Rojnameya Ronahî

Xizmetguzariya şaredariyê ji bo pêşxistina bajaran berdewamin

Rojbîn Zagroz/Qamişlo

 

Piştî salek ji kar û xebateke berdewam, şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo karîbû asta xizmetguzariyê li bajar û gundên girêdayî wê pêş bixe û tevayiya projeyên xizmetguzariyê yên 2022`an bi dawî bike. Herwiha ji sala 2023’yan re jî projeyên nû hatine diyarkirin.

Di çarçoveya xebatên xizmetguzariya ji bo civakê tên kirin, Rêveberiya Xwecihî û Jîngeh û şaredariyên gel, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek xebat û projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Herwiha ji bo pêşxistina xizmetguzariya herêmê û  alîkariya civakê di rewşên dijwar yên ku herêm têre derbas dibe, plansaziyeke nû ji dema bê re destnîşan kirin.

Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo jî, di destopêka sala 2023`yan de palnsasiyeke nû ji xebatên xwe re danî û di nav de gelek proje hene. Yek ji projeya herî girîng ku di vê salê de bal têkişandin, projeya çareserkirina ava bajêr e.

Derbarê xebat û projeyên şaredariya gel ya bajarê Qamişlo di sala derbasbûyî de û rêjeya bidawîkirina wan, Hevserokê şaredariya bajarê Qamişlo Besam Qaso ji me re axivî û da zanîn ku wan ji sedê 100 projeyên xizmetguzariyê yên sala 2022`an pêk anî.

Pêkanîna gelek projeyên xizmetguzariyê di 2022`an de

Besam Qaso bîr xist ku di sala 2022`an de gelek projeyên girîng yên ku xizmeta civakê dikin hatin pêkanîn û axaftina xwe wiha doman: “Wek şaredariya Qamişlo me gelek projeyên curbecur, weke projeya serfa sihî, şebekeya avê, ziftkirina riyan, sererastkirina riyên xirab û çêkirina resîfan pêk anîn. Herwiha got, rêjeya pêkanînê gihişt ji sedê 100.”

Besam tekez kir ku rêjeya Ziftê ya ku di projeyan de hat bikaranîn 25 hezar m bû. Herwiha got, ev rêje li ser 12 projeyên kolanên bajêr hat dabeşkirin. Ji bilî wê me projeyek tamîrkirina sîstema serfa sihî ku dirêjahiya wê 3 hezar m bûn, me bi dawî kir. Herwiha me kevirê şikestî bi miqdarê 17 hezar û 3 m bikar anîn û nûkirina resîfan bi dirêjahiya 10 hezar metreyî, ji bilî van jî me li ser berfirehkirina tora avê bi dirêjahiya hezar û 500 metre li taxên bajêr kar kir.

Basam wiha bal kişand ser gilî sucan û çareserkirina wan: “Di sala 2022`an de hejmara giliyên ku ji şaredariyê re hatin kirin jî, gihişt 305 û ji sedê 80`ê hatin çareserkirin. Herwiha jimara binpêkirinên avahiyan 230, ruxsetên avahiyên sivîl jî gihişt 156 û rûxsetên îdarî jî 500 bûn.”

`Êrişên Tirkiyê hêz û îradeya me naşkînin`

Besam behsa zehmetî û astengiyên ku di sala derbasbûyî de bi wan re derbas bûn kir û wiha got: “Tevî ku di sala derbasnbûyî de gelek êriş ji aliyê dewleta Tirkî ya dagîrker ve li ser herêma me dihatin kirin, lê me ti caran karê xwe ranewestan û êriş û me nehişt ku kiryarên dagîrkeriyê bandorê li xebata me bike. Lê belê me karê xwe bi awayekî xurttir û zêdetir berdewam kir. Lewra êrişên Tirkiyê hêz û îradeya me naşkînin.

Bodceya xebatên 2023`yan

Besam bal kişand ser bûdceya ku ji bo xebatên vê salê hatiye veqetandin û wiha pê da çû: “545 hezar dolar ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzariyê yên şaredariya Qamişlo û şaredariyên girêdayî wê ji Kerbawî heta Tanûriyê hatiye veqetandin. Me 120 hezar dolar ji bo projeya avê hilbijartiye, ji ber ku di vê salê de emê girîngî bidin ava bajêr.

`Emê biharê dest bi projeyên 2023`yan bikin`

Hevserokê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Besam Qaso di dawiya axaftina xwe de got, bi destpêkirina biharê re emê dest bi kar û projeyên sala 2023`yan bikin û di hata dawiya salê bi dawî bikin. Em bi hêvîne di pêkanîna projeyan de gel jî bi me re alîkar be. Lewra xebat û perojeyên ku bên kirin tev ji bo gel in.