Rojnameya Ronahî

Çavdêriyek li ser sîstema perwerdê ya welatên cîhanê

Zozan CIZÎRΠ 

 

 

Mijara perwerdê ku ji bo her gel û welatekî mijareke jiyanî û civakî ya girîng e. Taybet ji bo me Kurdan û giştî pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hîn girîngtir e. Di bin bandora pêşketinên teknolojîk de ku hinek dewlet bi hişmendiya Modernîteya Kapîtalîst ji bo xizmetkarên nû û ciwan ji desthilata xwe re bigihînin girîngiyê didin sîstema perwerdeya modern; li herêma me girêdayî paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin hewldaneke cidî heye ku, perwerdeyeke mirovhez, civakparêz, xwezaparêz a rê dide hemû reng, deng û çandên mirovî mijara gotinê ye.

Li ser vê bingehê em her tim behsa wate û girîngiya perwerdeyek rast û avakar a civakî-jiyanî dikin, lê di vê nivîsê û çend nivîsên pêş de ez dixwazim rewşa welatên ku îsal di asta cîhanê de wekî welatên perwerdeya “herî baş” didin hatine destnîşankirin, bigirim dest.

Rêxistina Pêşveçûn û Hevkariya Aborî (OECD) û Bernameya Nirxandina Xwendekaran a Navnetewî (Programme for International Student Assessment – PISA) bi salan e rewşa perwerdeya welatên cîhanê çavdêrî dikin. Li gor wê di warê pêşketinê de anketan çêdikin. Dema welatên ku li ser asta cîhanê perwerdeya herî baş didin rêz dikin, hinek krîterên ku esas digirin wiha ne;

  • Rewşa dibistanên dewletê yên di welat de hene
  • Rêjeya xwendekarên diçin zanîngehê
  • Kalîteya perwerdê
  • Di welat de asta giştî ya perwerdê
  • Rewşa serkeftina xwendekaran a di ezmûnan de
  • Çiqas dikarin xwe bigihînin perwerdeyeke baş
  • Kesayeta/ê ji perwerdeya dibîne, çiqas dilxweş e
  • Rewşa têrkirina xwendekarên dixericin û rêjeya peydakirina kar

Li gor van pîvan û qistasan sîstemên perwerdê yên welatan li ser asta cîhanê tên nirxandin û li gor vê, di çapê cîhanê de rêzkirinek tê çêkirin. Di encama van pîvanên tên nirxandin de, welatên ku perwerdeya herî baş didin kîjan in û avantajên wan çi ne? pêwîste mirov çav lê bigerîne.

Li gor nirxandina sala 2023’an, îsal 10 welatên bi sîstema xwe ya perwerdê derketine pêş û perwerdeyeke bi serkeftî didin wiha ne;

Finlandiya, Koreya Başûr, Holanda, Danîmarka, Îngiltere, Îsweç, Îsraîl, DYA (Amerîka), Norwêç, Japonya ye.

Van welatên ku li ser asta cîhanê hatine destnîşankirin, di qada navnetewî de ji serkeftinên girêdayî mijara perwerdê nîşan dane, heta rêjeya nufûsa perwerdekirî bi gelek pîvan û krîteran ji welatên din serkeftîtir in. Ji ber vê sedemê jî, di cîhanê de wekî welatên ku perwerdeya herî baş didin, taybet avantajên perwerdê yên van welatan girîng e ku mirov nas bike.

Avantajên Sîstema Perwerdê yên li Fînlandiya;

Fînlandiya, welateke ku bi salane ji gelek aliyan ve xwediyê sîstemeke perwerdê ya herî baş e. Di mijara perwerdê de her sala dibore xwe bêhtir pêş dixe, ji bo vê di rêzkirina welatan de xwediyê pîvanên herî bilind e. Sedemên ku dihêlin sîstema perwerdê ya Fînlandiya evqas baş be; ji ber asta perwerdê ya bingehîn û asta perwerdê ya duyemîn bêpere ye, heta qismekî zêde yê perwerdeyên bilind jî, bê pere ne. Ji bo vê, bêy ferqa dahatê hebe her kes dikare perwerdeyek herî baş bibîne.

Hemû mamosteyên li ser asta bingehîn perwerde didin, ji kesayetên ku lîsansa bilind xwendine tên hilbijartin. Wateya vê, di dibistanan de perwerde ji aliyê mamosteyên herî baş ve tê dayîn e. Jixwe perwerdeya pedagojîk a van mamosteyan jî, divê xwediyê asteke pir baş be.

Hemû dersxane ji aliyê teknolojîkî ve hatine pêşxistin, refên xwendekaran bi gelek berhemên teknolojîk ên nû xemilandine.

Ji bo xwendekarên ji derveyî welat tên, perwerdeyên entegrasyonê tên dayîn.

Dibistan di her astekê de xwendekar û perwerdeyek bi kalîte navend digirin.

Wê berdewam bike