Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê leystok xelas nabin

25/01/2023
in ROJEV
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 

Zekî Bedran

Wezîrê karê derve yê Rûsya S. Lavrov, carna ji bo rojeva Sûriyê sor bike daxûyaniyên weke ‘’DYA dixwaze ji bo Kurdan dewletek ava bike’’ dide. Yê ku daxwazê Kurdan herî baş dizane yek jê Lavrov bi xwe ye. Proje pêşniyarên ji bo çareseri yê ku Rûsya amade kiribû de ji bo Kurdan pêşniyara xweseriya çandî hebû. Kurd heta niha ti cîhekê li Sûriyê daxwazeke avakirina dewlet behs nekirine. Berovajî  vê  her dem, hewldane ku pirsgirêkan di nava yekîtiya welat de, bi parastina nasname û çanda hemû pêkhateyan were çareser kirin. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Sûriyê bi gîştî demokrasi taleb kirine. Lavrov çima behsa Sûriyek demokratîk nake û ‘daxwazên gel’ ji devê wî dernakeve, sedemê vê nayê zanîn.

Ger Rûsya giraniya xwe deyne bi hesanî dikare Kurdan û rêjîmê li hev bîne. Kurd û rêveberiya xweserî navbêynkariya Rûsya pejirandin e. Daxwazên xwe ji bo çareseriyê jî bi nîvîskî û bi devkî pêşkêş kirin e. Lê Rûsya her dem vî mijarî paş dixe, ji ber ku hesabên wê yên cûda hene.

Rûsya, hevdîtinên ku bi QSD`re kiribû de gotibû ku ewê ji bo cîhên weke Qamişlo û Til Temir parastina esmanî û pergalên radar wê ava bike. QSD keyfxweş bû ev biryarê pejirand û destek kir. Lê ev radar ji bo çi qet karnekirin neyê zanîn. Dewleta Tirkan her dem qada esmanî bin pê dike, bi SiHA yan erîş dike û qetlîaman dike. Roja 20`ê Mijdar`ê bi dehan balafir ketin nav axa Sûriyê û bombebaran kirin. Medeniyan û leşkerên artêşa Sûriyê bi dehan leşker hatin qetlkirin. Qadên petrolê, navendên xazê, depoyên genim hatin lêdan. Ji Rûsya tû daxwûyanî kesî nebîhîst. Ji bo gelê herêmê û QSD sersaxiyek jî ne xwastin.

Rûsya, ji bo gelên bakûr û rojhilatê Sûriyê û rêveberiyên xweser bi Şam’ê re bike yek hewldaneke bi bandor nekir. niha li ser Esed hevdîtin û li hev hatina bi Erdogan re ferz dike. Erdogan ê dagirker û yê ku Sûriyê hilweşandiye. Bi deh hezaran çekdar bin nave AAS (Artêşa Azad ya Sûriyê) hember Şam’ê rêxistin kiriye û bin emrê xwede digre. Îdlib kiriye bin parastina leşkerî. Rûsya herêmên xweser û Şam`ê bikaribe li hev bîne, di asteke mezinde yekîtiya Sûriyê misoger dibe. Dagirkerên Tirkan jî bi çeteyên bi destê xwede ewê tengav bibin. Meşrûiyetê wan wê nemîne. Lê Rûsya vê yekê nake. Berovajî vê gef a Tirkan bikar tîne û zextê li Kurdan û rêveberiyê xweser dike. Gav gav van herêman dixwaze bi Şam`ê re bide girêdan.

Ji Kurdan re û ji herêmên xweser re dibêje: ‘’Ger hûn tabî ê rêveberiyê Şam`ê nebin ewê Tirkiyê êrîşê wê bike û emê bêdeng bin’’ û her wiha dibêje: We Efrin teslîmê rêjîmê nekir, Tirkiyê hat girt. Niha jî heman tişt bibe. Li şûna ku bi QSD û herêmên xweser ê hemwelatiyê Sûriyê re li hev bike, bi dagirkerê Erdogan re li hevkirin girîngtir dibîne. Her wiha bi pergaleke komplo Tirkiyê êrîşê herêmên weke Kobanê bike û artêşa Sûriyê jî bikeve çend navendên, herêmên ku piraniya nişteciyên wê Erebin. Bi vê şêwazê herêmên xweser bên belavkirin. Û weke ku tiştek nebûye Şam wek beriya 2011 gel bixe bin kontrola xwe.

Rûsya, heta DYA ji Sûriyê dernekeve mijara bakûr û rojhilatê Sûriyê de wê tiştek neke. Di vê mijarêde divê bi Tirkiyê re lihev bikin. Tirkiyê bê DYA nikare li Sûriyê bimîne. Nikare Îdlib bixe bîn parastina leşkerî. Tirkiyê bi tena xwe li Sûriyê nikare nefes jî bigre. Tirkiyê dixwaze DYA li Sûriyê bimîne. Lê dixwaze têkîliyên xwe bi QSD re qût bike. Dibêjin: heta DYA bi QSD re têkîliyên xwe qût neke têkîliyên me sererast nabe. Ji berk u Rûsya vê yekê dizane her dem dibêje: ‘’DYA ji bo Kurdan wê dewletek ava bike’’. Bi vê şêwazê hem Şam`ê hem jî Tirkiyê tahrîk dike. Dibêje ku: DYA têkeve zehmetiyê û ji Sûriyê derkeve, Kurd yan teslîmê Şam`ê bibin yan jî îmha bibin. Rûsya dixwaze Kurdan bike qûrbanê nîzîkatiyên xwe yê pragmatîk.

Rûsya niha ji ber şerê Ukrayna mecbûr dimîne ku hîn zêdetir tawîzan bide Tirkiyê. Tirkiyê siyaseteke heta dawî li dû firsendan digere, dişopîne. Serîlêdana ji bo endamtiyê ji bo NATO ya Swêd û Fînlendiya yekser vegerand bazarekî hember Kurdan. Ji Rûsya re dibêje: Es êrîşê Kobanê bikim, Şam jî herêmên weke Minbic bigre. DYA ji xwe ji bo Kurdan şer nake. Her wiha li herêmên xweser bê îstîqrarî çê bibe û nikaribe hember DAİŞ’ê şer bike, ji ber wê DYA jî têkeve tengasiyê. Hesab dikin ku di vê rewşêde hem Şam hem jî Rûsya wê qezenc bike. Dewleta Tirkan jî armanca xwe ya pelçiqandina Kurdan wê pêk bîne. Bi kurtasî QSD û Rêveberiyê xweser di wateya rastî de beramberî komployeke nû ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.