirkeriyê vala derxist in. Ji ber wê jî  Rêber Apo û gelê Kurd bûn hedefa dewleta Tirk û hevalbendên wê. Hêzên  hegemon ku dewleta Tirkiyê birêve dibin, xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo gelê Kurd tine bikin, lê dema dîtin ku têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hewildanên wan yên qirkirinê vala derxistin, tecrîdeke giran li ser Rêber Apo hat feriz kirin û êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê pir zêde kirin.”

’Rêber Apo Rêberê civak û mirovahiyê ye’

Emîne da xuyakirin ku tecrîda girankirî ya ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, bêmafiyeke herî mezin e û wiha domand: “Her girtiyek ji mafê wî ye ku hem bi parêzerê xwe re hem jî bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê dewleta Tirk  her ku diçe tecrîdê li ser Rêber Apo girantir dike. Îro Rêber Apo ne tenê rêberê Gelê Kurd e, ew rêberê civakê ye, rêberî Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye, ew tecrîda ku li ser jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

’Berxwedana Rêber Apo ji planên dijmin mezintir e’

Emîn e destnîşankir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe gelên azadîxwaz ji zincîrên koletiyê rizgar kir û wiha domand: “Rêber Apo di rihê gelê Kurd e vîna berxwedanê ji nûve ava kir û li Rojhilata Navîn û cîhanê bû Rêberê azadîxwazan, lê ev ne li gor berjewendiyên hêzên hegemone ku dixwazin destihlatdariya xwe li her derê biparêzin. Ji ber wê bi tevayiya rêbazan, şerê gelê kurd kirin û xwestin ku Rêbertî bê bandor bikin. Lê wekî her cara berxwedana Rêber Apo ji planên wan yên qirker mezintir bû û plan vala hatin derxistin.”

’Apo Rêber , rûmet, vîn û hêviya azadiyê ye ’ 

Endama Meclisa Giştî Ya (PYD) Emîna Bîrim balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdan û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd bi saya firkê Rêber Apo  Rêveberiya  Xweser li bakur û rojhilêatê Sûriyê ava kir û projeya Biratiya Gelan li herêmê belav kir. Lê rêjîma AKP-MHP’ê ev projeya demokratîk li ser desthilatdariya xwe xeter dît û bi tevaiya şewazan bê exlaq êrîşî Kurdan kir. Dagirkerî li Aliyekî êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê dike, bi çekên kîmyayî êrîşî qadên berxwedanê yên gerîla dike, êrîşî pêşengên Kurdan yên li derveyî welat dike û li aliyê din jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd girantir dike.  Ev dide xuyakirin ku dagirkerî baş dizane ku Rêber Apo, rûmet, vîn û hêviya azadiyê ya gelê Kurd e. Leyma ez car din dibêjim, heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe, bila tu kesekî Kurd nebêje ‘ez azadim’.