Rojnameya Ronahî

Bobelata şêxmeqsûd….êşa dı nava êşê de

DILYAR CIZÎRÎ

 

Roja yekşemê di saetên şevê de li taxa Şêxmeqsûd avahiyek ji 5 qatan hate xwarê. Di encamê de 16 kesên ji 7 malbatan jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî di encama lêgerîna tîmên rizgarkirinê ya nêzî 30 saetî de bi birîndarî rizgar bûn. Ev bobelata li Tax çîrokeke din a xemgîn û bi êş li ser êşên heyî yên di rewşa dorpêç û koçberiyê zêde kiriye.

Qurbaniyên di wê avahiyê de hejmarek biçûk ji hezaran malbatên Efrînê yên ji warên xwe hatine derxistin in. Ji ber wê dive her kes li pey sedemên vê bobelatê bikeve. Di nerîna min de ev bûyera li Şêxmeqsûd komkujiyeke û pêwîste NY`yî û saziyên din ên navdewletî ji sûcdaran hesab bipirsin. Dibe hin bêjin ew qezayek ji rêzê ye. Na ew ne qezayek normale.

Ji bo zelalkirina bûyerê, dûbare be jî pêwîste em hinekî behsa rewşa li Şêxmqsûd û Eşrefiyê bikin. Di herdû taxên Helebê de bi dehezaran koçberên Efrînê ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018’an de koçber bûne û li wir bi cih bûne. Piraniya koçberên mal û milkên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine destserkirin û ji neçarî di avahiyên taxê de bi cih bûne.

Di wan avahiyên ji ber topbaran û bombebarana hikûmeta Şamê û çeteyên Dewleta Tirk ên salên şer zirareke mezin dîtine û nabe tu kes tê de jiyan bikin, xwe bi war kirine. Zarokên xwe di wan avahiyan de ji serma zivistanê û germa havînê diparêzin. Di nava wan dîwarên terikî de sitargehên berxwedanê ava kirine.

Di wir de xwe di bîn sîwana Rêveberiya Xweser de bi rêxistin kirine û mînaka herî guncaw a çareseriya aloziya Sûriyayê ava kirine. Ji ber wê jî hikûmeta Şamê ku naxwaze ji derveyî wê tu riyên çareseriyê di herêmê de diyar bibe, bi her awayî şerê sîstema li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin.

Dorpêça li ser herdû taxan jî nîşana wê ya herî li ber çave. Bi wê dorpêçê û qutkirina sotemenî, derman û madeyên jiyanî êş û zehmetiyên heyî yên berê li taxê deh qat zêdetir bûne. Di encamê de jî çend roj berê zarokên taxê ji serma heyî jiyana xwe ji dest dan.

Niha jî bobelata hilweşîna avahiya 5 qatî êşeke din li ser êşên bê sînor zêdetir kir. Îcar pir bi hêsanî mirov dikare bêje berpirsyarê yekem ji komkujiya Şêxmeqsûd dewleta Tirk e. Wê xelkên Efrînê neçarî koçberiyê û jiyana di avahiyên lazime ji xizmetê derkevin, jiyan bikin.

Hikûmeta Şamê jî bi topbaran, bombebaran û dorpêça li ser taxê beşekî mezin ji barê sûcdariyê radike. Li aliyê din jî Rûsiyaya dixwaze ji bo berjewendiyên xwe hevsengiyan di navbera herdû aliyan de çêbike û wan li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê lihev bîne, beşekî ne kêm a berpirsyariyê radike.

Îcar her çendî şêniyên Şêxmeqsûd di xebatên rizgarkirina qurbaniyan de û di oxirkirina wan de hevgirtin û vîneke ji pola nîşan dan û bersiva hemû berpirsyaran dan. Lê mixabin hîn jî NY û saziyên navdewletî tevî êşan naxwazin rastiya kujeran bibînin.