Rojnameya Ronahî

Kanada wê 2,8 milyar dolaran tezmînatê bide

Piştî doz vekirina 2021’an ya komek gelên xwecihî, hukumeta Kanadayê sûc qebul kir û wê 2,8 dolaran tazmînatê bide.

Ji ber sûcên li ser gelên xwecihî Kanada wê 2,8 milyar dolaran tezmînatê bide. Komek gelên xwecihî yên Kanadayê, sala 2021’ê doz vekiribûn û diyar kiribûn ku hikûmetê li dibistanên Leylî, qirkirina çandî kiriye. Kanadayê ev sûc qebûl kir û wê 2,8 milyar dolar tezmînatê bide.

Zarokên gelên xwecihî ji malbatên wan hatibûn stendin û bi darê zorê şandibûn dibistanên dêrê yên di sedsala 19’an de hatine vekirin. Li van dibistanan jî zext û qirkirina çandî û fizîkî hatibû kirin.

Wezîrê ji têkiliyên gelên xwecihî berpirsiyar Marc Mîller gotibû, “Em dizanin wê êşên demên berê derbas nebin, lê em dixwazin hevrûyî vê bobelata kolektîf bibin.”

Hikûmetê dayîna tezmînatê qebûl kiribû, lê divê dadgehê jî ev qebûl bikira. Hikûmet vî pereyî wê bide foneke serbixwe.

Dibistanên dêrê yên leylî, wekî parçeyekî asîmîlekirina zarokan û polîtîkaya qirkirina çand û zimanên gelên xwecihî hatibûn tetbîqkirin. Lê li wan dibistanan bi gelek zarok hatibûn kuştin jî: Hefteya bihurî li herêma Ontarîoyê li nav erdên dibistaneke dêrê ya kevn 171 cih hatibûn tespîtkitin ku li gorî texmînan ev der gorên zarokên dibistanê ne.

Ev dibistanên dêrê yên leylî salên 1840’î hatibûn vekirin û sala 1997’an hatibûn girtin. Li van dibistanan nêzî 150 hezar zarok ji malbatên wan hatibûn veqetandin û li vir zarok ji çand û zimanê xwe hatibûn dûrxistin, li ser wan tacîza zayendî û fîzîkî hatibû kirin.

Di sala 2008’an de ji lêkolîna vê trajedî û qirkirinê komîsyonek hate avakirin. Komîsyonê raporeke 4 hezar rûpelî amade kiribû û tiştên pêk hatine, wekî qirkirina çandî pênase kiribû. Li gorî raporê qederê 6 hezar zarokan hatine kuştin.

OTTOWA